Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Civaknas Nazan Ustundag diyar kir, ku entegrasyona demokratîk ne tenê pênaseyeke hiqûqî ye, di heman demê de pêvajoya têkoşînê û rêxistinbûna civakî û got, “Entegrasyona demokratîk qet nayê wateya yekbûna bi dewletê re.”
Gerîlayên YJA Starê ragihandin ku ew li ser şopa yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê şehîd Bêrîtan Hêvî ne û destnîşan kirirn ku di şexsê Bêrîtan de ew bûn xwedî nasnameya jinê ya berxwedêr.
Gerîlayên HPG’ê Ronî Dersim û Şoreş Beytuşebap şehîd Bêrîtan Hêvî bi bîr anîn û gotin, “Xeta fermandar Bêrîtan ji bo me manîfestoyek e. Em ê heta dawiyê fikir, afirandin û jiyana ku ji bo me afirandin biparêzin.”
Li Herêma Kurdistanê 2 sal di ser hilbijartinê re derbas bûye, lê hîn jî hikumet ava nebûye. PDK di parvekirina li gorî hejmara kursiyan israr dike, YNK jî daxwaza ‘şirîkatiyeke rasteqîn’ dike. Gel berdêla nebûna hikumetê dide.
Li dijî projeya GES’ê ya li taxa Arzoxliyê, nobeda kon a jinan û şêniyên taxê dewam dike. Jinên ku li refên herî pêş ên têkoşînê ne gotin, “Sewalkarî yekane çavkaniya me ya debarê ye, dixwazin wê jî ji me bistînin. Em ê nehêlin.”

