Peymana “deklarasyona nêtê” ku di navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îranê de muzakere li ser tê kirin û tê gotin, wê roja Yekşemê bi encam bibe, nêrînên cuda yên nû yên navbera Îsraîl û DYE’yê xist rojevê.
FIKARA NETANYAHU YA LI SER ‘LUBNANÊ’
Li gorî rayedarên DYE’yî yê ji Aixosê re axivî, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu bi telefonê bi Serokê DYE’yê Donald Trump re axivî û bi taybetî anî ziman ku ew ji ber xala li ser bidawîkirina şerê li Lubnanê bi fikar e.
RAYEDARÊ DYE’YÎ: AGIRBEST WÊ YEKALÎ NEBE
Rayedarê DYE’yî îdîa kir ku agirbest wê neyê wateya “agirbesteke yekalî”. Li gorî rayedar, eger Hîzbûllah jinûve hewl bide rahêje çekan an jî êriş bike, wê mafê Îsraîlê yê destwerdanê hebe.
Heman rayedarî got, “Eger Hîzbûllah bi rengekî rast nêzîk bibe wê Îsraîl jî bi rengekî rast nêzîk bibe.”
Li gorî Axiosê, aliyê DYE’yê îdîa dike ku Netanyahu hevsengiyên siyasî yên navxweyî dide ber çavan, lê belê Trump li gorî berjewendiyên DYE’yê û aboriya global tevdigere.
ÇAPEMENIYA ÎRANÊ: LIHEVNEKIRINA LI SER HIN XALAN DEWAM DIKE
Ajansa Nûçeyan a Tasnimê ya Îranê jî diyar kir ku hîn li ser xalek, du xalan nêrînên cuda yên aliyan dewam dike.
Li gorî Reutersê, çavkaniyekî ji Tasnimê re axivî got, “Eger DYE astengiyan dewam bike, dibe ku lihevkirin nebe.”
XALÊN LI SER LUBNAN Û HURMUZÊ
Li gorî Tasnimê, “Lubnan jî di nav de bi dawîkirina şer li hemû eniyan” yek ji xalên bingehîn ê peymanê ye.
Ajansê îdîa kir ku di peymanê de hatiye destnîşankirin ku divê Îsraîl şerê li Lubnanê bi dawî bike.
Di nûçeyê de her wiha hate gotin, ji bo rakirina dorpêça li ser Tengava Hurmuzê û prosedurên trafîka deryayê demek ji 30 rojî hatiye destnîşankirin.
Hate gotin, muzakereyên li ser bernameya nukleer a Îranê wê 60 rojî dwam bike.
Tasnîmê diyar kir ku Îranê di mijara dosya nukleerê de heta niha tawîzek qebûl nekiriye.

