Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Di deklarasyona hevpar de banga tevlîbûna Newroza li Stenbolê hat kirin
Rojane

Di deklarasyona hevpar de banga tevlîbûna Newroza li Stenbolê hat kirin

Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bang ji bo Newroza ku di 23’yê Adarê de li Stenbolê bê lidarxistin deklerasyona hevpar dan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Adar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Newroza Stenbolê dê di 23’yê Adarê de bê pîrozkirin. Navnîşana Newroza dê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” were pîrozkirin jî Qada Yenîkapiyê ye. Starta pîrozbahiyan, îro bi eşkerekirina deklarasyonê hate dayin. Nûnerên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP), Partiya Jinûveavakirina Sosalîst (SYKP), Partîzan, Komeleya Demokratîk a Elewiyan (DAD), Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), KOMUN, Hewldana 78’iyan, Berdevka Karkeran, Kaldiraç, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Federasyona Komeleyên Rojhilat û Başûrrohilat (DGDF) û Sendîkaya Karkerên Avadanî, Înşaet û Rê yên Şoreşger (DEV YAPI ÎŞ) tevlî daxuyaniya deklarasyonê bûn. 

TJA:EM Ê TIFAQA JINAN AVA BIKIN

Aktîvîsta TJA’yê Aygul Sîncar piştî xwendina deklarasyonê axivî û got ku ew ê bi coş û kelecana ji peyama Abdullah Ocalan ji jinan re şandî li qadan bin. Aygul Sîncar, bang li hemû jinan kir ku tevlî Newrozê bibin û tifaqa jinan a berfireh bava bikin. Aygul Sîncar, got ku ew dixwazin bi Newrozê re pêşiya azadiyê, wekheviyê û siyaseta demokratîk vekin. 

EMEP: PÊDIVÎ BI AŞTIYEKE MAYINDE HEYE

Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyîd Aslan jî anî ziman ku gelên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê êdî ji şer westiyane û pêdivî bi aştiyeke mayinde heye. Aslan, got ku ew naxwazin êdî li vî welatî dayik hêsiran bibarînin. 

Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar jî banga “Werin em li dora agirê Newrozê bicivin” li hemû derdoran kir. 

TOP: TÊKOŞÎNA KURDAN HEVKÊŞEYAN DIGUHERÎNE 

Nûnera TOP’ê Juliana Gozen jî destnîşan kir ku hêzên serdest Rojhilata Navîn jinûve dîzayn dikin û got têkoşîna gelê Kurd hevkêşeyên hêzên serdest xera dike. 

SYKP: BILA NEWROZ BIBE WESÎLEYA AZADIYÊ 

Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Feray Mertoglû jî anî ziman ku weke kedkaran ew mecbûr in li dijî faşîzmê û xizaniyê bi hev re têbikoşin û xwe birêxistin bikin. Feray Mertoglû, got: “Peywira me ye ku em li dijî kedxwarî, zayendperestî û milîtarîzmê bi tililî û coşa têkoşîna xwe veguhêzin qadên Newrozê. Newroz, berxwedan û aştî ye. Bi banga Abdullah Ocalan re bila Newroz bibe wesîleya azadî û aştiyê.” 

DAD: EM DI AVAKIRINA AŞTIYÊ DE BERPIRSYARTIYA XWE BICIH BÎNIN 

Hevseroka DAD’ê Kadriye Dogan jî bal kişand ser komkujiyên li ser Elewiyan ên li Sûriyeyê û ji bo peymana HSD û hikûmeta demkî got “Ji bo Elewiyan biqîmet e.” Kadriye Dogan, ji bo Newrozê jî ev bang kir: “Werin em bi hev re berpirsyartiya xwe ya ji bo avakirina aştiyê pêk bînin.” 

ESP: EM TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ MEZIN BIKIN

Cîgira Hevseroka Giştî ya ESP’ê Sezîn Uçar jî anî ziman ku divê têkoşîna aştiyê were mezinkirin û banga daketina qadên Newrozê li her kesî kir. 

 PARTÎZAN: DIVÊ GAVÊN QANÛNÎ BÊN AVÊTIN

Ji Partîzanê Togay Okay jî bertek nîşanî komkujiyên ser Elewiyan da. Okay, diyar kir ku heke îktîdar bi rastî jî çareseriyê bixwaze, divê gavên qanûnî yên pêwîst biavêje. Okay, banga tevlibûna Newrozê li her kesî kir. 

KOMUN: DIVÊ EM TÊKOŞÎNA KURDAN Û KARKERAN BIKIN YEK 

Ji KOMUN’ê Selahattîn Set jî diyar kir ku îktîdar li rexekî qala çareseriyê dike li rexa din jî faşîzmê sazûman dike û got: “Ji bo bidawîkirina faşîzmê divê em têkoşîna Kurdan û karkeran bikin yek. Em bang li hemû gelan, karker û kedkaran dikin ku tevlî Newrozê bibin.”

SODAP: AŞTÎ BERPIRSYARTIYA HEMÛ SOSYALÎSTAN E 

Ji SODAP’ê Orhan Kok jî got ku aştî tê wateya mafên karker û kedkaran û got: “Aştî ne tenê li ser milê gelê Kurd e. Cîbicîkirina aştiyê, berpirsyartiya sosyalîstan e.” 

Sekreterê Giştî yê DEV Yapı Îş’ê Nîhat Demîr jî got ku aştî ji bo hemû civakan girîng e û banga xwedîderketina li bangê li hemû karker û kedkaran kir. 

EHP: BANGA ABDULLAH OCALAN GIRÎNG E 

Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk jî destnîşan kir ku li Tirkiyeyê gelek pirsgirêk hene lê ya herî girîng pirsgirêka Kurd û got: “Abdullah Ocalan têkildarî vê mijarê bangekî gelek girîng kir. Heke ev bang baş were nirxandin, dikare ber bi aştî, demokrasî û azadiyê ve bibe. Kawayê Hesinkar çawa ji bo hesinî agir geş kiribe, divê em jî ji bo aştî û demokrasiyê têkoşînê mezin bikin.” 

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Komkujiya Elewiyan li Amed, Dersim û Enqereyê hate protestokirin
Nûçeya Pişt re Bakirhan: Em di Newrozê de bi xurtî xwedî li banga dîrokî derkevin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

PÎK: Peymana Lozanê di dîrokê de rûreşiyek mezin e

Partiya Îslamiya Kurdistan (PÎK) têkildarî Peymana Lozanê de daxuyaniyeke nivîskî da û got, “Peymana Lozanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyên şehîdan hatin veşartin

Cenazeyên şervanên QSD’ê Hemze, Xalid û Cesar ên di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 7’Ê NÎSANA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?