Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di 20’ Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin bi koma 206’an û di roja 1070’an de didome.
Dewrgirtina çalakiyê li Saziya Malbatên Şehîdên a Mexmûrê bi amadebûna gel bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 205’an Hecî Çelî axivî.
Hecî Çelî di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser çalakiya nobetê ya ku ev 3 salin li wargehê berdewam dike û wiha got: “Armanca me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Wek tê zanîn jî armaca rêxistin û Rêber Apo jî azadiya gelê Kurd û gihana gelê Kurd a mafê xwe ye. Li ser vê bingehî 50 salan şerekî bênavber berdewam kir. Di vê pêvajoya Rêber Apo dayî destpêkirin de ji hemû demê zêdetir kar û xebat ji me tê xwestin. Ji ber ku aştî pêkanîn ji şerê çekdarî meşandinê girantire. Kurdê dibêje ez welatparêz û Apoyî me; divê heta dawî ji bo vê pêvajoyê alîkar be. Pêwîste em destê Rêber Apo xurt bikin.”
Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ bidawî bû.

