Derhêner û senarîstê Îranî Cafer Penahî di doza ku li Şaxa 26an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê hat dîtin de 5 sal û 1 meh ceza danê. Dadgehê biryara destdanîna ser hemû mal û milkên Penahî da û bikaranîna medyaya dîjîtal û derketina wî ya derveyî welat ji bo 2 salan qedexe kir.
Li gorî nûçeya HRANA’yê ya ku xwe dispêre Emtedadê parêzerê Penahî Mostafa Nîlî diar kir ku dema ku Penahî ne amade bû ev biryar hatiye dayîn. Nîlî destnîşan kir ku piştî hesabên bankeyê yên Penahî hatin cemidandin, ew ji vê biryarê agahdar bûye.
Parêzer Nîlî anî ziman ku her çiqasî muwekîlê wî di 30’ê Adara 2026’an de vegeriyaye Îranê jî, di dosyeya dozê de hatiye diyarkirin ku ew li derveyî welat e û dîroka danişînê ji wî re nehatiye ragihandin. Nîlî da zanîn ku di 20’ê Gulana 2026’an de derbarê Penahî de biryara girtinê jî hatiye derxistin û anî ziman ku niha sê dosyeyên cuda yên hiqûqî derbarê derhêner de hene.
Penahî berê jî bi tawanbariya “propaganda li dijî rejîmê” di dozeke cuda de salek ceza dabûnê û derketina derveyî welat û endamtiya wî ya ji bo rêxistinên siyasî û civakî bo dema 2 salan hatibû qedexekirin. Daxwaza derhêner a ji bo ji nû ve darizandinê di Hezîrana 2026’an de hatibû redkirin.

