Di ser biryara fesixkirina PKK’ê re salek derbas bû ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo pêk hat. Zanyara siyasetê Arzû Yilmaz salek ji pêvajoyê nirxand û anî ziman ku di nava vê demê de gavên şênber nehatin avêtin.
Arzû Yilmaz got, diyar e AKP wê polîtîkaya xwe ya hiştina ji demê re dewam bike û got, “Desthilatdarî giraniyê dide ser parastina rewşa xwe ya siyasî, vê yekê ji xwe re dike karê sereke.”
‘REWŞA LI ÎRAN Û SÛRIYEYÊ RÊ LI BER PÊVAJOYÊ XIST’
Arzû Yilmaz ragihand ku bi taybetî bûyerên li qada Sûriyeyê bandor li ser pêvajoyê kiriye û ev nirxandin kir, “Mînaka herî girîng a vê yekê guherîna li qada Sûriyeyê bû. Rêveberiya Xweser êdî ne avaniyeke xweser a li rojhilatê Firatê yan jî li herêmên ji nifûsa Kurdan e, veguyeriye modeleke welê ku bi parastina beşek ji saziyên xwe entegreyî Şamê dibe.”
Arzû Yilmaz diyar kir ku ev rewş ji bo Tirkiyeyê weke destketiyeke girîng tê dîtin û got, “Eger em pêvajoyê di çarçoveyeke ‘tifaqê’ de binirxînin, ji bo Tirkiyeyê di vir de destketiyeke girîng afirî. Ji ber ku Tirkiyeyê ne tenê têkilî bi rêveberiya demkî ya Şamê re danî; di heman demê de ragihandina agirbestekê ya li Rojava û entegrasyona rêveberiyê ya li gorî dilê Enqereyê, ji bo Tirkiyeyê weke encameke erênî hate dîtin. Me ji destpêkê ve zanî bûn ku qadeke din a ceribandina pêvajoyê wê Îran be. Yek ji hincetên bingehîn ên destpêkirina vê pêvajoyê bû. Lê belê li qada Îranê em ne li nuqteyeke welê ne ku encamê binirxînin.”
Zanyara siyasetê anî ziman ku dema ji ser mînaka Sûriyeyê binirxînînin, eşkere bû ku Tirkiyeyê pêvajo weke karekî stratejîk ê bi Kurdan re nedîtiye û got, “Her çend bi destpêkirina pêvajoyê re gotina ‘Tifaqa bi Kurdan’ re derkete holê jî tê fêhmkirin ku Tirkiyeyê ev yek weke karekî stratejîk nedîtiye. Ji vê jî wêdetir dema ku êriş li ser destketiyên Kurdan hatin kirin an jî êriş li dijî Kurdan hatin kirin, me dît ku Tirkiyeyê li gorî tifaqê li gel Kurdan nesekinî.”
‘LI NAVA AKP’Ê BÊDENGIYEKE CIDÎ HEYE’
Arzû Yilmaz işaret bi bûyerên li Başûrê Kurdistanê û Îranê yên li hemberî Kurdan kir û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Her çend li qada Îranê em encameke şênber vê gavê nebînin jî bûyerên li Başûr yanî li qada Kurdistana Iraqê qewimîn, têkildarî wêneyekî gengaz ê li Rojhilat fikrekî dide me. Mebesta min ev e: Di rewşeke welê de ku partiyên Kurd ên li Îranê û rêveberiya Kurdistanê di bin êriş û zexteke giran de bûn, Tirkiyeyê di mijara avakirina tifaqek bi Îsraîlê re hişyariyên tund da. Lê belê di heman demê de li pêşberî pirsa, gelo Kurd wê li hemberî êrişên Îranê çi bikin, Tirkiye li gorî ruhê tifaqê li gel Kurdan nesekinî.
Her wiha li nava aliyê AKP’ê jî bêdengiyeke cidî heye. Ji Fethî Yildiz heta bi Serokê Giştî yê CHP’ê gelek aktorên siyasî peyamên erênî parve kirin, lê belê li eniya AKP’ê ne di asta serokê giştî de ne jî di asta Serokkomariyê de ne di asta rêveberiya partiyê de, ne jî di asta parlamenterên herêmê de daxuyaniyeke balkêş nehate dayin.”
‘TIRKIYE LI GORÎ TIFAQÊ TEVNAGERE’
Arzû Yilmaz destnîşan kir ku ev rewş nîşaneyeke girîng a li ser xitimîna pêvajoyê ye û got, “Ev yek fikrekî girîng li ser pirsa ‘Gelo pêvajo çima sekinî yan jî xitimî’ dide, ku dema dawî gelekî tê nîqaşkirin. Lewma di asta heyî de mirov dikare vê bibêje: Tirkiye li gorî tfiaqa stratejîk a bi Kurdan re tevnagere. Heta ku konjonktura herêmî alternatîfên cuda pêşkêşî Enqereyê bike, çavdêriya ku AKP stratejiya belavkirina pêvajoyê ya li demê dimeşîne, xurtir dibe. Û rewşa siyasî û faktorên heyî nîşan didin ku ev taktîka belavkirina li demê wê dewam bike.”
‘EZ DI PÊVAJOYÊ DE NE LI BENDA SURPRÎZEKÊ ME’
Arzû Yilmaz destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de ew ne li benda surprîzeke mezin e û got, “Di vir de ya diyarker ew e ku aliyê din ê mutabaqatê, di serî de Abdullah Ocalan tevgera siyasî ya Kurd wê heta kîjan astê stratejiya belavkirina l demê tolere bikin. Em li ser Îranê jî dikarin mînakan têkildarî vê pêvajoyê bidin. Rejîma Îranê li gel îtirazên cidî yên civakê bi salan polîtîkayên xwe meşand. Li gel maliyeta civakî û aboriyê ya giran jî rejîmê parastina hebûna xwe ya siyasî tercîh kir.
Îro heta astekê li ber xwe bide jî mirov dikare bibîne ku ev yek ji bo civaka Îranê bûye sedema berdêlên giran. Tabloyeke welê derkete holê ku zextê li ser paşeroja her mirovî dike û aştiya civakî dereng dixîne.”
‘DESTHILATDARÎ GIRANIYÊ DIDE SER PARASTINA REWŞA XWE YA SIYASÎ’
Yilmaz diyar kir ku ev yek ji bo Tirkiyeyê jî bi heman rengî dikare bê xwendin û got, “Rejîmên otorîter gelek caran ji berjewendiyên demdirêj ênn civakê wêdetir giraniyê didin ser paşeroja xwe ya siyasî û polîtîkayên bi vê armancê dimeşînin.
Ne bawer im ku rêveberiya Erdogan maliyeta biserneketina pêvajoyê ya ji bo Tirkiyeyê dihesisbîne, yan jî dike karekî xwe yê sereke. Desthilatdarî niha ji bo dema kurt giraniyê dide ser parastina rewşa xwe ya siyasî. Weke ku min beriya niha got, heta ku Trump li ser Washingtonê bi bandor be, Enqere wê hewl bide vê avantajê ji bo xurtkirina desthilatdariya xwe bi kar bîne.”

