Yekşem, 26 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 26’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa nijadperestî ya li Sariyerê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE: Tirkiye şertên girtina F-35’an bicih nehaniye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Dayikên Şemiyê Emîne Ocak hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê lingê wî şkestî nabin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nobeta Mexmûrê koma nû dewr girt: Em bi hêvî li benda encamên pêvajoyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan pankarta li dijî tiryakê daxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Gelê Şoreşger banga îstîfayê li Zeynî Îpek kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş ê ku xwînrijiya ser mejiyê wî dîsa birin girtîgehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konferansa Pêşeroja Şengalê de banga statuya destûrî hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Heta bidestxistina mafên gelê Kurd wê têkoşîna me bidome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ayla Akat: Komîsyoneke jinan a şopandinê ji bo pêvajoyê pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê li dijî bijîşkê ku derbarê ‘sunetkirina jinan’ de parvekirin kiribû nerazîbûn nîşan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata Gulistan Doku: Divê berpirsyar hesab bidin û edalet pêk bê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a DBP’ê: Jin kirdeya damezrîner a aştî û civaka demokratîk in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Balîsanê jinek bi gumanbarî mir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di dema desthilatdariya AKP’ê de komkujî û dijberiya li jinan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Qamişloyê Konferansa Sînemaya Rojava destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND’ê Hozan Serhad bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Notên ji pênûsa jinan bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Di salvegera erdhejê de li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin
Rojane

Di salvegera erdhejê de li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin

Bi boneya salvegera erdhejên 6’ê Sibatê li gelek bajaran merasîmên bîranînê hatin lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Sibat 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Bi boneya yekemîn salvegera erdhejên 6’ê Sibatê ku navenda wê Mereş bû, li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn, meş û çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.

RIHA

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê bi boneya salvegera erdhejên 6’ê Sibatê li Navenda Kar a Ahmet Bahçivan a li navçeya Halîliyeyê daxuyanî da. Gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn û pankarta “Me ji bîr nekir, ne felaketê ji îxmalê milet mir” hate vekirin. Li ser navê platformê Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ya Rihayê Ferhat Demîr metna hevpar a çapemeniyê xwend. Demîr, diyar kir ku felaket ji ber îxmalkariyê pêk hatiye û got ku daneyên têkildarî kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, rastiyê nîşan nadin. Demîr, diyar kir ku berpirsiyariya vê wêraniya mezin bi tenê karsazên înşatê nînin û got: “Berpirsyar ew kesên ku nirx nadin mirovan e.”

Demîr, bi bîr xist ku piştî erdhejê bi hezaran kes di bin xirbeyan de li benda rizgarkirinê bûn û destnîşan kir ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dereng dest pê kirine. Demîr, wiha domand: “Ji aliyekî ve kemasiyên AFAD’ê ji aliyê din jî skandalên Kizilayê ku veguheriyê şîrketekê derket hole. Beriya ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bibin û delîlên pêwîst bên berhevkirin jî, bi lez û bez xebatên rakirina mayînan hatin destpêkirin. Hat ragihandin ku beriya ku xirbe bên rakirin, ji bo çêkirina bi sed hezaran xaniyan peyman hatin kirin. Beriya ku lêkolîn û lêkolînên jeolojîk bên kirin xanî hatin çêkirin. Weke ronahiya rojê diyar e ku hikûmetê dersên pêwîst dernexistiye. Welatê me welatekî erdhejê ye û tu gavekî şoven û propagandaya siyasî me li hember erdhejê naparêze. Ji bo ku careke din karesatên bi vî rengî neqewimin, ji xeynî dev ji polîtîkayên qezenc û bazar ên ku kontrola gel û berjewendiya gel nagirin, tu rê nemaye. Ne salek, hezar sal jî derbas bibe, em ê vê êşê û yên ev êş laqiqî me dîtinê ji bîr nekin.”

Piştre Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê yê Rihayê Bekir Karakeçîlî axivî û diyar kir ku tevî salek bi ser erdhejê re derbas bûye jî pirsgirêkên mexdûrên erdhejê nehatine çareserkirin û ev tişt gotin: “Em ê hesaba erdhejê ji rayedarên hikûmetê bipirsin. Divê berpirsyariyên hemû saziyên ku tevdîr negirtinê bên eşkerekirin û hesab ji wan bê pirsîn.”

Bi heman boneyê Nûnertiya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) Wêranşarê çalakî li dar xist. Endamê Şaxa SES’ê ya Wêranşarê Vedat Sarioglû metna daxuyaniye xwend.

HATAY

KESK’ê jî bi heman boneyê li pêşiya Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê ku 14 xebatkarên tenduristiyê jî di nav de bi giştî 80 kesan li wir jiyana xwe ji dest dabû daxuyanî da û qurbaniyên erdhejê bi bîr anî. Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî ji ewil endamê MYK’a KESK’ê Erdal Karakuş axivî. Karakuş got ku hêj jî birînên erdhejê nehatine pêçandin. Hevseroka Nûnertiya SES’ê ya Îskenderûnê Nalan Nacar jî da zanîn ku tevî rapora “ji bo erdhejê saxlem nîne” jî ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê tevdîr nehatine girtin û bûye goristana 80 kesan. Bi domdarî Nacar ev tişt anî ziman: “Berpirsyarên sereke yên vê wêraniyê ew in ên ku keda mirovan bênirx dikin û vê yekê li civakê ferz dikin in.” Bi domdarî jî Nacar pirsgirêkên kedkarên tenduristiyê rêz kir.

Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Îskenderûnê Mûstafa Unsal jî got ku di erdhejê de ne avahî lê pergala perwerdeyê d bin kavilan de ma ye. Piştre jî Unsal bal kişand ser pirsgirêkên perwerdeyê.

Piştî axaftinan, beşdaran qurnefîl danîn qadê.

Her wiha Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban jî li Taxa Mûstafa Kemal a navçeya Îskenderûnê li konê Dilxwazên Erdhejê û parastvanên mafan re hate gel hev. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Kuçukbalaban, di çalakiyê de wiha got: “Ne karesata sedsalê lê bêberpirsyartiya sedsalê, terkexemiya sedsalê bû.”

EDENE

Baroya Edeneyê jî di yekemîn salvegera erdhejê de li Eywana Parêzeran a Edliyeya Edeneyê merasîma bîranînê li dar xist. Serokê Baroyê Semîh Gokayaz û Sekreterê Giştî yê TBB’ê Velî Kuçuk, Serokê Baroya Mêrsînê Gazî Ozdemîr, rêveberiya baroyê û gelek parêzer tevlî bîranînê bûn. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre Gokayaz axivî. Gokayaz, da zanîn ku 5 hempîşeyên wan di erdhejê de li Edeneyê jiyana xwe ji dest dane.  

Her wiha Lijneya Rêveberiya Navendî ya Odeya Endezyaran a Edeneyê jî daxuyanî da. Serokê odeyê Eyup Muhcu di daxuyaniyê de got ku feraseta ku plansaziyê ku rantê esas digirin li bajarên wan rê li ber karesatên mezin vekiriye û banga bidawîkirina vê polîtîkayê kir.

AMED

Gelek rêxistinên civaka sivîl bi pêşengtiya DBP û DEM Partiyê bi boneya salvegera erdhejên 6’ê Sibatê li pêşiya Diyar Galeria ya li navçeya Bajarê Nû ya Amedê merasîma bîranînê li dar xistin. Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Bajarê Mezin a Amedê Serrra Bucak û Dogan Hatun jî tevlî bîranînê bûn.

Ji namzetan Serra Bucak got ku êşa wan hêj mîna roja ewil e û ev tişt anî ziman: “Îro bi hatine vê derê re em dixwazin bibêjin ‘Em ji bîr nakin’ û ‘efû nakin. Heta ku em hesaba wê ji îktîdarê dipirsin jî dê hêrsa me danekeve. Hêj niha jî hinek ji me windabûyiyên xwe digerin. Di erdhejê de dewlet û îktîdar tune bûn, tenê gel hebû. Yên ku karesata xwezayî veguherandin karesata siyasî, 8 sal berê erdhejên sunî ava kirin.”

Herî dawî jî beşdaran qurnefîl danîn ser kavilên Galeriayê û dua xwendin.

LI YENÎKOYÊ MERASÎMA BÎRANÎNÊ

Siyasetmedara kurd û aktîvîst Melîke Alp ku di erdhejê de li Diyar Galeriayê jiyana xwe ji dest dabû, li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoyê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) ve hate bibîranîn. Namzetên hevşaredariyê yên jin ên DEM Partiyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl tevlî bîranînê bûn.

TJA’yê bi boneya salvegera erdhejê daxuyaniyeke nivîskî weşand. TJA’yê wiha got: “Em jin careke din dibêjin ku şert û mercên pêkvejiyanê bi parastina hevsengiya ekolojîk û jiyana xwezayî pêkan e. Em ê jiyanê bi ruhê bawerî û piştevaniyê jinûve ava bikin. Em kesên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin.”  

Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê û Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) jî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de rapora beriya erdhejê û piştî erdhejê hate parvekirin. Di raporê de kêmasiyên heyî hatin vegotin û hat gotin ku li Amedê di erdhejê de 414 kesan jiyana xwe ji dest dan.e her wiha hate gotin ku li seranserî bajar 6 hezar û 77 avahiyên bixesar hene.

LI GELEK BAJARAN ÇALAKÎ HATIN LIDARXISTIN

Bi heman boneyê li bajarên weke Îzmîr, Stenbol, Enqere, Dêrsim, Êlih û Çewligê jî çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Stenbolê endamên Grup Yorumê hatin binçavkirin
Nûçeya Pişt re Tulay Hatîmogûllari: Em ê şînê veguherînin berxwedanê û jinûve ava bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Mîrateya Nazim û Cîhan

Nazim û Cîhan mîrateyek ji mirovahiyê re hiştin. Hîn kirin bê têkoşîna ji bo heqîqetê,…

Ji aliyê Stêrk TV

YNK’ê piştgirî da biryara PKK’ê

Berdevkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre behsa biryarên ku PKK'ê di Kongreya xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

CÎK’ê ji bo meşa mezin a li Kolnê banga tevlîbûnê kir

Serokê Giştî yê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmed Tûrhalli ji gelê Kurd xwest…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Civak & Ekolojî

Bedewiya ji çiyê diherike: Sûlava Kanîspî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 26’Ê TÎRMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî bertek nîşanî êrîşa nijadperestî ya li Sariyerê da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DYE: Tirkiye şertên girtina F-35’an bicih nehaniye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?