Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Divê gelê Kurd xwedî li Rojava derbikeve’
Kurdistan

‘Divê gelê Kurd xwedî li Rojava derbikeve’

Şêniyên Mexmûrê diyar kirin ku dewleta Tirk li aliyekê qala aştiyê dike û li aliyê din êrîşên xwe berfireh dike. Bang li tevahî gelê Kurd kirin ku xwedî li Rojava derbikevin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Çile 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî êrîşên li ser Rojava, bitaybet êrîşên li ser Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê ji ANF’ê re axivîn û nerazîbûna xwe ya li hemberî êrîşan, anîn ziman.

 

Dayîka bi navê Helîm Îşlek di destpêka axaftinên xwe de hemû şehîdên Rojava bi bîr anî û got: “Me li ser her bostek axa Kobanê xwîna şehîdan daye. Ev çend sal in Kobanê hatiye rizgarkirin, gelê Rojava tama azadiyê girtiye. Dewlet wisa dizane ku wê bi çekê gelê Kurd xilas bike, lê bila baş bizanibe em bi çekê xilas nabin. Em ê bi berxwedanê bigihijin nasname û dîroka xwe. Gelê Kurd bi îradeya xwe ve girêdayî ye, kes nikare îradeya gelê Kurd têk bibe. Dewleta Tirk niha behsa çareseriyê dike, baweriya min bi çareseriya wan nayê. Eger di çareseriyê de cidîne, bila Rêberê me ji zindanê derxînin û deriyê hemû zindanan vekin. Ev hezar sal in em li ser Kurdistanê şer dikin, me berê xwe nas nedikir, me ne dizanî Kurdistan çiye, lê piştî Rêbertî derket û şûn de me nû Kurdistan nas kir. Berê deweleta Tirk gundên me dişewitandin, lê niha îrade û nasnameyek me heye, dewleta Tirk ti carî nikare Kurdan tine bike. Banga min ji bo hemû jinên Kurd ew e ku ji bo Rojava rabin ser xwe.”

‘AŞTÎ BI ÊRÎŞAN NABE’

 

 

Mamoste Beşîr Gabarî jî têkildarî heman mijarê axivî û diyar kir ku ev destguhertina desthilatdariyê ya ku li Suriye çêbûyî, dewleta Tirkiye ji bo xwe wekî hêviyekê didît û wiha got: “Hevdîtinên destpêkê yên ku bi Tehrîr El- Şam re hatî kirin, wekî serkeftina xwe didît. Dixwest li Şamê Tehrîr El-Şam li dijî Rojava, QSD û gelê Kurd bide şerkirin, lê nekarî. Dîsa li wan çeteyên ku bi navê Artêşa Milî ya Suriye avakirine vegeriyan û DAÎŞ jî zindî kirin. Destpêkê cihên jiyanî yên ku xelkê debara xwe pêdikin kirin hedef. Yek ji cihên ku niha herî zêde şer li ser tê kirin, Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê ye. Dewleta Tirk bêyî ku metirsiya bendavê bigire ber çavan, her derê dike hedef. Bi taybet destanên dîrokî li derdora Bendava Tişrîn û Kobanê li dijî êrîşên dagirkeriyê tên nivîsîn, di rastiyê de mirovahî ji êrîşên dagirkeriyê tê parastin. Armanca dewleta Tirk destkeftiyên gelê Kurd e. Niha metirsiyek mezin li ser Rojava heye, eger Rojava têk biçe wê Bakur û Başûr jî têk biçe. Dewleta Tirk li aliyekê êrîşan dike û li aliyê din jî behsa aştiyê dike, aştî bi êrîşan nabe. Em bang li gelê xwe dikin ku Tişrîn û Rojava bi tenê nehêlin.”

‘DIVÊ HER KES BERÊ XWE BIDE ROJAVA Û XWEDÎ LÊ DERKEVE’

 

 

Endama Jineolojî Songul Guler jî destpêkê berxwedana gelê Rojava silav kir û ev tişt bilêv kir: “Wek tê zanîn di 27’ê Mijdarê de li Suriye rejîma 56 salan ji aliyê HTŞ û SMO ve hat rûxandin. Ji wê rojê heta îro, wan mezhebek weke yê Elewiyan dane ber xwe û komkujiyan pêk tînin. Eger îro dinya bêdeng e, ev jî dide diyarkirin ku ev çete bi serê xwe van komkujiyan nakin. Di vir de em dibînin hedef ne tenê rejîma Baas bû, hedef pergala netewa demokratîk a ku li Rojava hatî avakirin e. Bi taybet dixwazin bi destê dewleta Tirk, şoreşa ku bi pêşengtiya jinê li Rojavayê Kurdistanê hatî pêşxsitin bifetisînin. Ev jî dide xuyakirin dewleta Tirk şoreşa ku di pêşengtiya jinê de li Rojava hatî avakirin hezm nake. Ji bo vê şoreşê tine bike jî, serî li hemû rê û rêbazên bê exlaqî dide. Ev demeke wek herêm girtine dest, Tişrîn tê hedefgiritin, helbet herêmên wisa hem ji bo Rojava û hem jî ji bo Tirkiyê stratejîk in. Ji ber wê bi rojane dewleta Tirk bi hemû derfetên xwe êrîşî Tişrînê dike. Gelên li Rojava wek Ereb, Suryan û hwd li Tişrînê bûne mertalên zindî û nobet digirin, ev berxwedaniyekî herî mezin e. Em ji hemû gelan re dibêjin ev şansê dawiyê ye, pêwîste hemû gelên bindest li kûderê dibe bila bibe divê li dora pergala netewa demokratîk kom bibin. Ji bo wê jî em bang li hemû jin, ciwan û gelên bindest dikin ku her kes berê xwe bidin Rojava û li vê pergalê xwedî derbikevin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MEXMÛR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Milîsên Atakan Mahîr ên HBDH’ê du çalakî lidar xistin
Nûçeya Pişt re Agirbesta Îsraîl-Hamasê dereng ket, Hamas wê sê rehîneyan berde
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Westanê agir bi daristanê ket

Li bejahiya navçeya Westan a Wanê agir bi qada daristanê ket.

Ji aliyê Stêrk TV

Mehmet Zekî Esîn ê piştî 32 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin

Mehmet Zekî Esîn ê ku ji sala 1993’an û vir de li girtîgehê dihat ragirtin…

Ji aliyê Stêrk TV

Bakirhan: Navnîşana aştiya civakî, Îmrali ye

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di mîtînga “Azadiyê” de axivî û bertek nîşanî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?