Yekşem, 21 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hevseroka ÎHD’ê Oya Ersoy: Ji bo rêveçûna pêvajoyê divê statuya hiqûqî ya Ocalan bê pênasekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 21’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    DAKAP’ê cezayê li Ayşe Gokkan hatî birin, şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 3 girtiyên nexweş daxwaza berdanê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Mûrat Aslan hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîgirê şaredar û 4 kesên din hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlayê Ereb: Banga Rêber Apo rêya min a azadiyê diyar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rêberê Gelê Kurd di şert û mercên tecrîdê de ji bo aştiyê têdikoşe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Şêladizê hişyariya dawî da PDK’ ku vegerên ji bo gund asteng dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cerdevanan pezê gundê dixwazin bidin koçberkirin qetil kirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêvajoyê ji gel re vedibêjin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê Komxebata Yekîtiyê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Cezayê hepsê yê li Ayşe Gokkan hatî birîn, hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Wezîfeya me ya nebe nabe, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    20’emîn Festîvala Şehîd Zîlan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglu: Her yek ji me dikare bibe îradeya çareseriyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Ayşe Gokkan hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo serketina pêvajoyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îngilistanê jin xwe ji bo Festîvala Jinan a Zîlan a 21’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnamevan Îbrahîm Êzidî pirtûka ‘Sirek ji dilpakiya baweriya qedîm’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Cîhan Celo: Bi vegera Şengalê re em ê planan pûç bikin!
Kurdistan

Cîhan Celo: Bi vegera Şengalê re em ê planan pûç bikin!

Hevseroka MXDŞ’ê Cîhan Celo biryara Iraqê ya derbarê vegera koçberan de weke berdewama siyaseta fermanê binav kir û got: ‘’Ev biryar rê li ber parçekirina Êzidiyan vedike. Dixwazin demografiya Şengalê biguherin. Em vegerin Şengalê û van planan pûç bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Tebax 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Di 11. salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de, siyaseta ku hikumeta Iraqê li ser Şengalê dimeşîne, di nav civaka Êzidî de bûye cihê fikarên cidî, bertekên tund. Hikumeta Iraqê hem siyaseta dorpêçkirina leşkerî li herêmê ferz dike hem jî bi biryarên siyasî destekarî li îradeya civaka Êzidî dike. Herî dawî jî di 20’ê Tebaxa 2025’an de, Komîteya Bilind ji bo Alîkarî û Piştgiriya Koçberan, li navenda Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê civiya û di civînê de biryar hat girtin ku dosyaya vegera koçberan li Iraqê bi dawî bibe. Li gorî biryarê, wê ev koçber neyên vegerandin û di nava kampan de wekî hemwelatiyên herêma ku lê koçber in bên qeydkirin.

 

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyeke nivîskî yekser helwesta xwe ya li hemberî vê biryarê nîşan da, vê yekê weke siyaseta ‘parçekirina Şengalê’ binav kir û her wiha banga hişyariyê li civaka Êzidî kir. Girêdayî mijarê Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Cîhan Celo jî ji ajansa me re axivî, hişyariyên girîng li hikumeta Iraqê kir û her wiha bangên girîng li civaka Êzidî û dostên wan kir.

‘DIXWAZIN DEMOGRAFIYA ŞENGALÊ BIGUHERIN’

Cîhan Celo destnîşan kir ku ev biryara Wezareta Koç û Koçberan, di meha Tebaxê de ango di meha fermanê de hatiye ragihandin û derbarê biryarê de ev nirxandin kir: ‘’Biryara Wezareta Koç û Koçberan a derbarê koçberên li kampên Başûrê Kurdistanê û yên Iraqê, dibe sedem koçber li van kampan bên bicihkirin. Bandora vê biryarê herî zêde jî li ser civaka Êzidî heye, dixwazin demografiya Şengalê biguherin, dixwazin Şengal ji niştecihên xwe yên eslî vala bikin û kesên li kampan ji bo siyaseta xwe bikar bînin.’’

‘IRAQ BI AWAYEK EŞKERE ÊRÎŞÊ ŞENGALÊ DIKE’

Cîhan Celo siyaseta Iraqê ya li ser Şengalê weke berdewama fermanê nirxand û wiha pêde çû: ‘’Ev siyaset û biryar ne kêmî êrîşên fermana 2014’an e, armanca 2014 ew bû ku civaka Êzidî were qirkirin û ji axa Şengalê dûr bixin. Lê hêza ku piştî fermanê li Şengalê ava bû, ev plan pûç kir. Dewleta Iraqê êrîşên xwe yên li ser Şengalê berdewam dike. Tiştên ku DAIŞ, PDK û dewleta Tirk nikaribûn bikin, dewleta Iraqê piştî sala 2020’an bi awayeke eşkere êrîşê civaka Êzidî dike. Peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de li ser vê esasê bû ku îradeya civaka Êzidî were şikandin. Heya niha jî dixwazin Peymana 9’ê Cotmehê bicih bînin.’’

‘EV BIRYAR RÊ LI BER PARÇEKIRINA ŞENGALÊ Û ÊZIDIYAN VEDIKE’

Hevseroka MXDŞ’ê Cîhan Celo diyar kir ku ji bo rê li ber vegera Êzidiyan a Şengalê bigirin ev biryar hatiye girtin û got: ‘’Ev berdewama plana qirkirinê ye. Di salvegera fermanê de, ev biryar girtin. Ev biryar rê li ber parçekirina Şengaliyan, parçekirina Êzidiyan vedike.  Niha derdora 120 hezar Êzidiyên koçber li kampên Başûrê Kurdistanê ne. Ew malbat li hêviya mafên xwe ne ku vegerin Şengalê. Weke nimûne Welatê Xalta heye, bi ferman û koçberiyê Êzidî ji Welatê Xalta dûr xistin, niha tenê navê wê maye. Niha dixwazin vê siyasetê li Şengalê jî bicih bikin. Dixwazin nifûsa Şengalê kêm bikin da ku daxwaza wan a xwerêvebirinê zeyîf bikin. Hebûna Êzidiyan li ser axa Şengalê esas e, Şengal ji Êzidiyan vala bibe Êzidî namînin. Dixwazin Şengal ji Êzidiyan vala bikin û di pêşerojê de kesên li gor dilê xwe li Şengalê bicih bikin û rastiya Şengalê biguherînin.’’

‘DIXWAZIN GELÊ ME BÊ AX Û WELAT BIHÊLIN’

Cîhan Celo bang li Êzidiyên li kampan kir da ku li hemberî van planan hişyar bin, ji bo pûçkirina vê planê jî banga vegerê li wan kir û wiha berdewam kir: ‘’Eger ev biryar bicih bû, wê gelê me li kampan bimîne. Wê bê ax û bê welat di konekî de bimînin! Divê gelê me hişyar be û vegere ser axa Şengalê. Derê Şengalê ji gelê wê re vekirî ye. Ji bo vê jî weke Rêveberiya Xweser çi ji destê me were em ê ji bo gelê xwe bikin. Em bang li gelê xwe dikin ku vegerin Şengalê, ev biryar ji fermanê ne kêmtir e. Pêwîst e herkes bang li mirovên xwe yên kampan bike ku vegerin ser axa xwe. Ji ber ku hebûna Êzidiyan Şengal e.’’

‘IRAQ KESÊN BERXWEDÊR Û XIZMETKAR RED DIKE’

Hevseroka MXDŞ’ê Cîhan Celo her wiha derbarê amadekariyên hilbijartina Parlemena Iraqê jî nirxandin kir û ji bo betalkirina namzetiya Xwedêda Çûkê wiha got: ‘’Kesên ku di fermanê de li hemberî DAIŞ’ê li ber xwe daye, heya niha xizmet ji bo civaka xwe dike, biryar ji bo wî kesî hatiye girtin ku ji hilbijartinan were dûrxistin. Li ser ew kesên ku li dijî DAIŞ’ê li ber xwe daye biryarên bi vî şeklî tên girtin. Şerê dewleta Iraqê ya li hemberî civaka Êzidî niha eşkere bûye.’’

‘GELÊ ME FERZKIRINÊN IRAQÊ QEBÛL NAKE’

Cîhan Celo di dawiya nirxandina xwe de jî bal kişand ser rewşa îdarî ya Şengalê û wiha axivî: ‘’Ji bo îdareya Şengalê jî, ji salekê bêhtir e ku ji bo qeymeqam û midûr biryar hatiye girtin lê heya niha jî naxwazin ev îdare bikeve destê gelê Şengalê. Li hemberî êrîş û siyaseta dewleta Iraqê pêwîst e helwest were nîşandan. Iraq çima naxwaze Êzidiyên koçber vegerin ser axa xwe, çima rê li ber wan kesan digire ku dixwazin li Parlemena Iraqê xizmeta gelê xwe bike? Lê gelê me vê ferzkirinê qebûl nake, Rêveberiya Xweser heye ku 11 sal in pêşengtî ji berxwedana Şengalê re kiriye. Wê Rêveberiya Xweser ji niha û pê ve jî li hemberî van planan bisekine. Pêwîst e gelê me jî li hemberî van planan bisekine. Li Şengalê hêza herî rewa, hêza herî xurt hêza gel e. Em vegerin ser axa Şengalê û li hemberî van planan bisekinin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kevana Zêrîn, Şehîd Delîla Meyaser bi bîr anî: Hêvî û armancên wê dijîn
Nûçeya Pişt re ‘Heta dilopa xwîna xwe ya dawî, em ê girêdayî armancên xwe bin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şandeyek ji Şengalê serdana RJAK’ê kir

Şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Şengalê li bajarê Silêmaniyê serdana RJAK’ê kir. Di hevdînê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Bahoza Melissa: Li Haitî herî kêm 20 kes mirin

Bahoza Melissa, ku li Karayiban xist, li Haîtî, Jamaîka û Kubayê wêraniyeke mezin çêkir. Herî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Zurîhê li dijî şer peyama têkoşîna hevpar hat dayîn

Jinan bi şewitandina makêta balafirê şer protesto kirin, bal kişandin ser girîngiya stratejîk a têkoşîna…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Gerîlayê Ereb: Banga Rêber Apo rêya min a azadiyê diyar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Rêberê Gelê Kurd di şert û mercên tecrîdê de ji bo aştiyê têdikoşe’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xelkê Şêladizê hişyariya dawî da PDK’ ku vegerên ji bo gund asteng dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cerdevanan pezê gundê dixwazin bidin koçberkirin qetil kirin!

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?