Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DEM Partî li Amedê kongreyê pêk tîne
Rojane

DEM Partî li Amedê kongreyê pêk tîne

Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê dest bi amadekariyên ji bo Kongreya Asayî ya 1'emîn kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Gulan 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Rêxistina Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) a Amedê têkildarî 1’emîn Kongreya Asayî ku dê di meha pêş de li dar bixin, li avahiya bajêr daxuyanî da. Li ser navê komîsyona kongreyê metnê kurdî Rifat Ronî, metnê tirkî jî Gulseren Pervane xwend.

Ronî, diyar kir ku DEM Partî bi têkoşîna ku ji 10 salan zêdetir e bi ked û berdêlên mezin siyasetê dimeşîne, mîratgira kevneşipiya şoreşger û navnîşana siyaseta demokratîk e û wiha got: “Bi salan e li hember hemû êrîş, zext, zor û çewisandinan, li ber xwe daye, bi paş ve gav neavêtiye. Rastiyeke DEM Partiyê ya ku hêza xwe ji gel digire heye. Weke partiyên me yên xwedî çanda siyaseta demokratîk, bi çi zor û zehmetiyan gihîştine van rojan, DEM Partî jî, dê bi vê zanîn û hişmendiyê kevneşopiya şoreşgerî bidomîne.”

Ronî, da zanîn ku gel heta îro bi berdêlên mezin xwedî li partiyên xwe yên xwedî siyaseta demokratîk derketiye û wiha domand: “Bi dehsalan e ku bi aqilê dewletê pêkanînên nedemokratîk, bêhiqûq û faşîzan ên ku li tu dera dinyayê nehatine dîtin, li dijî partiyên me yên siyaseta demokratîk dikin pêk hatin. Serkeftina têkoşîna zindî û berxwedêr, encama têkoşîna gelê me û rêhevalên me yên ku di şert û mercên herî zehmet û giran de bi awayekî demdirêj, bi biryardarî têkoşîn meşandine ye. Silav ji hemû gelê me yê ku bi biryardarî têkoşîn meşandiye û ji bo jiyana bi rûmet ked û berdel daye re.”

Ronî, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wekî ku tê zanîn, DEM Partiyê di 10 mehan de hilbijartinên parlamentoyê û rêveberiyên herêmî pêşwazî kir. Gelê me, ligel hemû zext, zor, çewisandin, qirkirinên siyasî, pêvajoya hilbijartinan bi awayekî serkeftî derbas kir. Hem nirxandina rewşa me ya rêxistinî ya di pêvajoya hilbijartinê de, hem jî, ji bo bi awayekî xurt pêşwazîkirina siyaseta siberojê bi pêşbînî têkoşîn hate meşandin.

Her wiha, ji avabûna komarê heta vê demê û serdema desthilata AKP’ê û MHP’ê jî di nav de li dijî siyaseta demokratîk operasyonên qirkirina siyasî pêk tên, hemû maf û azadî tên binpêkirin, her roja ku derbas dibe, bêhiqûqî li tevahiya welat belav dibe û di encama vê bêhiqûqiyê de pêşengên siyaseta demokratîk bi hincetên bêbingeh tên darizandin û di şertên tecrîdê de tên girtin.”

Ronî, bal kişand ser tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê û ev tişt gotin: “Tecrîd, di serî de li Girtîgeha Îmraliyê, li tevahiya girtîgehan gihîştiye asta herî jor û tevahiya welat veguherandiye girtîgeha servekirî. Em ê tu car vê bêhiqûqiyê û cotstandardiya li dijî siyaseta demokratîk qebûl nekin û bi rihê 8’ê Adarê, Newroza sembola berxwedanê û bi ruhê 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran têkoşîna aştî, azadî û wekheviyê bilind bikin û xebata Kongreya Asayî ya Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê bidin destpêkirin.”

Ronî, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ev kongre, dê bibe çavkaniya têkoşîna biryardar. Heta ku tecrîda li girtîgehan were şikandin, aştî, azadî û wekhevî li welatê me serwer bibe, dê ev têkoşîna me ya biryardar bidome. Kongreya me, li me, li gelê me û partiya me pîroz be.

Em soz didin ku, em ê şev û roja xwe bikin yek, rêxistinbûyîna xwe xurt bikin û ji bo serkeftinê çi pêwist be, em ê wê bikin. Em baş dizanin ku şertê serkeftinê rêxistinbûyîn e, ked e, liyaqat e, fedakarî ye, rêgezên girêdana bi partiya xwe û bi aqilê hevpar, esasgirtina îstîşareyê ye.  Ji bo berdewamiya sazûmaniya pergala hevserokatiyê ya ku di encama têkoşîna jinan de hatiye bidestxistin û temsîliyeta wekhev a jinan xeta mor a tekoşîna me ya azadiyê ya dehsalan e.

Em di pêvajoyeke ku li Rojhilata Navîn û tevahiya dinyayê baweriya pêkhatina şoreşa jinan xurt bûye, bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ û bi paradîgmaya ekolojîk demokratîk û azadîxwaziya jinan kongreya xwe pêk tînin. Beşdariya ciwanan a bi dirûşmeya ‘Me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî serbikevin’  beşdariya ciwanan a pêvajoya kongreyê ji bo xebatên me yên kongreyê xaleke sereke, girîng û jiyanî ye.”

Ronî, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi vê hişmendî, bîr, bawerî û biryardariyê em bang li jin, ciwan, karker, kedkar û hemû beşên civakê dikin ku werin hêz bidin xebatên kongreya me, di rêveberiyên rêxistinên bajar û navçeyan ên DEM Partiyê de cih bigirin. Dem dema mezinkirina têkoşînê û bi serkeftinê tacîdarkirinê ye. Roj roja; bi hêza gel, aqilê hevpar û îstîşareyê xurtkirina rêxistinbûyînê ye. Em ê bi hev re têbikoşin! Em ê bi hev re li ber xwe bidin! Em ê bi hev re serbikevin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Milîsên HBDH’ê li Kocaeliyê fabrîqeyek dan ber agir
Nûçeya Pişt re DEM Partî ji Serokê Meclîsê re got: Pêdivî bi paqijkirina rê heye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di çalakiya protestokirina qeyûm de 10 kes hatin binçavkirin

Piştî ku Rêveberiya CHP’a Stenbolê ji peywirê hatin girtin, Gursel Tekîn ê ku wekî qeyûm…

Ji aliyê Stêrk TV

Pakistanê êrîşên hewayî li ser sînorê Efganistanê pêk anî: Herî kêm 18 mirî

Pakistanê ragihand ku êrîşên hewayî li ser 7 nuqteyên li ser sînorê Efganistanê pêk aniye.…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Hesekê û Dirbêsiyê Newroz: Gerîla hatin silav kirin

Di pîrozbahiyên Newrozê yên li Hesekê û Dirbêsiyê de çalakiyên gerîla hatin silavkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?