Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Şoreşgerê doza azadî û rastiyê: Seyîd Evran
Rojava

Şoreşgerê doza azadî û rastiyê: Seyîd Evran

Ji çiyayên azad heta Bakur, ji Başûr heta Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, gav bi gav bi gelê xwe re li pey şopa heqîqetê bû. Rojnamevan û her wiha şagirtên Seyîd Evran diyar kirin ku ew ê heta dawiyê xwedî li mîrateya wî derkevin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Îlon 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Kesekî Seyîd Evran cara ewil nas nedikir, di kêliyên dan û satandina li gel Şehîd Seyîd Evran de, hîs dikir ku bi salan e wî nas dike. Kêliya despêkê mirov bi Şehîd Seyîd re diket bîranîna bi salan. Di vegotinên bîranînên wî de her kesê ku ew guhdar dikir pê re di wan bîranînên çiyê de digeriya.

Bi despêkirina şoreşa Rojava re Seyîd Evran jî yek ji kesên ku di wê demê de ji bo rastiya şoreşê ji tevahiya cîhanê re ragihîne, berê xwe daye Rojavayê Kurdistanê. Ji bo wê hevrê Seyîd ji Efrînê heta Dêrîka Hemko, gund bi gund û gav bi gav nasdike. Xebata xwe ya rojnamevaniyê ,di despêka Şoreşê de û heta kêliyê şehadeta xwe neda sekinandin.

Di despêka avakirina Ragihandina Azad li Rojavayê Kurdistanê Seyîd Evarn tê de roleke mezin lîstibû. Ji 2011’an heta 22’ê Îlona 2023’yan, Seyîd Evran ne tenê bi pênûs û kamereya xwe şer kir, her wiha şervan jî avakirin.  Îro jî şervanên şehîd Seyîd Evran xwedî li mîrateya wî ya şopandina heqîqetê derdikevin û vê têkoşînê berdewam dikin.

Di yekemîn salvegera şehadeta rojnemevan Seyîd Evran de, rojnemevanên Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku perwerdeya Şehîd Seyîd Evran wergirtine, helwest û hestên xwe di vê rojê de anîn ziman.

‘HEVRÊ SEYÎD EVRAN XWEDÎ HESTÊN DAGIRTÎ Û ZINDÎ BÛ’

Rojnemevan Lava Îbrahîm naskirina xwe û rojnemevan Seyîd Evran anî ziman û wiha got, ”Min û hevrê Seyîd li Akademîya Şehîd Fayîq a Ragihandinê de hev nas kir. Dema mirov derbasî cihekî dibe demek divê ji bo mirov derdora xwe nas bike, lê heval Seyîd ne wiha bû. Di kêliyên naskirina wî a despêkê mirov dibêje qey bi salane em hev nas dikin. Şanseke mezin bû ku min di wê Akademiyê de Heval Seyîd nas kir. Ji ber ku hevrê Seyîd Evran kedên mezin dane, mirov nikare bi çend hevokan kesayeta wî rave bike. Lê milîtanê tevgera azadiyê bû û rojnemevanek şoreşger ku 53 salên xwe ji bo heqîqetê di vê dozê de feda kir.”

Îbrahîm, da zanîn ku hevrê Seyîd Evran xwedî hestên dagirtî û zindî bû û wiha domand, “Ewqas bi hestên tejî behsa bîranînên xwe dikir, me digot qey em jî li wir pê re dijîn. Mînak em li bajarê Hesekê bana, behsa Efrînê û berxwedana li wir hatî raberkirin, dikir. Me jî xwe li Efrînê hîs dikir. Heval Seyîd bi xwe jî li çar parçeyên Kurdistanê kar û xebatek mezin dabû meşandin. Û her tim tiştê ku ji xwe re esas digirt gel bû û her tim digot ku ‘ji bîr nekin, em ji bo gelê xwe kar dikin.’ Ji me re digot divê rojnemevan her dem di nava lêgerîn û dîtinê de be. Digot divê doz û daxwaza gelê xwe ji xwe re esas bigre. Gotin û pratîka wî yek bû. Hevrê Seyîd di nameya xwe ya dawî de dibêje, ‘Hîna gelek tişt mabû, lê dem ewqas bû û ez dizanim ku hevalên li pey min mane, wê van xebatan bigihînin serî.’ Weke rojnamevan û şagirtên hevrê Seyîd, em diyar dikin ku em ê xwedî li mîrateya wî û xebata ku nîvco li pey xwe hiştiye, bidomînin û bigihînin serketinê.” 

‘HEVRÊ SEYÎD NE TENÊ ROJNAMEVAN BÛ, HER WIHA ŞOREŞGER BÛ’

Nûçegihanê Ronahî TV’yê Zekeriya Şêxo, diyar kir ku ew li Efrînê tevlî perwerdeya ragihandinê bûye hevrê Seyîd Evran naskiriye û wiha axivî, “Taybetmendiya hevrê Seyîd a ku ji bîra min naçe, hezkirina wî ya ji perwerdê re bû. Seyîd Evran ne tenê rojnemevan bû, her wiha şoreşerger bû û her tim dixwest civakê nasbike û lêkolîn bike. Hevrê Seyîd Evran hafizeya çapemeniya Partiya Karkerên Kurdistanê bû. Heval Seyîd li ser rastiya PKK’ê diaxivî, fikir û felsefeya Rêber Apo bi kurahî di anî ziman. Seyîd Evran bi taybetî ji bo rojnamevanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sembol bû. Ji ber vê em ê jî weke rojnemevanên li ser vê xaka pîroz ê Kurdistanê dijîn, şopdarê Seyîd Evran bin.”

‘EM Ê TÊKOŞÎNA HEVRÊ SEYÎD BIDOMÎNIN’ 

Rojnemevan Nûr Hesen, jî anî ziman ku cara ewil ew hevrê Seyîd li Akademiya Şehîd Fayîq a Ragihandinê naskiriye û wiha got, “Heval Seyîd temenê xwe mezin bû, lê bi dilek ciwan nêzî ciwanan dibû. Her wiha ji me re qala kesayeta rojnemevanan û nêzîkatiyên wan di nav civakê de dikir. Divê fikira rojnemevan çi be çawa nêz bibe parve dikir. Di nava hevalên li Akademiyê de yê herî biçûk ez bûm. Heval Seyîd her ji min re digot ku divê tu xwe pêş bixe, ji ber paşeroja te mezin e. Ev gotina wî her di bîra min de bû. Piştî ku em ji wê akademiyê derketin, bernameyek ê Gaziyên şer ket destê min û min tê de weke amadekar cihê xwe digirt. Di wir de min soza serketinê û pêkanîna erkên xwe ji nû ve da. Ez bendê bûm ku hevrê Seyîd were bernameya ku min amadekiriye temaşe bike û bibîne lê nebû. Her çend şehadeta hevrê Seyîd dilê me êşandibe jî, em vê êşê vediguherînin hêzê û diçin ser erka xwe. Em ê têkoşîna hevrê Seyîd bidomînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Kiryarên dewleta Tirk li dijî Îslamê ne’
Nûçeya Pişt re Ji Diljen Ronî strana nû: Kejê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

RSF: Li seranserê cîhanê sirgûnkirina rojnamevanan zêde dibe

Rojnamevanên Sînornenas (RFS) beriya 20'ê Hezîranê Roja Penaberan a Navneteweyî raporek weşand û diyar kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Dîroka Belûç: Têkoşîna nasnameyê û bandorên metingerî

Gelê Belûç ku bi gelê Kurdistanê re xwedî gelek taybetmendiyên hevpar in, ji sala 1948’an…

Ji aliyê Stêrk TV

CÎK: Ruhê Remezanê banga gavavêtina aştiyê dike

Civaka Îslamiya Kurdistanê bi boneya meha Remezanê peyamek weşand û got: “Ruhê Remezanê bang li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Artêşa Tirk rêya 2 gundên Til Temirê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

MSD: Divê hesab ji kujerên Hevrîn Xelef were pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîdên Ragihandina Azad li Kobanê û Qamişlo hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?