Sêşem, 14 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî: Îradeya çareseriyê divê bi gavên şênber bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Komeleya Ahbap: 38 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêlîn Umît: Di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo jiyanê destberdana ji bedena xwe: Greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li Tirkiye û Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: ‘Rêber Apo xeyalên Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bi Komara Demokratîk tacîdar bike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Fermandariya YRK’ê cangoriyên 14’ê Tîrmehê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nameya destpêkê ya ku Hayrî Dûrmûş beriya 46 salan ji girtîgehê nivîsî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ’14’ê Tîrmehê tarîtiya li ser hebûna gelê Kurd ji holê rakir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Iraqê pêvajoya entegrasyonê: Gelo peymaneke nû ya 9’ê Cotmehê tê amadekirin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    14’ê Tîrmehê nexşerêya berxwedan û jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    60 girtiyên jin ên din veguhestin Girtîgeha Evînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di 6 mehên destpêkê yên salê de 150 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêza pêşeng a veguherîn û birêxistinbûna demokratîk: Bakur

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji destpêka salê û vir ve li Herêma Kurdistanê 31 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Destana lehengiya azadiya jinan: Şîlan Kobanê
Rojava

Destana lehengiya azadiya jinan: Şîlan Kobanê

Têkoşer, berxwedêr û qehremana jina azad Şîlan Kobanê, di nava mercên herî zehmet de li dijî her cure desthilatdarî û fikrên eşîrtiyê serî rakir û bû lêgerînvana azadiyê û li ser şopa fikrên Rêber Apo bû têkoşera serdemê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Têkoşer Şîlan Kobanê di sala 1971’an de li Kobanê di nav malbateke welatparêz a ji eşîra Kêtikan de ji dayîk bû. Têkoşer Şîlan Kobanê di biçûkaniya xwe de serî li hemberî zîhniyeta paşverû ya civakê radike. Di destpêkê de li hemberî desthilatdariya eşîran a ku jinan weke amûrekê dibîne, rakir û piştre jî li hemberî  dewletên mêtînger serî rakir û bi vê serîrakirina xwe hişt ku her kes rêzê ji vîna wê re bigire.

Şîlan di zarokatiya xwe de xwedî wê cesaretê bû ku di nava malbatê de xwedî taybetmendiyên şoreşgerî bû û  di 6 saliya xwe de li hemberî zihniyeta eşîrtiyê rabû ku tevî destûrnedayîna malbata xwe jî dest bi dibistanê kir. Piştî demeke kurt malbata wê jî ji ber rewşa aborî berê xwe dide bajarê Helebê û li wir Şîlan di 7 saliya xwe de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike.

LI HEMBERÎ QALIBÊN EŞÎRTIYÊ RABÛ Û EW RÛXANDIN

Bajarê Kobanê xwedî çandeke eşîriye ye û Şîlan jî di navbera nakokiyên pergal û eşîran de mezin bû. Malbata wê ji ber rewşa aboriyê koçî bajarê Helebê dike, lê belê malbatê zihniyet û çanda xwe li wir jî berdewam kir. Destûr nedihat dayîn ku zerokên keç biçin dibistanê. Lê belê Şîlan bi israreke mezin ev qaliba di malbatê de şikand. Tim di nava lêgerîna azadiyê de bû.

QALIBÊN EŞÎRTIYÊ LI HEMBERÎ TÊKOŞÎNA ŞÎLANÊ TÊK ÇÛN

Şîlan Kobanê li hemberî qalibên eşîrtiyê rabû, ew qalib li hemberî cesaret û îradeya Şîlanê têk çûn. Şîlan di xwendina xwe de jî gelekî serkeftî bû ku di pola xwe de xwendekara herî serkeftî bû.  Ji ber sekna wê her kesî jê re rêz digirt. Şîlan cihê baweriyê bû.

DEST BI TÊKOŞÎNA LI HEMBERÎ DESTHILATDARIYÊ KIR

Di sala 1980`î de malbata Şîlanê Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike. Li hemberî şoreşgerên Azadiya Kurdistanê li cem Şîlanê eleqe û hezkirineke mezin peyda dike ku dixwaze wan ji nêz ve û zêdetir nas bike. Bi eşqeke mezin beşdarî civîn û çalakiyên wan dibe. Piştre li gel hevalên xwe koma hunerî ya bi navê ‘Agirî’ ava dike û beşdarî gelek şahiyan dibe. Di 12 saliya xwe de ji bo pîrozkirina Newrozê  beşdarî şahiyekê dibe û piştre ji aliyê rêjîma Sûriyeyê ve bi qasî 5 rojan dîl tê girtin. Şîlan ji wê çaxê de dest bi têkoşîna li hemberî her cure desthilatdariyan dike.

DIBE AŞIQÊ ZIMANÊ KURDÎ

Şehîd Şîlan Kobanê li hemberî her cure tundî û neheqiyan radibe ku bi taybet jî yên li ser jinan û dibe çirûska azadiya jinan. Şîlan di zarokatiya xwe de ji aliyê kadroyên pêşeng ve xwe fêrî zimanê Kurdî dike û ji ber eşqa xwe ya ji bo zimanê Kurdî  him heval û him jî malbata xwe li dor xwe kom dike û wan jî fêrî zimanê Kurdî dike ku vê yekê jî bi dizî û rêxistinkirî dike.

DÎTINA RÊBER APO

Şîlan di sala 1982’yan de dema 11 salî  bû Rêber Apo dibîne û têkildarî vê yekê dibêje; “Ew yek di jiyana min de kêliya herî watedar  bû. Piştî wê rojê min fêm kir ku wê êdî jiyana min ne weke berê dewam bike. Ez ê evîndarê Kurdistan û azadiyê bibim û ez ê li pey wan biçim.’’ Piştî wê gotina xwe, Şîlan bi temenê xwe yê biçûk dest bi kar kir û bû lêgerînvanê azadiyê.

Di Tebaxa 1987’an de li bajarê Helebê tevlî têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe û li gel 4 hevalên xwe berê xwe dide Libnanê û li wir jî tevlî Akademiya Mehsûm Korkmaz dibe. Şîlan li wir di navbera sînorê Sûriyeyê û Lubnanê de dîl tê girtin û bi qasî du mehan li zîndanên rêjîma Sûriyeyê rehîn tê girtin.  Piştî ku ji zîndanê derdikeve, car din dixwaze derbasî akademiyê bibe. Derbas dibe û cihê xwe di nava Radyoya Dengê Gerîla de di beşa Erebî de digire û li wir dest bi karê çapemeniyê dike.

Şîlan Kobanê salekê li kampên Lubnanê li cem Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimîne û li wir perwerdeya siyasî û leşkerî distîne. Şîlan Kobanê tevî temenê xwe yê biçûk jî israr dike ku li çiyayên Kurdistanê têbikoşe. Lê belê ji ber temenê wê yê biçûk Rêber Apo vê israra wê qebûl nake û Şîlan li Efrîn û Helebê dest bi xebatên rêxistiniyê dike.

ENDAMA HERÎ BIBANDOR A PARTIYÊ

Şîlan di sala 1991’an de car din berê xwe dide çiyayên azad û li gel derxistina kovaran, dibe nûçegihana şer. Di Konferansa Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistanê ya 1995’an de, Şîlan weke Endama Komîteya Navendî ya YAJK’ê tê hilbijartin. Di nava şert û mercên herî zehmet de, bi sekna xwe ya bi cesaret û bê teredûd ji hevrêyên xwe re dibe çavkaniya îlham, hêz û moralê. Şîlan bi demê re di nava rêveberiya tevgerê de jî cihê xwe digire û her ku diçe di nava tevgerê de dine endameke bibandor. 

Di sala 2003’yan de jî bi avakirina Kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şîlan dibe Endama Desteya Rêveber a Partiyê. Li ser vî esasî berê xwe dide Rojava û li xebatên xwe didomîne.

Şîlan Kobanê di 29’ê Mijdara 2004’an de li ser sînorê di navbera Iraq û Sûriyeyê de di encama kemîneke hevbeş a rêjîma BAAS’ê û dewleta Tirk de li gel hevrêyên xwe Zekeriya, Ciwan, Fûad û Cemîl li bajarê Mûsilê tevlî karwanê şehîdan dibe.

Şîlan ne tenê li Rojava, li her çar perçeyên Kurdistanê bû sembola jina azad û bû pêşenga tevahiya jinên ku li hemberî zîhniyeta desthilatdar têdikoşin. Ji bo wê roj bi roj Şoreşa Rojava ku weke Şoreşa Jinan tê pênasekirin, dest pê kir, bû mîrasa tevahiya jinên azadîxwaz û hemwextê wê jî bi saya jinên pêşeng jî vê şoreşê li seranserê cîhanê deng veda.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Divê em bi rêya perwerdeya malbatê tundiya li dijî jinan ji holê rakin’
Nûçeya Pişt re Şehîd Şîlan û hevrêyên wê li Kobanê hatin bibîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nasnameya şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûdê hate eşkerekirin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya 8 şervanên xwe eşkere kir ku di berxwedana…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Başûrê Kurdistanê gel ji bo Rojava seferber bû

Li Başûrê Kurdistanê mamoste û xwendekar ji bo piştgiriyê bidin Rojava li gelek bajaran daketin…

Ji aliyê Stêrk TV

Rageşiya li ser xeta Washington û Berlînê mezin dibe

Serokê DYE’yê Donald Trump, mijara kêmkirina hejmara leşkerên Emerîkayê yên li Elmanyayê xist rojeva xwe.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Berxwedana 14’ê Tîrmehê agirê têkoşîna bi rûmet gur kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Kesên ku vedigerin Efrîn ji ewlehiyê bi fikar in: Em hîn jî di nav tirsê de dijîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Derayê êrîşî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xelkê Dêrikê bertek nîşanî guhertina navên bajar û gundn Rojava dan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?