Şemî, 14 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tulay Hatîmogullari: Desthilatdariyê COP31 veguherandiye panoyeke reklamê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Bekir Demîr pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bila cihê gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî bên eşkerekirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sevda Ozbîngol: Daxwaza destpêkê ya jinan azadiya Birêz Ocalan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sosyolog Michel Kokoreff: Em şahidiya şiyarbûna siyasî ya nifşekî dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ciwanên ku bi torên sûc re rû bi rû dimînin, ji bo paşerojê pirsgirêkeke cidî ava dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    11’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê ji DAÎŞ’ê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê şehadeta Dersim Behar ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Îradeya me ya ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk tam e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîlê li dû şopa şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê salvegera rizgarkirina Şengalê pîroz kir: Şengal wê bi îradeya xwe azad bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin Kudat ê ku berdana wî 6 caran hat astengkirin piştî 34 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nesrîn Akgul: Jin ne temaşevanê aştiyê, kirdeya wê ya damêzrêner in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Bulut: Kujer diyar in, delîl li ber çavan in lê dewlet wan diparêze!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fusûn Demîrel bang li hunermendan kir: Ma hûn carekê ji bo jinan bimeşin wê tiştekî nebaş be?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 2 rojnamevanên jin cezayê hepsa malê û qedexeya derketina derveyî welat hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Danîşîna doza Baroya Stenbolê taloq bû
Rojane

Danîşîna doza Baroya Stenbolê taloq bû

Danîşîna doza bi daxwaza betalkirina erka serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Kaboglu û endamên lijneya rêveberiya baroyê û hilbijartina rêveberiya nû pêk hat. Danîşîna dozê taloqî 21'ê Adarê hat kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Adar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Danîşîna doza bi daxwaza betalkirina serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Kaboglu û endamên lijneya rêveberiya baroyê û hilbijartina rêveberiya nû pêk hat. Danîşîna doza ku Kaboglu û endamên lijneya rêveberiya baroyê bi sûcdariya ku der barê rojnameger Cihan Bîlgîn û Nazîm Daştan ên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama êrîşa balafira bêmirov a biçek a dewleta Tirk de hatin qetilkirin daxuyanî dan, doz li 27’emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Di rûniştinê de nûnerên gelek partiyên siyasî yên neteweyî û navneteweyî, sendîka, sazî û rêxistinan amade bûn.

Danîşîna dozê piştî tesbîta nasnameyan dest pê kir. Heyeta dadgehê daxwaza nêzî 100 saziyên ku xwestin mudaxaleyî dozê bikin red kir.

NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ NEANÎNA EPOZDEMÎR

Parêzerê Firat Epozdemîr, Baran Dogan bal kişand ser ku diviyabû muwekîlê wî bianîna salona dadgehê lê nehatiye anîn û wiha got: “Diviyabû Firat Epozdemîr li vir bûya. Firat xwest bi SEGÎS’ê re têkiliyê deyne, lê nehatiye qebûlkirin. Ji ber vê yekê, bêyî ku Firat li vir be ev doz pêk nayê. Şert û mercên rûniştina dozê pêk nehatine. Em daxwaz dikin ku Firat Epozdemîr bê danîşîna dozê û parastina wî bê girtin.”

Heyeta dadgehê, li ser daxwazê binihêrin biryara berdewama danişîna dozê da.

Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Kaboglu diyar kir ku dosyaya dozê li Dadgeha Asliye Ceza li dijî Makeqanûnê ye û di esasê xwe de doz li 81 baroyan hatiye vekirin. Kaboglû sedemên binpêkirina Destûra Bingehîn bi vî rengî rave kir: “Nirxandina karên ne li rê yên baroyê ancax dikare bibe mijara edaleta îdarî. Madeya qanûna ku di vî alî de destûra Dadgehên Sivîl dide, li dijî Destûra Bingehîn e. Erk û desthilatdariyên rêveberiyên herêmî di nava dadgeriya îdarî de ne jî, ji ber ku darizandina baroyan li dadgeriya dadgeriyê ye, li dijî xala 135’emîn a Destûra Bingehîn û Xala 76’emîn a Qanûna Parêzeriyê û prensîba wekheviyê ye. Mijara baroyan a pêvajoyeke bi vî rengî, di warê ewlekariya qanûnî de nediyariyê diafirîne.”

 GIRÎNGIYA AZADIYA RAMANÊ

Serokê berê yê Baroya Stenbolê Tûrgût Kazan wiha got: “Eger baro bi vê rêbazê bê bêdengkirin, wê li Tirkiyeyê mafê parastinê û darizandina adîl têk biçe. Tê wateya têkçûna baroyan a dewleta hiqûqê. Ev doz binpêkirina ewlehiyê ye. Bi ya min ev doz bi hincetên hêsan ên prosedurê nayê bihîstin. Dozgerî qebûl dike ku propaganda hatiye kirin. propagandayê dike , dibêje , ” di manewî de tevkarî li rêxistinê dike . Divê ez rave bikim bê ka Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Kasetê biryareke çawa daye.”

Kazan di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Dirûşmeyên weke ‘ Bîjî serok Apo ‘ hatin berzkirin . Dadgehê ji bo cezakirinê hewl da. Lê Dadgeha Bilind biryar da ku ew di çarçoveya azadiya ramanê de ye. Dozgerî dibêje , ‘propaganda xwedî bandoreke erênî ye’. Gotinên bi vî rengî yên wekî ‘Selam selam, hezar silav ji Îmraliyê re’ wek sûc nehatin dîtin û di çarçoveya azadiya ramanê de hatin nirxandin. Lê lêpirsîneke bi vî rengî li me hate vekirin. Li vê derê, hawira hiqûqê ya ewle ya hemû hempîşeyên me ji holê tê rakirin. Ez daxwazê ji Dadgeha Makeqanûnê dikim ku daxwazê binirxîne.”

Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Erînç Sagkan xebat û peyamên baroyê di çarçoveya hiqûqê de pêk hatiye û ev mudaxale li hemberî hemû hiqûqnasan e. 

BIRYAR 

Heyeta dadgehê biryar da ku mudaxaleya TTB’ê bê qebûlkirin, daxwaza şandina dosyayê ji dadgeha îdarî re bê redkirin û di danîşîna bê de bi SEGBÎS’ê endamê Lijneya Rêveberiya Baroya Stenbolê Firat Epozdemîr parastinê bike.Danîşîna dozê taloqî 21 ‘ê Adarê hat kirin.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Malbatên Girtiyan bang li her kesê kirin ku li dora Rêber Apo kom bibin
Nûçeya Pişt re Serokê Baroyê Kabaoglû: Doz operasyoneke siyasî ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HPG: Artêşa Tirk bi çekên qedexekirî, fosfor û çekên kîmyewî êrîş dike

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker tevî agirbestê jî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li zozanan Gulsima koçer, li çiyayan gerîlaya azadiyê Rojda

Dema ku heval û hogiran dest bi vegotina jina koçer û lêheng Rojda dikirin bedewî,…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Xelfetiyê agirê Newrozê hate vêxistin

Li warê Rêber Apo Xelfetiyê bi şîara “Azadî û Demokrasî” agirê Newrozê hate vêxistin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tulay Hatîmogullari: Desthilatdariyê COP31 veguherandiye panoyeke reklamê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayikên Şemiyê aqûbeta Bekir Demîr pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Bila cihê gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî bên eşkerekirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Sevda Ozbîngol: Daxwaza destpêkê ya jinan azadiya Birêz Ocalan e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?