Dayikên Aştiyê yên Kurdistanê têkildarî tevlîbûna xwe ya ji bo Pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê’ daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de dayikan girêdanbûna xwe ya bi Pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê’ piştrast kir.
Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dadgeha rejîma Îranê ya ne adil rojane cezayê bidarvekirinê yê komî yên bê bingeh dide girtiyên siyasî û sivîlan û got: “Her roja diçe siha rejîma darvekar li ser serê girtiyan girantir dibe.”
Di dewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ku mafê jiyan, azadî û rûmeta mirovan mafekî nayê ji destgirtine nabe ku qet dayîkek ji tirsa darvekirina zarokê xwe bijî û ev hate gotin: “Bi darvekirinê tenê ruhê kesekê nayê stangin, belkû malbatek heta heta zehmetî dikişîne, bandoreke mezin heta temenê dawî yê jiyanê li ser malbatê dike. Em piştgiriya xwe ya ji bo malbatên ku kesûkarên wan winda ne, dikin. Daxwaza lezgîn a çarenûsa wan dikîn. Herî dawî em daxwaz ji hemû malbat, saziyên mafê mirovan, azadîxwazan dikîn ku bibin dengê wan heta ji bo azadî û rastî derkeve holê.”

