Dara Zeytûnê zanayê qedîm ê xwezayê, remza sebir û nemiriyê ye. Mînak çîrokekê ye ku bi pelên xwe yên zîvî ber bi ezmanan ve hildikişe û di nava bê de dike pisepis. Bi rehên xwe sebirê digihîne kûrahiya dîrokê, bi bedena xwe li ber demê radibe. Berhemên xwe jî berhemdariya xakê ye, diyariya zêrîn a xwezayê ye.
Dara Zeytûnê li xaka xizan jî reh berdide, bi salan dikare li ser piyan bimîne û nîşaneya qewînî û aştiyê ye. Hem bi zeytûna xwe hem jî bi rûnê xwe şîfa û bereketê dide mirovan. Pelên xwe jî weke pirtûkeke dîrokê ye. Her şaxekî xwe çîrokeke cuda vedibêje.
Her pelekî xwe zanatiya rabirdûyê digihîne vê serdemê, her xeleka xwe jî şahidiya bêdengiya bi salan vedibêje. Ev dara ku bereketa xakê di nava rehên xwe de hildigire, nîşaneya qewîn a hêvî, aştî û berxwedêriyê radixe pêş çavan ku demsal jî derbas bibe hilnaweşe, lê hîn xurt dibe. Ew sebra bêdeng a xakê, soza bêedeng a aştiyê ye ku li ezmên hatiye nivîsandin.
Dara Zeytûnê yek ji mûcîzeyên herî mezin ê xwezayê ye. Nîşaneya herî xurt a jiyanê ye ku bi hezaran salan dikare li ser piyan bimîne, bedewa wê weke peykerekî bilind dibe û li gel ziwatiyê jî jinûve şîn dibe.
Dara Zeytûnê aramiyeke navxweyî dide kesên xwe dixin binê siya wê. Mirovên ku pê re dibe yek xwe digihîne aramiyeke ji demê wêdetir; bi xuşiniya xaka wê kêfxweşiyê, di bêhna xaka wê de jî geşbûnê dibîne.
Siya dara Zeytûnê weke benderek e ku di nava rageşî û tevlîheviya jiyanê de mirov xwe lê bigire. Mirov dema destê xwe dide bedena wê ya mezin, aramiya ji sedan salî di ruhê xwe de hîs dike û bi xwezayê re, bi xwe re digihêje aştiyeke kûr.
Ew kêliya aramî û bêdengiya bê dawî ye ku li her goşeya ruhê mirovan dineqişe, qelebalixiya jiyanê bêdeng dike û demê disekinîne.
Dara Zeytûnê li gel serma zivistanê kêliyekê jî hişk nabe û bi pelên xwe yên kesk destana herî zarîf a berxwedan û jiyanê dinivîsîne. Li hemberî xuşiniya bê her tim li ser piyan dimîne û bi wan pelên xwe yên zîvî her tim mizgîniya miharê di ruhê xwe de hildigire.
Bi şaxên xwe yên zanatiya sedan salî û bi rehên xwe yên ji bêdengiya xakê çerxa bêdawî ya jiyanê vedibêje. Ew ne l ber bahozan radibe ne jî serî li ber derbasbûna demsalan ditewîne; di her pelê xwe de nîşaneya qedîm a jinûve vejînê, berxwedêrî û aştiyê hildigre.
Dara Zeytûnê di wêjeya me de yek ji sembolên herî qewîn ê zanatî, aştî û nemiriyê ye. Rehên wê xwe berdide kûrahiya xakê, şaxên wê jî çîrokeke ji demê wêdetir vedibêje; weke zanayê bêdeng ê siruştê.
Di çanda me ya giştî de zeytûn ne tenê darek e, her wiha nîşaneya berxwedêriya ruhê mirov e. Ji ber ku bi sedan salan li gel ziwatî û xelayê li ser piyan dimîne, di berhemên helbestvan û nivîskaran de bûye yek ji metaforên herî xurt ên kêfxweşiya jiyanê û sebrê.
Dara Zeytûnê bi rêwîtiya xwe ya ji mîtolojiyê ber bi wêjeyê ve ne tenê sembolek her wiha weke felsefeyeke jiyanê derdikeve pêşiya me. Weke dostê herî dilsoz ê xakê bi rehên xwe, xwe li dîrokê digire û li ber demê radibe. Her kêliya li binê siya vê darê mirovan ji fikarên cîhanê xurt dike û digihîne xwezayê; bi xwe re aramiyeke navxweyî tîne. Xuşiniya pelên wê mîna lorîna herî kevn û aram a gerdûnê ye, ruhê mirovan aram dike, hînî mirov dike ku jiyanê bi xwezatiya xwe qebûl bike.
Zeytûn dilsozê xakê ye; bi rehên xwe bi kûrahiya xakê ve xwe girê dide ku bi vî rengî dibe bîra xakê. Ev têkiliya kûr wê aramiyê dide mirovan ku reh berde, xwebûnê hîs bike û baweriyê bi bingeha jiyanê bîne. Dema ku mirov li binê siya dara zeytûnê disekine herikîna demê ji bîr dike û bi xwezayê re dikeve nava ahengiyeke yekser. Ev jî aramiyeke navxweyî bi xwe re tîne.
Lewma dara Zeytûnê ne tenê nebatek e, ew mînakeke têkiliya herî bi wate û bi kok a mirovan a bi xwezayê re ye.
Zeytûn ku di kûrahiya bedena xwe de dîrokê, li ser pelên xwe jî sirên herî pak ên xwezayê dihewîne, nîşaneya bêdemiyê ye. Di germa zêde ya havînê de weke qadeke şênkahiyê, di serma zivistanê de weke çavkaniya berxwedêriyê her tim hêviyê dide mirovan. Her kêliya li binê siya wê ew gengeşiya li hundirê mejî bêdeng dike û wê aramiya qedîm a li kûrahiya ruhê mirovan jinûve geş dike.

