Desteya Şopandin û Nirxandinê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatiye avakirin, di bin serokatiya Alîkarê Serokkomar Cevdet Yilmaz de li Qesrê civiya.
Wezîrê Edaletê Akin Gurlek, Wezîrê Karên Hundir Mûstafa Çîftçî, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler, Sekreterê Giştî yê Serokkomariyê Hakki Sûsmaz, Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin, Sekreterê Giştî yê Desteya Ewlekariya Mîllî Okay Memîş beşdarî civînê bûn.
Desteya Şopandin û Nirxandinê civîna xwe ya destpêkê 24’ê Tebaxê pêk anî bû.
Her wiha kabîne jî wê îro bi serokatiya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan bicive.

