Di van kêliyan de bi sedan koçberên ji Serêkaniyên yên li bajarê Hesekê, piştî 7 salan ji koçberiyê amadekariyên vegera warê xwe dikin.
Ev karwanê yekemîn a vegera koçberan ji bo vegera hemû koçberan e.
Duh (9 Tebax) koçberên Serêkaniyê dest bi amadekariyên xwe yên dawî kirin, koçberên li kampan konên xwe rakirin û pêdiviyên xwe kom kirin.
Malbatên ji Serêkaniyê 9’ê Cotmeha 2019’an piştî êrişa dagirkirinê ya dewleta Tirk û komên girêdayî wê ji warê xwe koç kirin, ev yek hişt ku bi hezaran şênî ji gund û bajarê xwe koç bikin.

