Dayikên Aştiyê wê ji bo serketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Enqereyê çalakiya “Nobeta Aştiyê” ya du rojî lidar bixin. Ji bo tevlîbûna çalakiyê dayik ji Wan û Amedê hatin ba hev û bi otobusan ber bi Enqereyê ve bi rê ketin.
Di nav çalakvanan de dayikên 70 salî jî hene. Çalakvan bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Dayikan” û “Jin Jiyan Azadî” li otobusan siwar bûn. Dayikên ku wê daxwazên xwe yên ji bo aştî û çareseriyê bigihînin Enqereyê, beriya rêwîtiyê ji ajansa me re axivîn.
‘BILA RONDIKÊN ÇAVÊN DAYIKAN NEHERIKIN’
Dayikên Aştiyê diyar kirin ku ji bo azadiya Rêber Apo, serketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, bidawîbûna binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û rondikên çavên dayikan êdî neherikin, ew diçin Enqereyê û destnîşan kirin ku aştî berpirsyariya hevpar a hemû civakê ye.
Dayikan ragihandin ku heta daxwazên wan tên pêşwazîkirin ew ê têkoşîna xwe bidominin û bang li her kesê kirin ku piştgiriyê bidin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û Nobeta Aştiyê ya li Enqereyê.

