Dilar Dîrîk ku beşarî Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê bû, ku bi dirûşma “Di avakirina jiyana komînal û demokratîk de rola Jineolojiyê” li bajarê Haelen ê Hollandayê hate lidarxistin, pêşketina Jineolojiyê li Ewropayê, têkiliya wê bi têkoşîna azadiyê ya jinê re û rola ku divê di dema nû de pê rabe, ji ANF’ê re nirxand.
Dilar Dîrîk anî ziman ku karên Jineolojiyê bi konferansa destpêkê ya sala 2014’an a li Kolnê re li Ewropayê gihîşt qonaxeke girîng û diyar kir ku di nava 12 salên derbasbûyî de hem çarçoveya kar hem jî naveroka nîqaşê guherî ye.
Bi dewamî ragihand ku destpêkê pênasekirin, vegotina armanc û mîsyona Jineolojiyê li pêş bû, lê îro ji nîqaşên teorîk wêdetir li ser rêbazên şênber ên ji bo guhertina jiyana civakî disekine.
‘JI SALA 2014’AN Û VIR VE GUHERÎNEKE GIRÎNG PÊK HAT’
Dilar Dîrîk bal kişand ser karên Jineolojiyê yên li Ewropayê û got, “Destpêkê armanca bingehîn vegotina wateya Jineolojiyê, destnîşankirina mîsyon, rol, armanc û pênaseya wê bû. Wê demê li Kurdistanê tevgerek hebû ku têkoşîna azadiyê li kurdistanê dimeşand û girîng bû ku paradîgmaya sosyalîst a vê tevgerê, bi taybegî jî îdeolojiya azadiya jinê bi cîhanê were nasandin.
Lê belê di vê pêvajoyê de gelek guherînên nû qewimîn. Ji gelên cuda jin beşdarî karên Jineolojiyê û perwerdeyên wê bûn. Komîteya Jineolojiyê ya li Ewropayê di vê mijarê de bi rastî jî kedeke mezin da. Vî karî li qadên cuda bandorên girîng kir.”
‘EM ÊDÎ NÎQAŞA WÊ YEKÊ DIKIN KU DIKARIN JIYANÊ ÇAWA BIGUHERÎNIN’
Dilar Dîrîk asta heyî ya karên Jineolojiyê nirxand û destnîşan kir ku konferansa heyî veguherîna rû daye nîşan dide.
Dilar Dîrîk diyar kir ku Jineolojî êdî ne tenê weke zanistekê tê nirxandin ku divê bê pênasekirin, êdî derbasî wê qonaxê bûye ku nîqaş li ser guhertina jiyanê tê kirin û got, “Bi dîtina min ev konferans jî nîşaneya veguherîna heyî ye. Ji bo paşeroja kar pêwîstî bi rê û rêbazên cuda heye. Nîqaş êdî li ser karên gelekî şênber tê kirin.
Berê bi giranî li ser pênasekirina Jineolojiyê dihate rawestîn. Jineolojî çi ye, çima pêwîstî pê heye? Ev yek êdî li ser zemînekê rûnişt. Niha têkoşîneke welê heye ku jiyanê biguherîne. Lewma konferans bi rastî jî gaveke dîrokî ye.”
‘DIVÊ ZANIST XIZMETÊ JI GUHERTINA JIYANÊ RE BIKE’
Dilar Dîrîk işaret bi girîngiya nîqaşên zanistî û felsefî yên li konferansê kir û anî ziman ku karên zanistî divê tenê li qada akademîk nemîne.
Dîrîk têkiliya sîstema zanîngehê ya heyî ya bi avaniyên kapîtalîst, emperyalîst, baviksalarî û mêtingeriyê rexne kir û got, divê rêbazên zanistî yên alternatîf bêne afirandin.
Dilar Dîrîk axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Dema ku mirov bala xwe didin ser zanîngehên sîstemê, dibînin ku ji bo guhertina rêbaza jiyanê yan jî avakirina jiyaneke baş û rast naxebitin. Di xizmeta kapîtalîzm, emperyalîzm, baviksalarî û mêtingeriyê de ne. Ji ber vê yekê jî hewldanên afirandina rê û rêbazên cuda û zanisteke nû ya ji bo guhertina jiyanê, gelekî hêja ne. Ji ber ku wateya rastî ya zanistê jî ev e. Naskirina xwe, naskirina jiyanê û naskirina cîhanê.”
‘JINEOLOJÎ NE TENÊ QADA AKADEMÎSYENAN E’
Dilar Dîrîk destnîşan kir ku Jineolojî ne tenê ji bo lêgerîner an jî kesên bi zanistên civakî re eleqedar dibin girîng e û diayr kir ku ev nêzîkatî dikare di jiyana rojane ya her kesî de bersiva xwe bibîne.
Dîrîk işaret bi girîngiya kombûnan jinan a li konferansê kir ku tecrûbeyên têkoşînên cuda parve dikin û got, “jineolojî ne qadeke welê ye ku tenê lêkolîner û mirovên bala wan li ser zanistên civakî ye pê re eleqedar bibin. Jineolojî dikare veguhere wî tiştî ku her kes karibe di jiyana xwe de bixe meriyetê.
Ji bo pêşketina Jineolojiyê jî bal kişand ser girîngiya hînbûna tecrûbeyên tevgerên civakî û gelan ên cuda û got, pêwîstî bi afirandina perspektîfên cuda û rêbazên nû heye.
‘DIVÊ BI KOMÎN Û KOOPERATÎFAN ALTERNATÎFÊN ŞÊNBER BÊNE AFIRANDIN’
Dilar Dîrîk ragihand ku nîqaşên li konferansê hatin kirin divê veguhere projeyên civakî yên şênber û got, Jineolojî divê tenê weke teorî yan jî paradîgmayekê nemîne.
Di vê çarçoveyê de anî ziman ku divê karên aboriyê yên alternatîf û kooperatîfan bi vê perspektîfê bikevin meriyetê û got, “Ev konferans dikare bibe bingeha nîqaşên nû, vebûnên û têkiliyên nû. Lê belê divê ev yek tenê weke teoriyekê, paradîgma yan jî fikrekî nemîne.
Bİ karên şênber, mînak bi avakirina kooperatîfan, avakirina komînan an jî projeyên taybet ên ji bo guhertina cîhanê dikare di jiyanê de bersiva xwe bibîne. Afirandina modelên aboriyê yên alternatîf dikare bibe parçeyek vî karî. Jineolojî bi vî rengî dikare veguhere îdeolojiyeke avakirinê. Ji xwe di konferansê de jî bi vî rengî hate pênasekirin.”
‘JINEOLOJÎ DI NAVA JINÊN CÎHANÊ DE DIKARE BIBE ZEMÎNA TÊKILIYÊN NÛ’
Dilar Dîrîk diyar kir ku Jineolojî xwedî wê potansiyelê ye ku di navbera jinên ji gelên cuda têkiliyên nû ava bike û got, “Eger Jineolojî rast bê fêhmkirin, dikare bibe zemîna wê yekê ku di navbera jinên cîhanê de têkiliyên cuda, nû û afirîner ava bike.”
Dilar Dîrîk herî dawî destnîşan kir ku divê Jineolojî ne tenê weke fikrekî lê belê weke nêzîkatiyekê bê dîtin ku xizmetê ji avakirina jiyaneke cuda re bike.”

