Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di doza aktîvîsta mafên jinan û Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya ya di sala 2020’an de hatibû girtin Tirkiye mehkûm kir. Dadgehê destnîşan kir ku rayedarên Tirkiyeyê di navbera çalakiyên Adalet Kaya û “endamtiya rêxistinê” de têkiliyek nedîtiye û bi yek dengî biryar da ku xala 5’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) hatiye binpêkirin.
Adalet Kaya ya ku seroka Komeleya Jinan a Rosayê ya navenda wê li Amedê ye, di 22’yê Gulana 2020’an de bi îdiaya ku têkiliya wê bi PKK û KCK’ê re heye hatibû binçavkirin. Rojek şûnde bi sûcdariya “endamtiya rêxistina çekdarî” hat girtin. Adalet Kaya dema ku li benda darizandinê bû, di 18’ê Tebaxa 2020’an de hat berdan.
Sûcdariyên derbarê Adalet Kaya de xwe dispartin têkiliyên Komeleya Jinan a Rosayê yên bi rêxistinên jinên Kurd re, îfadeyên şahidê veşartî, beşdarbûna çalakî û daxuyaniyên çapemeniyê, axaftinên wê yên telefonê û materyalên ku di lêgerînan de hatibûn desteserkirin.
DMME’yê îdiayên şahidê veşartî wekî ne diyar û îspat nebûyî dît. Dadgehê diyar kir ku derbarê wergirtina telîmatan a rêveberên komeleyê ji PKKê de tu delîl nehatine pêşkêşkirin û nehatiye nîşandan ku xebatên qanûnî yên komeleyê derveyî qanûnê ne.
BAL KIŞAND SER AZADIYA ÎFADE Û RÊXISTINBÛYÎNÊ
Dadgehê daxuyand ku divê axaftinên Adalet Kaya yên di çalakî û daxuyaniyên çapemeniyê de di çarçoveya azadiya îfadeyê de bên nirxandin. Destnîşan kir ku çalakiyên Komeleya Jinan a Rosayê jî di çarçoveya azadiya civîn û birêxistinbûnê de ne ku bi xala 11’emîn a PMME’yê hatine mîsogerkirin.
DMME’yê a zanîn ku rayedarên Tirkiyeyê çalakiyên ku Adalet Kaya beşdar bûye û dirûşmên hatine berzkirin lîste kirine, lê belê têkiliya van bi sûcdariyan re nikaribûye vebêje û tevî ku weşan, pankart, nîşeya destnivîsê û qumaşê kesk, sor û zer ên ku di lêgerînan de hatine dîtin jî ev yek bi serê xwe gumana endamtiya rêxistina terorê rewa nake.
PIŞTÎ BÛ PARLAMENTER DARIZANDIN HAT RAWESTANDIN
Adalet Kaya dema ku doza wê ya cezayê dewam dikir di Gulana 2023’yan de ji DEM Partiyê wekî parlamentera Amedê hat hilbijartin. 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, ji ber parêzbendiya parlamenteriyê di 4’ê Adara 2024’an de darizandin da rawestandin.
DMME’yê biryar da ku Tirkiye 4 hezar euro tazmînata manewî bide Adalet Kaya û 1.000 euro jî lêçûnên darazê, bi giştî 5 hezar euroceza li Tirkiyeyê birî.

