Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Di peymana QSD-Şamê de xala girîng: Koçber û veger
Rojava

Di peymana QSD-Şamê de xala girîng: Koçber û veger

Zêdetirî 300 hezar koçberên ku ji Efrîn, Şehba, Helebê di encama êrişan de 3 caran cihên xwe terikandin, her wiha 150 hezar kesên ku ji Serêkaniyê û Girê Sipî koçber bûne, li benda vegera bi ewle ne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Sibat 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Peymana ku 29’ê Çileyê (2026) di navbera QSD û Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê de hat îmzekirin û 30’ê Çileyê hat eşkerekirin, wekî rojevek sereke ya herêmê û cîhanê cihê xwe diparêz e. Di çarçoveya pêkanîna bendên peymanê de li ser xalên leşkerî, ewlekarî, îdarî, aborî, perwerde û koçberiyê gotubêj, civîn û danûstendin tên kirin.

Heta niha zêdetirîn li ser ji nûve bicîhkirina hêzên leşkerî û hêzên ewlekariya hundirîn hatiye rawestîn û gav hatine avêtin. Dîsa di aliyê îdarî de jî hevdîtin hene.

Di peymanê de 2 bendên ku wekî xalên herî girîng û tevlîhev tên binavkirin jî mijarên koçberî û perwerdeyê ne. Li ser herdu xalan hîn danûstendinên berfireh nehatine kirin û gavên berbiçav nehatine avêtin. Lê di çend rojên dawî de mijara koçberiyê ketiye rojevê.

Li gorî agahiyên saziyên pêwendîdan ên rêveberiya xweser, di rojên pêş de wê ev mijar hîn zêdetir were axaftin û amadekariyên vegera koçberan tê kirin.

450 HEZAR KOÇBER LI BENDA VEGERÊ NE

Ger ku tu astengî dernekevin û plansaziyek hevpar were derxistin, zêdetirî 450 hezar koçberên ji Efrîn, Şehba, Heleb, Girê Sipî û Serêkaniyê wê karibin vegerin warên xwe. Li gorî peymanê pêwîste vegerek bi ewle çêbibe û li bajarên wan (Efrîn, Şehba, Girê Sipî û Serêkaniyê) pergala  ewlekariya  hundirîn were avakirin.

Hevserokê Mekteba Kar û Barên Civakî û Koçberan a Rêveberiya Xweser Şêxmus Ehmed derbarê hejmara koçberan de agahî dan ANHA’yê.

KOÇBERÊN EFRÎN û ŞEHBA

Dema ku dewleta Tirk û komên girêdayî wê 20’ê Çileyê 2018’an êrişî Efrînê kirin û  20’ê Adarê bajar dagir kir,  zêdetirî 300 hezar kes ji Efrînê koçber bûn. Ji koçberan 200 hezar kes li bajar û barokên weke Til Rifat, Ehrez, Ehdas, Fafînê û 40 gundan herêma Şehbayê bicîh bûn. 8 hezar û 94 kes jî dîsa li herêma Şehbayê li  kamponê Serdem (904 malbat, 3 hezar û 774 kes), Berxwedan (702 malbat, 2 hezar û 772 kes), Efrîn (122 malbat, 498 kes), Kampa Vegerê (145 malbat, 584 kes), Şehba (104 malbat, 466 kes) hatin bicîhkirin.

91 hezar û 906 kes jî li taxên Şêxmeqsud, Eşrefiye û gundewarên derdora Şehbayê bicîh bûn.

Dema ku komên girêdayî dewleta Tirk 1’yê Kanûna 2024’an êrişî herêma Şehbayê kirin, derdora 200 hezar koçberên Şehbayê berê xwe dan Tebqa, Reqa, Kobanê û Cizîrê. Beşek jî li taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê yên Helebê bicîh bûn.

Koçber li Tebqa, Reqayê, Kobanê û bajarên Cizîrê li zêdetirî 200 navendên weke dibistan, mizgeft û cihên werzîşê hatin bicihkirin. Her wiha gelek malbatan deriyên xwe ji koçberan re vekirin.

KOÇBERÊN ŞÊXMEQSUD, REQA, TEBQA

Koçberiyek din a bi êş, ji taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê yên Helebê çêbû. Dema ku komên hikûmeta demkî ya Suriyeyê ji 6 heta 12’yê Çileya 2026’an êrişî Şêxmeqsud, Eşrefiye û Benî Zêd kirin,

150 hezar koçber neçar man ku derbasî bajarên Tebpa, Reqa, Kobanê û herêma Cizîrê bibin. Koçber li van bajaran li 150 navendên dibistan, mizgeft û cihên werzîşê hatin bicihkirin.

Koçber hatibûn bicîhkirin, lê êrişan pêşiya wan berneda û 18’ê Çileyê careke din ket serê rê. Komên girêdayî  hikûmeta demkî ya Suriyeyê û dewleta Tirk roja 17’yê Çileyê êrişî Dêrhafir û Tebqayê, roja 18’yê Çileyê jî êrişî Reqayê kirin.

Li gorî daneyên Heyva Sor a Kurd, 175 hezar kes derbasî herêma Cizîrê bûn û li dibistan, mizgeft, saziyên Rêveberiya Xweser û baxçeyên zarokan ên li bajarên Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê, Amûdê, Girgê Legê, Rimêlan, Tirbespiyê, Çilaxa û Dêrikê hatin bicihkirin. Beşek koçberan jî derbasî bajarê Kobanê bûn.

KOÇBERÊN SERÊKANIYÊ Û GIRÊ SIPÎ

Koçberiyek mezin jî, li Serêkaniyê û Girê Sipî çêbû.  9’ê Cotmeha 2019’an artêşa dewleta Tirk û komên girêdayî wê, êrişî bajarên Serêkaniyê û Girê Sipî kirin. Di encama êrişên ku heta 16’yê Cotmehê dom kirin de herdu bajaran hatin dagirkirin. Lewma ji herdu bajaran derdora 150 hezar kes koçber bûn.

Malbatên koçber ji aliyê Rêveberiya Xweser ve li kampên Serêkaniyê û Waşokanî yên herêma Hesekê, kampa Til Semîn a di navbera reqa û bajarê Eyn Îsayê de û kampa Eyn Îsa hatin bicîhkirin. Di dema êrişên 18’ê Çileyê (2026) de, koçberên li kampên Til Semîn û Eyn Îsa de, careke din ketin ser rê. Beşek ji koçberan li gundên xwe yên derdora Kobanê û Eyn Îsa, beşek jî derbasî Kobanê bûn.

Li gorî agahiyan têkildarî vegera koçberan civîn tên çêkirin amadekarî didomin. Çavkaniyan diyar kirin ku di çarçoveya plansaziyan de wê ji bo cihên ku ewlekariya wan hatiye pêkanîn, veger pêk were.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê SOHR: Li Sûriyeyê di nava 15 rojan de 115 kes hatin kuştin
Nûçeya Pişt re Koma nivîsandinê ya Komîsyona Meclîsê li hev civiya
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Koma 8’an a malbatên ji cihê xwe hatine kirin, gihîşt Efrînê

Koma 8ˊan a koçberên Efrînê li Qamişlo, Dêrik û Girkê Legê diman, vê sibehê ber…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Sûdanê li dijî kampa penaberan êrîş: 75 kes mirin

Li herêma Darfûr a Sûdanê li dijî kampa penaberan a bi navê Abû Çok êrîşeke…

Ji aliyê Stêrk TV

Kamala Harris namzetiya serokatiyê bi rengekî fermî qebûl kir

Alîkara Serokê DYE'yê Kamala Harris namzetiya serokatiyê ya Partiya Demokrat bi rengekî fermî qebûl kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Artêşa Tirk rêya 2 gundên Til Temirê girt

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?