Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Divê civak xwedî li hunermendan, hunermend jî xwedî li civakê derkeve’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Orûç: Têkoşîna li dijî narkotîkê divê bi avakirina xeta civakî ya astengkirinê be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma muzîkê ya BaBa Zula: Em bi aştiyê re ne, divê desthilatdarî gavê biavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Ramazan Tan hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Aştî bi tevlîbûna jinan mayinde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Dayik ji bo azadiya Abdullah Ocalan li ber Meclîsê ne
Rojane

Dayik ji bo azadiya Abdullah Ocalan li ber Meclîsê ne

Dayikên di Nobeta Edaletê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Meclîsê kom bûn. Dayikan bal kişand ser Meşa Azadiyê ya Mezin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Sibat 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin, li pêşiya avahiya Meclîsê daxuyanî dan. Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistaqn Kiliç Koçyîgît û Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû jî tevlî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniya çapemeniyê de ewilî Halîde Turkoglu axivî û got ku armanca wan ew e ku daxwazên xwe bigihînin Wezareta Dadê. Turkoglû, axaftina xwe wiha domand: “Ji bo vê jî me daxwaza randevuyê kir. Bi hinceta ku wezîr li vir nîne randevû nehat dayîn. Me daxwazên xwe wek dosya pêşkeşî cigîrê Wezîrê Dadê kir. Em hêvî dikin ku dengê me bê bihistin. Bi taybetî niha li girtîgehan grevên birçîbûnê hene. Grev 65 roj in didome. Ji bo heq, hiqûq û edaletê girtiyên siyasî têdikoşin. Bi dawî kirina pergala tecrîda li Îmraliyê re dê heq, hiqûq û edalet pêk bên. Bi girtiyên siyasî re li Amed, Wan, Mêrdîn, Edene, Mêrsîn, Îzmîr, Stenbol û Enqereyê çalakiya Nobeta Edaletê hatin destpêkirin.”

Turkoglû, diyar kir ku daxwazên aştiyê bi çalakiya Nobeta Edaletê belavî tevahiya bajaran bû û ev tişt anî ziman: “Bi çalakiya Nobeta Edaletê û grevên birçîbûnê re dixwazin dengê xwe bidin bihistandin. Dayikên me ji bo pêkanîna heq, hiqûq û edaletê têdikoşin û bang li raya giştî dikin. Divê dev jî polîtîkayên şer bê berdan û ji bo avakirina aştiyê jî tecrîda li hemberî birêz Ocalan bê bidawîkirin û daxwazên girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin. Divê guh bidin dengê Dayikên Aştiyê. Ji ber vê yekê jî divê em piştevaniya xwe mezin bikin.”

Dayika Aştiyê Hamdiye Kirici jî banga mezinkirina têkoşîna ji bo rakirina tecrîdê kir û wiha got: “Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe wê jiyaneke demokratîk dest pê bike. Loma em dîsa bang dikin ku têkoşîn bê mezinkirin. Li nêzî 100 girtîgehan ji bo azadiya birêz Ocalan, rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd greva birçîbûnê hatiye destpêkirin. Îro çalakiya greva birçîbûnê kete roja 65’an. Ji bo tecrîd rabe divê gavên hiqûqî bên avêtin.”

Di berdewamê de Kirici daxuyand ku heke gav neyên avêtin dê ji encamên neyînî saziyên têkildar berpirsyar bin û wiha pê de çû: “Ji bo em piştgiriyê bidin çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, me li Kurdistan û Tirkiyeyê dest bi nobetên edaletê kirin. Divê hemû girtî azad bibin. Daxwazên girtiyan daxwazên me ne. Wê daxwaza me ya azadî û edaletê bidome. Rûyê din ê rejîma tecrîdê jî polîtîkayên li dijî girtiyan e. Divê girtiyên nexweş azad bibin. Em bang li Wezareta Dadê û rayedarên saziyan dikin ku ji bo berdana girtiyên nexweş gav biavêjin.”

Kirici, axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo tecrîda li ser birêz Ocalan rabe û birêz Ocalana azad bibe, em bang li jinan, raya giştî û civaka navneteweyî dikin. Divê Wezareta Dadê berpirsiyariya xwe bîne cih.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Semsûrê namzet hatin nasandin, Meşa Azadiyê hate silavkirin
Nûçeya Pişt re Tirkiye di gendeliyê de ji nav 180 welatan di rêza 115’an de ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Malbatên Qamişlotê daxwaza berdana zarokên xwe kirin

Malbatên dîlgirtiyan ên ji Qamişloyê banga berdana tavilê ya zarokên xwe yên li cem hikûmeta…

Ji aliyê Stêrk TV

Qendîl bi rengê biharê xemilî

Bi biharê re xwezaya li Qendîlê ji nû ve geş bû. Darên bihîvan bişikivîn, çiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Geverê tundiya polîsan a li dijî ciwanan hate şermezarkirin

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), tundiya polîsan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Divê civak xwedî li hunermendan, hunermend jî xwedî li civakê derkeve’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Orûç: Têkoşîna li dijî narkotîkê divê bi avakirina xeta civakî ya astengkirinê be

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Koma muzîkê ya BaBa Zula: Em bi aştiyê re ne, divê desthilatdarî gavê biavêje

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 12’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?