Çarşem, 30 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rêber Apo: Armanca esasî avakirina civaka demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Şaredariya Yahşîhanê de 15 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Demokratîkbûn nebe pêvajo bi ser nakeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji komedyen Denîz Goktaş re cezayê girtîgehê û biryara tehliyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha 177’emîn a komkujiya Roboskiyê de careke din banga edaletê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rojhilatê Kurdistanê hevkarek hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwar Awdanan: Statuya Kurdan, şertê bingehîn a pêşeroja demokratîk a Îranê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li wargeha Mexmûrê rêze semînerên li ser ‘Malbat û zarokan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo koçberên Şengalê pêngaveke nû ya vegerê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Krîza aboriyê û rizandina civakî pirsgirêkên civakî girantir dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz: Derfetên sporê bi destê astengdarên dîtinê nakeve

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Doktrînên şerê modern, têgihiştina berxwedan bêwate ye ava dikin’
Rojava

‘Doktrînên şerê modern, têgihiştina berxwedan bêwate ye ava dikin’

Endama Desteya Rêveber a Zanîngeha Hunera Bedewî ya Rojava Zeynep Umut, dema geşedanên ji 6’ê Çileyê û vir ve li Rojava diqewimin dinirxand, bal kişand ser doktrînên şerê modern hewl didin gelan îkna bikin ku berxwedan bêwate ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Sibat 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Zeynep Umut geşedanên 6’ê Çileyê yên li Helebê nirxandin û êrîşên HTŞ’ê yên li ser Kurdan, ne tenê di warê leşkerî de, her wiha di warê psîkolojîk û îdeolojîk de girt dest. Umut anî ziman ku bi taybetî hedefgirtina saziyên tenduristiyê, rewakirina komên çekdar û krîmînalîzekirina Kurdan, beşek ji stratejiyeke berfireh e ku armanca wê şikandina vîna berxwedanê ya gelan e.

‘NÎŞANEYEKE EŞKERE YA RIZÎBÛNA EXLAQÎ Û SIYASÎ YA SERDEMA ME YE’

Zeynep Umut di nirxandina xwe ya li ser bûyerên Helebê de diyar kir ku êrîşên HTŞ’ê yên li ser Kurdan wekî pevçûneke asayî nayê dîtin û hedefgirtina nexweşxaneyekê nîşaneya şikestineke ne tenê leşkerî, di heman demê de exlaqî û siyasî ye:

“Tiştên ku di 6’ê Çileyê de li Helebê qewimîn, ne nûçeyeke pevçûnê ya asayî bû ku mirov jê derbas bibe. Êrîşa HTŞ’ê ya li ser Kurdan  ne tenê pêngaveke leşkerî bû; nîşaneyeke eşkere ya rizîbûna exlaqî û siyasî ya serdema ku em tê de dijîn bû. Îro rastiya ku komên di bin navê HTŞ’ê de tê belavkirin, yek ji rêxistinên herî bi xwîn û hov ên cîhanê ye, ne cihê nîqaşê ye. Ya ku divê em li ser bisekinin ev e ku ev komên ku serjêkirinê kirine rêbaz, înfazê kirine siyaset û tirsê kirine awayê rêveberiyê, çawa ji nişka ve wekî ‘aktorekî rewa’ têne nîşandan. Ya hîn girantir jî ew e ku, gelê Kurd ê ku li dijî vê hovîtiyê li ser navê mirovahiyê li ber xwe dide, di medyaya Tirk de bi awayekî hemwext bi etîketa ‘terorê’ tê krîmînalîzekirin.”

‘ŞERÊ ESAS, BERIYA AVAKIRINA ENİYÊ ŞIKANDINA VÎNA GELAN E’

Zeynep Umut diyar kir ku ew van qewimînan wekî xeletî an jî kêmasiya agahiyê nabîne, lê belê ev encam tercîheke bi zanabûn e. Umut destnîşan kir ku îro şer ne tenê di qada leşkerî de tê meşandin û armanca bingehîn a hêzên hegemonîk şikandina vîna berxwedanê ya gelan e:

“Ev tablo ne xeletiyek, ne kêmasiya agahiyê û ne jî qezayeke ragihandinê ye; berevajî vê, tercîheke bi zanabûn a serdema me ye. Îro hêzên hegemonîk wekî DYE û Rûsya ne tenê bi serdestiya xwe ya leşkerî hukim dikin. Şerê esas, beriya ku enî were avakirin tê xwestin ku were qezenckirin. Navê vê ‘şikandina vînê’ ye. Doktrînên şerê modern armanc dikin ku gelan îkna bikin ku berxwedan bêwate ye. Gefên çekên kîmyewî, sîmûlasyonên moşekan ên teknolojiya dawî, senaryoyên şer ên bi piştgiriya zekaya çêkirî (AI) û dîmenên tirsê yên di medyaya civakî de têne belavkirin, hemû heman peyamê didin: ‘Heke hûn li ber xwe bidin, hûn ê bên tunekirin.’ Ev, ji stratejiyeke leşkerî zêdetir, teknîkekî îmhakirina psîkolojîk e. Têkçûn, beriya ku bi fîzîkî pêk were, tê qebûlkirin; bi vî rengî mirov serî ranakin, deng dernaxin û hînî tiştên diqewimin dibin.”

‘NE TENÊ REFLEKSEKE PARASTINÊ YE’

Zeynep Umut bal kişand ser helwesta ku Kurd îro nîşan didin û destnîşan kir ku ev ne tenê wekî reflekseke parastinê dikare were xwendin, ev helwest li dijî fikra teslîmiyetê ya ku serdem ferz dike, îtîrazeke bi hêz e:

“Tam ji ber vê yekê, helwesta ku Kurd îro nîşan didin ne tenê reflekseke parastinê ye; sekneke ku derewa herî mezin a vê serdemê hildiweşîne ye. Vîna ku nîşan dide li dijî tank, top û balafirên bêmirov hîn jî berxwedan pêkan e, li holê ye. Em behsa gelekî dikin ku tevî gefa ‘hûn ê bên tunekirin’ paşve gav navêje û li hemberî senaryoyên tirsê teslîm nabe.”

‘KURD NE Bİ SERÎ TEWANDINÊ, Bİ BERXWEDANÊ HENE’

Zeynep Umut bi bîr xist ku ev berxwedan ne derketineke kêliyî ye û bal kişand ser tecrubeya dîrokî ya Kurdan:

“Tiştê ku em li vir behs dikin ne teqîneke cesaretê ya kêliyî ye; çandeke berxwedanê ya ku bi dîrokî hatî avakirin e. Kurd ne bi tewandinê, bi berxwedanê hene. Li dijî tunehesibandin, tepisandin û serûbinkirinê, her carê bi rabûna ser piyan xurtir bûn. Sedema ku îro hîn jî ewqas di hedefê de ne, tam ev e.

Rewakirina HTŞ’ê û krîmînalîzekirina Kurdan, ji vê çarçoveyê serbixwe nayê xwendin. Ev ne kaoseke ku tê de qencî û xerabî tevlihev bûye; ev hewildaneke sîstematîk e ji bo şikandina çanda berxwedanê. Ji ber ku gelekî ku li ber xwe dide, ne tenê gefeke çekdarî, di heman demê de gefeke îdeolojîk e jî.

Ne tesaduf e ku tiştên diqewimin ewqas eşkere ne; ev encama stratejiyekê ye ku tê de tê hêvîkirin ku em hîn bibin, normal bikin û dev ji pirsiyarkirinê berdin. Lê belê, girtina mijarê bi gotina ‘Cîhan jixwe wisa ye’ hêsankariya herî mezin e. Tam di vê xalê de, ji her demê zêdetir hewcedarî bi ramana dîrokî û teorîk heye. Tenê wê demê mirov dikare bibîne ku ev şaşitiya wekî tiştekî xwezayî ji me re tê pêşkêşkirin çawa hatî avakirin û mirov dikare bi bîr bîne ku vîn, tiştekî ku hîn nehatiye teslîmgirtin e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Jin çima nikarin bêyî parastina cewherî bikin?
Nûçeya Pişt re Ozturk: Çareserî tenê bi gavên samimî, wêrek û şênber re pêkan e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 6’Ê TEBAXA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Bi şoreşê re hemû gel Newrozê pîroz dikin

Hevseroka Giştî ya TEV-ÇAND’ê Sumeyye Mihemed diyar kir ku bi Şoreşa Rojava re Newroz bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi hatina meha Remezanê re, azarên penaberên li kampên Minbicê girantir dibe

Bi hatina meha Remezanê re, penaberên kampên Minbicê rastî şert û mercên zehmet ên aborî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Rojhilatê Kurdistanê hevkarek hat girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêwar Awdanan: Statuya Kurdan, şertê bingehîn a pêşeroja demokratîk a Îranê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Amûdê 60 şehîd bi merasîmekî hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şêniyên Zirganê ji bo perwerdehiya bi zimanê Kurdî meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?