Çarşem, 22 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tataroglû: Dixwazin kekê min Hasan Basrî Yildiz bi tecrîdê bikujin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 22’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tesîsa civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rastî êrîşa çekdarî hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurtulmuş bi Kiliçdaroglu re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DEM Partiyê: Qanûna çarçoveyî divê berfireh be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kurtulmuş tûra ‘qanûna çarçoveyî’: Bi Koma Yenî Yolê re jî civiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xelata Şehîd Soran Mame Heme ji Îlham Ehmed re hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dronan êrişî Hewlêrê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê salvegera Şoreşa Rojava û çalakiya nobetê hate silavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Heta ku Rêber Apo nikaribe bi rengekî azad bixebite pêvajo bi pêş ve naçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li Wargeha Mexmûrê 3 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJK-E’yê banga mezinkirina kampanyaya rêxistinên jin ên Êzidî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê girtîgeh, sirgûn û qemçiyê li 2 aktîvîstên jin hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendeke jin ji aliyê Îranê ve hat cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd êrişên li ser Başûr şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partî: Şoreşa Jinan a Rojava 14 sal in çavkaniya îlhamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê Ayfer Serçe bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê şahiya gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Belgefîlma “Rojiya Jiyanê” ya Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bê pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Li Hewlêr, Akrê û Pîrmamê gelek balafirên bê mirov xistin xwarê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Dogû Ergîl: Qanûna çarçoveyê divê nasname, ziman û îradeya xwecihî ewle bike
Rojane

Dogû Ergîl: Qanûna çarçoveyê divê nasname, ziman û îradeya xwecihî ewle bike

Prof. Dr. Dogû Ergîl anî ziman ku aştiya mayinde tenê bi bidawîkirina şer nabe û destnîşan kir ku divê qanûneke çarçoveyê bê derxistin ku tevgîr be û nasname, ziman û îradeya xwecihî ewle bike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Akademîsyen û zanyarê siyasetê Prof. Dr. Dogû Ergîl bandora bûyerên li herêmê li ser Tirkiyeyê, tercîhên polîtîkaya derve, rewşa Tirkiyeyê ya li nava NATO’yê, stratejiyên wê yên leşkerî û nîqaşên li ser ‘Qanûna Çarçoveyê’ ya têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd ji ANF’ê re nirxand.

Prof. Dr. Dogû Ergîl anî ziman ku tora Îranê ya li herêmê û hevalbendên wê yên jêr dewletê di asteke mezin de hatine bêbandorkirin û ragihand ku vê rewşê hevsengiyên hêzê yên li herêmê hejandiye. Ergîl diyar kir ku hêz û derdorên gefê li Îsraîlê dixwin ji Îranê heta bi Iraq, Sûriye û Lubnanê hatin tasfiyekirin û got, vê rewşê êrişkarî û bandora Îsraîlê zêde kir, Tirkiye û Îsraîl gav bi gav kirin hevrikekî stratejî.

Ergîl anî ziman ku li Sûriyeyê dewlet hilweşiya ye, avaniya nû ya li şûna wê bê avakirin hîn nediyar e û bi bîrxistina civîna dawî ıya NATO’yê ya li Enqereyê re ev tespît kir:

“Hebûna leşkerî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li Ewropayê û li nava NATO’yê kêm bû û hate rojevê ku Ewropa karê parastinê bigire ser xwe. Lê belê ji ber kêmaniyên Ewropayê yên di vê mijarê de Tirkiye kete dewrê û asteke hîn bi bandor û xurt bi dest xist. Li Sûriyeyê destpêkê gotinên ‘fetih-serketinê’ bi kar anî. Piştî van gavên nepêwîst di ser rejîma ava dibe re hewl da paşeroja Tirkiyeyê diyar bike. Di vir de heta astekê bi bandor bû lê belê bandora wê ya esasî astengkirina xweserîbûna Kurdan a li wê derê bû, ne ku her gotina xwe bi Şamê bide kirin.”

‘TIRKIYE HER TIM KURDAN WEKE GEFEKÊ DIBÎNE’

Ergîl nêzîkatiya dîrokî ya Tirkiyeyê ya li meseleya Kurd nirxand û anî ziman ku dewlet vê mijarê timî weke gefekê dibîne. Ergîl diyar kir ku stratejiya parastinê ya Tirkiyeyê hemû li ser wê yekê ava bû ku Kurdan li dijî yekîtiya neteweyî û yekparebûna welêt weke gefekê dît û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Gelo ev rast bû? Bêguman na. Lê mixabin bi vî rengî bû û heta niha asteng kir ku xweseriyeke Kurdan a li Sûriyeyê di Sûriyeya nû de bi bandor nebe. Ev rewş çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê jî dereng dixîne. Ev têgihişt hîn ji aliyê hikumetê ve tê dewamkirin. Ji ber bandora hikumetê ya li qada medya û çandê, di nava gelê Tirkiyeyê de jî fikrekî bi vî rengî afirî.”

‘JI BO AŞTIYÊ DEMEK JI VÊ GUNCAWTIR NABE’

Ergîl bal kişand ser firsendên dema heyî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û destnîşan kir ku divê dest ji nêzîkatiya ku Kurdan weke metirsiyekê dibîne bê berdan. Ergîl diyar kir ku helwesta Rêber Apo ya têkildarî pêvajoyê divê weke nêzîkatiyeke ji bo lêgerîna çareseriyê bê dîtin û got, vê rewşê ji bo Tirkiyeyê firsendeke girîng afirandiye.

Prof. Dr. Ergîl got, “Eger bi rastî jî Tirkiye dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike, divê êdî Kurdan weke gef û metirsiyekê nebîne. Dema herî musaît a ku Kurd di vê mijarê de dikare Tirkiyeyê qanih bike ev dem e. Helwesta ku Abdullah Ocalan heta niha daniye holê ji aliyê hin derdorên Kurd ve bi rengekî cuda bê nirxandin jî ji aliyê afirandina feraseteke hevpar a kuk pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê çareser bike, ji vê demê bêhtir demeke guncaw nîne.  Lê belê hikumeta Tirk hîn li ber radibe.”

‘KONSEPTA EWLEKARÎPEREST PÊŞÎ LI DEMOKRASIYÊ DIGIRE’

Ergîl anî ziman ku nêrîna ewlekarîperest krîzan bi xwe re tîne û got, “Nêzî çil sal in di hemû lêkolîn, pirtûk û nivîsên xwe de min hewl da vê yekê bibêjim, lê belê zêde neguherî. Tirkiye hîn jî weke meseleyeke ewlekariyê li vî karî dinihêre. Çima lê dinihêre? Ji ber ku baweriyê bi Kurdan nîne, ji ber ku naxwaze saziyên qewîn ava bike, naxwaze demokrasiyê ava bike, naxwaze li ser demokrasiyê aştiyê û civaka muzakereyê biafirîne. Ji xwe re kiriye rêbazek ku hemû komên li welêt pirsgirêkan derdixîne bêdeng bike û aliyên ku dûrî lihevkirinê dibîne beralî bike. Ev nêzîkatî pêşî li demokrasiyê û çandeke aştiyê ya ku xwe dispêre lihevkirinê digire.”

Dogû Ergîl destnîşan kir ku girîngiya stratejîk a welatekî tenê bi kapasîteya leşkerî nikare bê parastin, ji bo vê pêwîstî bi saziyên cihê baweriyê û rewatiya demokratîk heye.

Ergîl bal kişand ser rewşa Tirkiyeyê ya li nava NATO’yê û nakokiyên di polîtîkayên parastinê de û ev nirxandin kir, “Em duyemîn artêşa herî qelebalix a NATO’yê ne, lê belê heta em nizanin bê hêza şer a Hêzên Hewayî çiqas e. Bi eşkere nayê nivîsandin û nîqaşkirin bê baregehên li derveyî sînor ji bilî zexta li ser tevgera Kurd a li Iraq û Sûriyeyê bi Tİrkiyeyê çi dane qezençkirin.”

‘JI BO AŞTIYA MAYINDE PÊWÎSTÎ BI VEGUHERÎNA DEMOKRATÎK HEYE’

Prof. Dr. Dogû Ergîl anî ziman ku rola Tirkiyeyê ya herêmî, polîtîkayên wê yên ewlekariyê û nîqaşên li ser rewatiya demokratîk yekser bi çareseriya pirsgirêka Kurd ve eleqedar e û destnîşan kir ku bidawîbûna şer û çareseriya pirsgirêkê heman tişt nîne. Ergîl ragihand ku ji bo aştiyeke mayinde bêdengbûna çekan tenê têrê nake û got, divê gavên demokratîk, hiqûqî û siyasî bêne avêtin.

Têkildarî gavên ji bo çareseriyê bêne avêtin Ergîl ev nirxandin kir: “Bêdengbûna çekan têrê nake; divê nasname bê naskirin, hemû kiryarên cihê gilî û gazinan bêne terikandin. Divê dawî li pêkanîna qeyûm a li ser îradeya gel a rêveberiyên herêmî bê anîn. Zextên li ser ziman û çandê divê ji holê bêne rakirin. Ji bo vê jî pêwîstî bi îradeya siyasî, biryara hevpar û qanûnîbûna van hemûyan heye. Şert e ku qanûn jî bi cih bêne anîn.”

Li ser qanûna çarçoveyê ya ku tê nîqaşkirin jî Ergîl anî ziman ku divê qanûn teng û sererastkirineke demkî nebe û got, “Qanûnên ku bêne derxistin divê gelekî hesas bin. Divê ev qanûn tevgîr bin. Ne qanûnên welê bi tirs be ku qîma bi kêmaniyê tîne. Divê biryarên li ser tirs û gumanan neyê wergirtin.”

Prof. Dr. Dogû Ergîl anî ziman ku înîsiyatîfên civakî jî di vê mijarê de hişyariyan didin û got, divê qanûna çarçoveyê bi feraseteke welê bê amadekirin ku tevahiya Tirkiyeyê hembêz bike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di dema desthilatdariya AKP’ê de komkujî û dijberiya li jinan
Nûçeya Pişt re Tataroglû: Dixwazin kekê min Hasan Basrî Yildiz bi tecrîdê bikujin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

10 wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (252)

Ezmûnî Kar u Jiyan le Çîn (5)Qazî: Zor başe êsta ba bêyne ser lêkolîneweket, diyare…

Ji aliyê Hesen QAZÎ

Rita: Dixwazim bibim qasida modela jiyana nû ya li Rojava

Rita anî ziman ku piştî kurê wê tevlî nava refên enternasyonalîst bû, Şoreşa Rojava û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Bursayê ji êrîşkarên nijadperest re na, lê ji mexdûran re ceza

Di doza têkildarî êrîşên sala 2015’an ên li Bursayê ku li dijî avahiya HDP’ê û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Tataroglû: Dixwazin kekê min Hasan Basrî Yildiz bi tecrîdê bikujin’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Di dema desthilatdariya AKP’ê de komkujî û dijberiya li jinan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 22’Ê TÎRMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tesîsa civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê rastî êrîşa çekdarî hat

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?