Di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de nîqaşên li ser “qanûnên çarçoveyê” dewam dikin. Koordînatora Navenda Lêkolînên Civakî û Siyasî (SAMER) û endama Koma Aştiyê rojnamevan Yuksel Genç mijarên; vegegra gerîla ya li welêt, pêvajoya derbasbûna ji nava şer ber bi siyasetê ji ANF’ê re nirxand.
Yuksel Genç anî ziman k ji ber gelek pirsan, ji bo bicihanîna “qanûnên çarçoveyê” yên ku ji bo carekê bêne derxistin, pêwîstî bi zemîna bicihanînê heye û got, “Qanûnên bi vî rengî ji xwe li ser hev nayên derxistin, carekê têne derxistin, lê belê bi rengekî ku baş hatiye formulekirin têne derxistin.” Yuksel Genç ev nirxandin kir: “Mînak, xusûseke gelekî girîng e ku wê bike ku gerîla tevlî bibe, neyê darizandin, dema ku hat Tirkiyeyê weke her mirovekî karibe pêwîstiyên xwe, têkoşîna xwe, sekna xwe, pêwîstiyên nasnameya xwe bijî, xwedî mafê rêxistinbûnê be. Ji ber vê jî qanûn ne deh caran, lê carekê derdikeve lê belê mesele ew e ku dema ew qanûn ji bo carekê hate derxistin, yên bên wê weke welatiyekî çiqasî karibe bi rengekî ewle tevlî pêvajoya demokratîkbûna Komara Tirkiyeyê bibe, yan jî çiqasî karibe fikir û nêrînên xwe bi rêxistin bike. Lewma divê mercên welêt bi rengekî welê bê amadekirin ku encamên wê qanûnê karibe rake. Ji bo vegerê divê civak bê amadekirin, di qanûnan de naveroka ewlekariyê bê guhertin, qada îfade û rêxistinbûnê bê berfirehkirin û ewlekirin. Pêvajoyên burokratîk, civakî û qanûnî bêne avakirin ku yên bên karibin siyasetê bikin, mafên nasnameya xwe biparêzin, xwe îfade bikin û bi rengekî ewle jiyana xwe dewam bikin. Eger ev neyê kirin, bi derxistina qanûnê re yên bê dibe ku piştî demekê bêne girtin, yan jî bêne lînçkirin û bibin hedef.”
Yuksel Genç ku ew bi xwe jî weke gaveke ji nêta baş a ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a meseleya Kurd bi banga Rêber Apo di nava Koma Aştiyê de di sala 1999’an de hatibû Tirkiyeyê, bi bîr xist ku wê demê garantiyeke qanûnî tine bû, lewma pirsgirêkan rû dabûn. Yuksel Genç qala bûyerên wê demê kir, “Em weke Koma Aştiyê ya ji 8 kesan, bi xwe hatin Tirkiyeyê. Di vê mijarê de dewletê ti soz nedabû. Ji xwe pirsgirêka hatina me hebû, întimala girtina me hebû. Lê belê eger em bixwastana û di nava hevdîtinên wê demê de bixwastana qadekê ji me re nas bikin, dikarîbûn xala pêwendîdar ji nava TCK’ê derxistibûna. Ji ber ku weke komeke ku li ber ranabe, çek danîbû û hatibû. Ev nekirin, lê mesele ne ew e ku piştî em hatin, hatin girtin. Piştî berdanê karên me yên ji bo aştiyê, axaftin û nivîsên me yên ji bo çareseriya meseleya Kurd weke sûc hatin dîtin û careke din hatim girtin, li hemberî min gelek doz hatin vekirin. Lewma eger sekna polîtîk, parvekirina fikrên xwe û rêxistinbûna yên bên eger weke sûc bê dîtin û ewlekarî bibe mijara siyasetê, hingî wê ewle nebin. Ji xwe ev pêvajo wê hingî têk biçe. Wê demê tiştekî bi navê pêvajoya tevlîbûna demokratîk wê nebe. Ji ber vê jî beriya her tiştî divê ew merc bêne afirandin.”
Yuksel Genç anî ziman ku çareseriya meseleya Kurd xwe dispêre du parametreyên bingehîn û diyar kir ku ya yekemîn vekirina qada siyaseta demokratîk û garantî ye, ya duyemîn jî danîna çekan e. Yuksel Genç destnîşan kir ku yên çek danîne wê ji bo çareseriya siyasî ya meseleya Kurd a li qada siyaseta demokratîk û demokratîkbûna Tirkiyeyê bên û got, “Eger tu li qada siyaseta demokratîk azadiya fikrî û îfadeyê, azadiya siyasetê, îradeya siyasî ya welatiyan û qadên temsîlê neparêze, wan veneguherîne û di vê mijarê de qanûnên şênber, temînatên şênber neafirîne, hingî yên ku çek danîne wê çawa bên qada siyaseta demokratîk? Ji ber ku qada siyaseta demokratîk nîne. Mînaka herî şênber a vê yekê jî destwwerdana li CHP’ê ye. Birêz Ocalan girtina Ekrem Îmamoglû, operasyonên li ser şaredariyan û herî dawî ketina bi zora polîsan a li Navenda Giştî ya CHP’ê ya bi biryara ‘Bêhukmiya Teqez’ weke sabotajek li ser pêvajoyê nirxand û anî ziman ku gelekî bi hêrs bûye. Ji ber ku di nava mercên siyaseta demokratîk de diviyabû ji bo pirdengî, mercên siyaseta civakê bihatina avakirin, li ser qada azadiya fikrî û rêxistinbûnê hin sererastkirinê berfireh bihatina kirin, lê belê di nava sîstemê de yên ku siyasetê dikin jî nabin cihê baweriyê. Tu radibe li şûna pirdengiyê, yekdengiyê tîne. Wê demê yên ku bên, wê çi bikin? Wê bên kîjan qadê, kîjan atmosferê? Berpirsyarî heye ku ji bo derxistina wê qanûna ji bo carekê divê mercên Tirkiyeyê bêne afirandin ku ew qanûn lê bi bandor bibe.”

