Çarşem, 13 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dersim: Şerê taybet ku ji sal 1937’an û vir ve bê navber dewam dike -VII

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz: Wezaret xwe nade ber lêkolînkirina kuştinên ‘siyasî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yuksel Genç: Kurd pêvajoyê dimeşînin, ne dewlet

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê GULANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji derhênerê belgefîlma Bakur Koray Kesîk re ceza birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Forûma Aştî û Azadiya Civakî: Divê statuya Rêber Apo bê mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

     2’yemîn Konferansa Komînan a Mexmûrê bi dawî bû 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkaya rizandinê ya li Êlih û Mêrdînê hatiye birêxistinkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Dema ku gav nayê avêtin, entegrasyona demokratîk bê wate dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Maxmûrê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahida Komkujiya Dêrsimê Anê Xatun sipartin axê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefalet hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zirganê bi sedan jin ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cenevreyê çanda Kurdî derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Di Newroza Stenbolê de beyana îradeyê: Em bi Rêber Apo re ne
Rojane

Di Newroza Stenbolê de beyana îradeyê: Em bi Rêber Apo re ne

Kurdan di Newroza Stenbolê de careke din dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd re nîşan dan. Îradeya xwe bi xurtî beyan kirin ku ew heta dawiyê bi Rêberê xwe re ne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Adar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Newrozeke din derbas bû. Îsal li gorî salên derbasbûyî ji pêvajo û pêşketinên girîng re şahidî kir, lewma Newroz îsal jî hîn bi wate bû. Hem Kurdan hem jî dewleta Tirk meraq kirin bê Newroz wê çawa derbas bibe û gelê Kurd wê di kîjan astê de tevlî bibe.

Qadên Newrozê bi taybetî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ne tenê cejnek bû. Newrozên ku bi salan e li Tirkiye û Bakur tê pîrozkirin, timî weke beyana îradeyê bû. Sala 2025’an jî beyana îradeyê, helwesta gelê Kurd a li pêşberî banga dawî ya Rêber Apo dihate meraqkirin. Beriya Newroza 2025’an banga Rêber Apo ya li PKK’ê gelekî hate nîqaşkirin, axaftin û hate îdîakirin ku gelê Kurd ji banga Rêber Apo aciz e, têkiliya xwe ya pê re qut kiriye. Lê belê piştî ku agirê Newrozê hate dadan, eşkere bû ku rastî bi vî rengî nîne.

Stenbol weke bajarê herî mezin ê Kurdan ê li Tirkiyeyê tê naskirin. Ji ber vê yekê piştî Newroza Amedê bal hemû li ser Newroza li Stenbolê bû. Piştî banga dîrokî ya Rêber Apo jî bal li ser Amed û Stenbolê bû. Stenbolê îro careke din nîşan da ku ew bi Rêber Apo re ye.

DIRÛŞMA ‘BIJÎ SEROK APO’ TEVAHIYA ROJÊ DEWAM KIR

Komîteya Amadekar a Newrozê ji bo kombûnê saet 10’an bang kiribû, lê belê Kurd du saet berê herikîn qada Newrozê. Bi saet 10’an re di nava çend deqeyan de pêşiya dikê tijî bû. Bi ketina mirovan a li qadê re herî zêde hebûna jin û ciwanan bal kişand. Rewşeke din a ku li ketina qadê bal kişand ew bû ku dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ deng vedan. Di nava saetekê de qad tijî bû.

Di dema axaftinan de jî herî zêde gava navê Rêber Apo dihate bilêvkirin çepik lê dihate xistin. Wêneyê ciwantiyê yê Rêber Apo û wêneyê wî yê dawiyê li ekranê hate nîşandan û coşa girseyê bi vê yekê re hîn zêde bû. Bi sed hezaran kesî bi carekê dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ qîriyan.

DEMA KU DENGÊ RÊBER APO HATE BIHÎSTIN HINEK GIRIYAN

Kêliya ku herî zêde hestewar bûm ew kêlî bû, ku dema ji bo kişandina wêne ketim nava qadê, ciwanekî ji telefona xwe ya destan wêneyek nîşan da û xwest, li qadê wêneyê wî bikişînim. Ciwan wêneyê kekê xwe yê şervanê YPG’ê yê şehîd bûye nîşan da û xwest, wêneyê wî yê li gel wêneyê kekê xwe û qadê bi hev re bikişînim. Xwestibû di vê Newroza dîrokî de kekê wî yê şehîd jî li wir be. Bi taybetî dilsoziya ciwanan a li Rêber Apo bal dikişand. Posterên biçûk û mezin ên Rêber Apo timî li qadê dihatin gerandin.

Dema ku ji dengê Rêber Apo peyameke kurt a Newrozê hate xwendin, min dît bê ev dilsozî çiqasî xurt e. Dema ku dengê Rêber Apo hate bihîstin dirûşm bi carekê sekinîn; hinek ji beşdaran bi barandina rondikên çavan li peyamê guhdarî kirin. Piştre jî girseya gel bi hev re dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ qîriya.

KURDAN BERSIV DAN MANSÛR YAVAŞ

Kurdan li Stenbolê bersiv dan her kesî. Ji desthilatdariyê re got, ‘Di dilsoziya me ya bi Rêber Apo re ti guhertin nîne’, ji CHP’ê re jî bersiva pêwîst da.

Bi taybetî gotina Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansûr Yavaş ku ji bo ala Kurdistanê ya li Newroza li Cizîrê hate hildan gotibû, ‘paçik’ li qadê bû cihê nerazîbûnê. Danê êvarê jî Ozgur Ozel neçar mabû ku ji ber gotinên Mansûr Yavaş lêborînê bixwaze.

Kurdan li Stenbolê dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd re careke din nîşan dan. Her wiha nîşan dan ku ew leşkerê kesî nîne, heta dawiyê li pişt rêberê xwe ne û îradeya xwe bi xurtî beyan kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ozaras: Baro wê bêdeng nebin
Nûçeya Pişt re Besê Hozat: Bêyî garantiya qanûnî û hiqûqî ev pêvajo bi rê ve naçe!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Kurd wê li her derê li ber xwe bidin’

Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bertek nîşanî…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Armanca Tirkiyeyê tunekirina Kurd û Kurdistanê ye’

Nerazîbûnên li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser axa başûrê Kurdistanê zêde dibin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Xwendekarên Stenbolê xwedî li xwendekarên hatin êşkencekirin derketin

Xwendekarên zanîngehê yên Stenbolê, ji bo şermezarkirina hevalên xwe yên duh li Enqereyê bi êşkenceyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Dersim: Şerê taybet ku ji sal 1937’an û vir ve bê navber dewam dike -VII

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Yilmaz: Wezaret xwe nade ber lêkolînkirina kuştinên ‘siyasî’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Yuksel Genç: Kurd pêvajoyê dimeşînin, ne dewlet

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 13’Ê GULANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?