Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Di çalakiyên li dijî xespê de, peyama mezinkirina berxwedanê hate dayîn
Rojane

Di çalakiyên li dijî xespê de, peyama mezinkirina berxwedanê hate dayîn

Li dijî xespkirina şaredariyan a bi derbeya qeyûmê, li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Piştî Colemêrg, Esenyûrt, Êlih, Mêrdîn, Xelfetî, Dersim û Xozatê, li navçeya Miks a Wanê jî desteserkirina şaredariyê li gelek bajaran hate protestokirin.

ŞIRNEX

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xespkirina Şaredariya Miksê protesto kir. Çalakî li Kolana Sanat a li Cizîrê hate lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta “Qeyûm derbeya li îradeya gel e” hate vekirin û dirûşmeyên “Bêdengî mirin e, berxwedan jiyan e” hatin berzkirin.

Hevseroka Şirnexê ya DEM Partiyê Nûrcal Alturk bang li hikûmeta AKP’ê kir ku dawî li van polîtîkayên qirêj bîne.

Parlamenterê Şirnexê yê DEM Partiyê Zekî Îrmez jî got, “Li Aliyekê çareseriyê diaxivin, dibêjin bila DEM Partî û Birêz Abdullah Ocalan hevdîtinê bikin, li aliyê din jî van polîtîkayên qirêj dimeşînin.” Gel bi berzkirina dirûşmeyan heta avahiya Cizîrê ve meşiya.

 ANTALYA 

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Antalyayê li avahiya partiyê derbeya qeyûman protesto kir. Ji Rêveberên partiyê Evîn Akdag axivî û got: ‘’Dorpêçkirina şaredariyan bi awayekî eşkere nîşan dide ku rejîma siyasî meşrûbûna xwe ya demokratîk ji dest daye. Li ser vê xakê tu desthilatdarî bi zordestî û zulmê ava nebûne û ava nabin jî. Ev derbeyeke li îradeya gel e. Ev deq û dolaba li hemberî hêviyên aştiyê ne. Em ê tu carî serî netewînin û em ê tim têkoşîna xwe bidomînin.’’

 WAN

Li Wanê jî gelek kes hatin li ba hev û heya Qada Bajêr meşek hate lidarxistin. Di meşê de dirûşmeyên; ‘’Wê qeyûm biçin û gel were’’, Bijî berxwedana Miksê” û “Bijî berxwedana Rojava”  hatin berzkirin.

Hevseroka Bajêr a DEM Partiyê Gulşen Kûrt axivî û got: ‘’Gelê Wanê di hilbijartinan de îradeya xwe bi awayekî zelal nîşan da. Desthilatdariya AKP-MHP’ê li hemberî gelê Wanê derbeyeke siyasî pêk tîne. Gelê me wê tu carî vê yekê qebûl neke.’’

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî got: ‘’Li ser van xakan qirkirinên pir mezin hatin kirin. Pêşengên gelê Kurd hatin darvekirin û sirgûnkirin. Lê belê gelê Kurd li hemberî van polîtîkayan serê xwe netewand. Gelê Kurd bi têkoşîneke mezin berxwedana xwe mezin kir.’’

Parlamenterê Colemêrgê Vezîr Coşkûn jî axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Yên ku îro weke qeyûm dikevin avahiyên şaredariyan bila bizanibin ku wê rojekê di dadgehên serbixwe de hesaba vê yekê bidin. Em wan ji Koçgirî, Roboskî û Zîlanê nas dikin. Wan di wê serdemê de jî tu encam bidest nexistin û îro jî tu encaman bi dest naxin. Ji ber ku li Îmraliyê tecrîdeke giran heye îro qeyûm tên tayînkirin. Ew nizanin ku ew ê li Kurdistanê bi van polîtîkayan tu encaman bi dest naxin.’’

Coşkûn herî dawiyê got: ‘’Divê gelê me li hemberî van êrîşan berteka xwe ya demokratîk nîşan bide. Ger em li hemberî vê yekê dernekevin wê di pêşerojê de kargehên gel jî desteser bikin. Çimkî ev zîhniyet, zîhniyeteke wisa ye.’’

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di pêvçûnên Şerawayê de çeteyek hat kuştin û çeteyek dîl hat girtin
Nûçeya Pişt re Li Miksê protestoya desteserkirina vînê: Qeyûmê diz bicehime!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Dirbesiyê cenazeyên berxwedêrên Tişrînê hatin veşartin

Cenazeyên Mazlûm Dirbêsiyê û Rojhat Dirbêsiyê ku di berxwedana Bendava Tişrînê de şehîd bûn, li…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG NRÇ: Wezîfeyên xwe bi serketî bi cih anîn

HPG NRÇ’ê 10 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Bi îdeolojiya Apoyî xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Manîfestoya Rêbertî di feraseta azadiya mirovahiyê de merheleya herî kûr e’

Gaziya şer Şîlan Kobanê diyar kir ku şoreşger û jinên azadîxwaz ên Apoyî bi hêza…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?