Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Di 70 rojên dawî de herî kêm 17 kolber hatin qetilkirin
Kurdistan

Di 70 rojên dawî de herî kêm 17 kolber hatin qetilkirin

Li gorî agahiyên ku Kolbernewsê parve kir, di nava 70 rojên dawî de li herêmên sînor ên Kurdistanê di nava wan de zarokek jî hene bi giştî 17 kolber jiyana xwe ji dest dane. 12 ji wan di encama gulebarana rasterast a hêzên dewleta Îranê de hatin qetilkiri

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li gorî nûçeya Kolbarnewsê, di nava 70 rojên dawî de 17 kolber li ser sînor ê Kurdistanê ji ber sedemên weke guleyên rasterast ên hêzên dewleta Îranê, hîpotermî, qeyrana dil û ketina ji zinar jiyana xwe ji dest dan. Ji van 12 kolber (ji sedî 71) di encama gulebarana rasterast a hêzên sînor de jiyana xwe ji dest dan, kolberek ji ber qeyana dil jiyana xwe ji dest da, 2 kolber ji ber hîpotermiyê jiyana xwe ji dest dan, 2 kolber jî dema li ser sînor dihatin şopandin ji ber ji zinar ketin jiyana xwe ji dest dan. Di nav wan de kolberekî zarok ê 15 salî yê bi navê Hestyar Abdulkerîmî jî heye.

Têkildarî kolberên hatin qetilkirin ev agahî hatin parvekirin:

– 23’yê Adara 2024 Şemî: Kolber Peyman Ehmedî yê 35 salî û xelkê Ciwanroyê di encama gulebarana rasterast a hêzên ser sînor li ser sînorê Newsûdê jiyana xwe ji dest da.

– 24’ê Adara 2024 Yekşem: Kolberê bi navê Soran Abdî yê 22 salî  xelkê Banê ye û zewicî ye, ji aliyê hêzên ser sînor ve li herêma Hengelal hate qetilkirin. Hat hînbûn ku hevjîna wî ducanî ye.

– 24’ê Adara 2024 Yekşem: Kolber Muhammed Beyar Muhammedî yê 48 salî, xelkê gundê Zîran a ser bi Ciwanroyê, dema li ser sînorê Newsûdê ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da.

– 24’ê Adara 2024 Yekşem: Zarokê 15 salî kolber Hestyar Abdulkerîmî yê xelkê bajarê Dîwandere ye, li sînorê Mişawê ya Seqizê di bin berfê de ma, ji ber hîpotermiyê jiyana xwe ji dest da.

– 24’ê Adara 2024 Yekşem: Kolber Seîd Salusî (33) yê xelkê Pîranşarê di dema kar de wenda bû û ji ber hîpotermiyê jiyana xwe ji dest da.

– 28’ê Adara 2024 Pêncşem: Kolberê ji gundê Elmane yê Merîwanê Şurş Şukrî ji ser girên Tetehê ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.

– 28’ê Adara 2024 Pêncşem: Kolber Ebubekir Maxûzî yê xelkê Mîrabadê li ser girên “Deşta Wezîne” ya Serdeştê ji zinar ket û jiyana xwe ji dest da.

– 13’ê Nîsana 2024 Şemî: Kolberê 20 salî Mehrdad Evdilazade yê xelkê gundê Merexan a ser bi Serdeştê di encama gulebarana rasterast a hêzên sînor, li ser sînorê Beytûşê jiyana xwe ji dest da.

– 13’ê Nîsana 2024 Şemî: Kolberê 40 salî Umêd Seîdî li sînorê Bestam a Seqizê ji aliyê hêzên sînor ve hat qetilkirin. Piştî lêgerîna 8 saetan cenazeyê wî hat dîtin.

– 17’ê Nîsana 2024 Çarşem: Seywan Destefken wekî “Seywan Derepemeyanî” tê naskirin ku zewicî bû û zarokekî wî yê biçûk xelkê gundê Dêrepemeyanî yê ser bi Merîwanê ye, li çiyayê Tate ya Hewramanê ji aliyê hêzên sînor ve hat qetilkirin.

– 21’ê Nîsana 2024 Yekşem: Kolber Şiwane Ehmedpûr ê 34 salî, xelkê gundê Necenê ya bi ser Bane ye, di encama gulebarana rasterast a hêzên sînor de li devera sînorê “Bêlekiyê” hate qetilkirin. Şiwane Ehmedpûr ewicî bû û zarokek wî hebû.

– 01’ê Gulana 2024 Çarşem: Hêmin Ehmedî ê 45 salî û zewicî bû, zarokek wî yê 8 nsalî hebû û xelkê gundê Karize yê ser bi Seqizê ye li sînorê devera Bestamî ji aliyê hêzên sînorî ve hate gulebarankirin û hate qetilkirin.

– 02’ê Gulana 2024 Pêncşem: Celal Suhrabî yê 40 salî, xelkê gundê Tacanî yê bi ser Bane ye, li devera sînorî ya “Surkêwî” ji aliyê hêzên sînorî ve hate qetilkirin. Zewicî bû û du zarokên wî hebûn.

– 5’ê Gulana 2024 Yekşemê, hêzên sînor li devera sînorê HengeCal a bajarê Bane, kolberek gulebaran kirin û qetilkirin. Hate zanîn ku kolberê bajarê Seqizê yê 40 salî Eta Rustempur e.

–  9’ê Gulana 2024 Pênşemê, li sînorê herêma Serdeştê, hêzên Îranê kolberê bi navê Salar Ehmedî yê xelkê gundê Nelasî bi guleyên DShK’ê kirin armanc û qetil kirin.

– 16’ê Gulana 2024 Pêncşemê, kolberê bi navê Wehîd Qadirpûr ê xelkê Seqizê, li sînorê herêma Hengecel a Bane, ji aliyê hêzên sînor ve hat qetilkirin.

– 28’ê Gulana 2024 Sêşemê, hêzên sînor li devera sînorê Hengecel a bajarê Bane, komek kolber gulebaran kirin û di encamê de Sîna Resûlzade ya 19 salî xelkê gundê Nelasî yê Serdeştê kiyana xwe ji dest da.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Milîsên HBDH’ê li Tarsûsê TIR’ek û 7 wesayît dan ber agir
Nûçeya Pişt re Li dijî qirkirina çandî stranên bi zaravayên cuda
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyên şehîdên Dêrikê hatin veşartin

Cenazeyên Enes Mihemed û Ebdullah Ehmed ên duh di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Koyê partiyên Rojhilat 4 car hatin bombebaran kirin

Ji saetên nîvro ve heta niha bi dijwarî êrişî partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê…

Ji aliyê Stêrk TV

Şam peyman binpê kir: Li Meskenê şer e

QSD’ê ragihand ku Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê lihevkirina ku bi navbeynkariya hêzên navneteweyî çêbûye, binpê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?