Navenda Mafê Mirovan a Îranê, bîlançoya dawî ya hejmara darvekirinên ji aliyê rejîma Îranê ve di nava 6 mehên destpêkê yên sala 2026’an belav kir.
Di raporê de hate ragihandin ku rejîma Îranê di nava 6 mehên borî de 894 kes li Rojhilatê Kurdistan û Îranê darvekirine.
Li gorî raporê li parêzgeha Urmiye 24 kes, li Kirmaşan 20 kes, li Loristanê 50 kes hatine darvekirin, her wiha tevî kêm ragihandina rêjeya fermî, li girtîgehên Sineyê jî buyerên darvekirinê hatine qeydkirin.
Rêxistinê destnîşan kir ku ji vê hejmarê 15 jin û 32 girtiyên siyasî hatine darvekirin ku piraniya wan ji mafê xwe yê gihiştina parêzerên serbixwe û darizandinek dadperwerane hatine bêpar hiştin.
Di heman raporê de hate diyarkirin ku 234 kesên hatine darvekirin di navbera temenê 35-36 salî dene û beşek berçav ya darvekirinan taybet li herêmên Kurd lê ku peywendiya wan bi dosyayên siyasî û xwepêşandanan re hebûn.
Hêjayî gotinê ye ku li gorî sala borî rêjeya darvekirinan ji sedan 30 zêde kiriye.

