Şemî, 22 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da Erxewan Felahî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo girtiyên nexweş Aktaş, Maral û Yanik banga berdanê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Mehmet Gunkan hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    3 meh cezayê hepsê li aktîvîsta Kurd Minîje Hoşnud hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kendava Hurmuzê ji bo derbasbûna tankerên petrolê yên Iraqê destûr hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê Gulistan Tara, Hêro Behadîn û Necmedîn Sînan bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ciwanên Nisêbînê li dijî tiryakê banga têkoşînê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bager Andok li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Tara û Hêro di salvegera 2’emîn a şehadeta xwe de hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hezaran kes serdana taziyeya Şehîdên Azadiya Kurdistanê kiri

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan banga hevrûbûn û edaletê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziye di roja duyemîn de ye: Bi hezaran kes şehîdan bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJK-E: Gotarên aştiyê û krîmînalîzekirin nikarin ligel hev bên domandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Ji kar dûrxistina Îkra Avci biryareke neqanûniye

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 sal ceza li hunermenda Îranî Hîva Seyfîzade hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê meşa li dijî tacîz û destdirêjiyê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê aqûbeta 2 jinan nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amnesty: Iraq nikare jinan li hemberî gefên mirinê biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Diyariya 15’ê Tebaxê ya Hunera Azad ji bo şervanên jin: Ji Wê Ve Tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ahmet Turk: Gelê me wê bi siyaseta demokratîk re hemû pirsgirêkan derbas bike
Rojane

Ahmet Turk: Gelê me wê bi siyaseta demokratîk re hemû pirsgirêkan derbas bike

Ahmet Turk di Komxebata Aştî û Diyalogê de axivî û destnîşan kir ku divê ev qanûna çarçoveyê tê amadekirin divê her aliyê civakê û rêxistinê di hundirê xwe de bihewîne. Ahmet Turk xwest ku hemû rûspiyên li herêmê piştgiriyek xurt bidin pêvajoyê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk li eywanek dawetê ya li navçeya Qoserê ya Mêrdînê Komxebata Aştî û Diyalogê li dar xist. Hevberdevka Înîsiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sagyîgît, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku qeyim tayînî şûna wî hatiye kirin, endamên sekreteryaya Înîsiyatîfê û gelek rûspiyên herêmê û gelek kes beşdarî komxebatê bûn. Beriya komxebat dest pê bike ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê rêz hate girtin.

Di destpêka komxebatê de Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk axivî û destnîşan kir ku ew di pêvajoyek nû re derbas dibin, divê gelê Kurd di vê pêvajoya nû de xwe di her qadê de bi rêxistin bike û wiha axivî: “Yekîtî bi biratî û hevgirtinê pêk tê û divê gelê me vê yekîtiyê ava bike. Di dîrokê de sed salan carekî firsendek dikeve destê mirov û divê em bi vê hişmendiyê nêzî pêvajoyê bibin.”

‘BIRÊZ OCALAN RÊ LI BER DEMOKRASIYÊ VEKIR’

Ahmet Turk bal kişand ser girîngiya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û axaftina xwe wiha domand: “Birêz Ocalan bi destpêkirina pêvajoyê rê li ber demokrasiyê vekir. Divê gelê me, saziyên civakî, rûspiyên gelê me bi awayek xurt piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Dema me piştgirî da û yekîtiya xwe ava kir, destê me wê bi hêz be. Heta em tifaqa xwe saz nekin, ev yek dê zerarê bide pêvajoyê.”

‘PÊVAJO HÊDÎ DIMEŞE DIVÊ LEZ BIKIN’

Ahmet Turk destnîşan kir ku pêvajo bi giranî dimeşe û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em nabêjin pêvajo xetimiye lê gelekî giran dimeşe. Qanûna çarçoveyê ku hatiye amadekirin û nêrînên li ser vê berdewam dikin. Em dizanin wê ev çarçove qanûn bi birêz Ocalan re were parvekirin û piştre were rojeva Meclîsê. Divê ev qanûna çarçoveyê berfireh be û her alî bixe nava xwe. Her wiha divê xizmetê ji aştiyê re bike. Lê divê em baş bizanibin ku aştî wê bi piştgiriya civakê pêk were.”

‘DIVÊ EM RÊXISTINBÛYÎNA XWE XURT BIKIN’

Ahmet Turk herî dawî hevdîtina xwe ya bi Abdullah Ocalan re bi bîr xist û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema em çûn cem birêz Ocalan pirsa gel kir û got, ‘gel çawa difikire, çawa nêzîk pêvajoyê dibe’. Ji vir jî divê em baş bizanibin ku divê gel pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike û yekîtiya xwe ava bike. Divê em rêxistinbûyîna xwe xurt bikin da ku em bikaribin zû mudaxileyî pirsgirêkan bikin.”

‘DIVÊ EM PIRSGIRÊKÊKÊN XWE YÊN NAVXWEYÎ ÇARESER BIKIN’

Piştî Ahmet Turk, Hevberdevka Înîsiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît axivî û anî ziman ku li erdnîgariya Kurd lê dijî her tim rastî êrişên çandî, zimanî, civakî hatiye û wiha axivî: “Gelê Kurd di erdnigariya xwe de ji bilî êrişên çekdarî rastî êrişên civakî, çandî û zimanî hatiye. Bi van êrişan me gelek berdêl dan û armanc ew bû ku em ji nirxên xwe dûr bikevin. Îro jî êrişên çandî, zimanî û civakî berdewam dikin û divê em li dijî van êrişan xurt bin. Bi vî awayî em dikarin bi yekîtiyê ava bikin. Divê êdî pirsgirêkên xwe yên navxweyî em bi xwe çareser bikin.”

Piştî axaftina Gulcan Kaçmaz Sayyîgît komxebat bi nêrîn û pirsên beşdaran bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di nava 6 mehan de 894 kes hatin qetilkirin
Nûçeya Pişt re Daristanên Zagorsê ev heftiyeke dişewitin: Jîngehparêzek jiyana xwe ji dest da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

SOHR: Di Nîsanê de 4 gorên komî li Sûriyeyê hatin dîtin

Li Sûriyeyê ji destpêka Nîsanê ve 4 gorên komî ku hestiyê 14 kesan tê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêber Apo: Bûyerên li Sûriyeyê diqewimin hewldana ji bo têkbirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîke

Heyeta Îmraliyê: Rojeva esasî ya hevdîtinê bûyerên li Sûriyeyê bû. Birêz Ocalan anî ziman ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Komên çete derdora Bendava Tişrînê bombebaran dikin

Êrîşên komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li ser Bendava Tişrînê dewam dikin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Cenazeyê şehîd Ronîcan Şêx Dawûd li Dirbêsiyê hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Bi bombeyê êrîşî Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

SOHR: Li Sûriyeyê 237 kes ji ber teqînên mayînan jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bager Andok li ser gora xwe hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?