Sêşem, 29 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rêber Apo: Armanca esasî avakirina civaka demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Şaredariya Yahşîhanê de 15 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Demokratîkbûn nebe pêvajo bi ser nakeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji komedyen Denîz Goktaş re cezayê girtîgehê û biryara tehliyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha 177’emîn a komkujiya Roboskiyê de careke din banga edaletê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li wargeha Mexmûrê rêze semînerên li ser ‘Malbat û zarokan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo koçberên Şengalê pêngaveke nû ya vegerê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Krîza aboriyê û rizandina civakî pirsgirêkên civakî girantir dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz: Derfetên sporê bi destê astengdarên dîtinê nakeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê rewşa girtiyê siyasî yê Kurd di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Pêşmerge: Vekişîna DYE’yê ya ji Herêma Kurdistanê cihê fikarê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Dr. Korkmaz: Dewlet yekemcar mecbûr ma ku Tevgera Azadiyê ya Kurd muxatab bibîne
Rojane

Dr. Korkmaz: Dewlet yekemcar mecbûr ma ku Tevgera Azadiyê ya Kurd muxatab bibîne

Dr. Toros Korkmaz destnîşan kir ku li gel kêmasiyên Qanûna Çarçoveyê jî pêşketineke siyasî ya girîng e ku Tevgera Azadiyê ya Kurd yekemcar muxatab hate dîtin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Tebax 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Akademîsyen Dr. Toros Korkmaz Qanûna Çarçoveyê nirxand û anî ziman ku li gel kêmasiyên sererastkirinê jî işaretê bi şikestineke siyasî ya girîng a dîroka Komara Tirkiyeyê dike. Dr. Korkmaz diyar kir ku girîngiya esasî ya qanûnê ew e ku dewlet ji dema damezrandinê û vir ve yekemcar neçar ma ku Tevgera Azadiyê ya Kurd muxatab bibîne.

Korkmaz ragihand ku li dora Qanûna Çarçoveyê di siyaseta Tirkiyeyê de sê nêzîkatiyên cuda derketin holê û diyar kir ku nêzîkatiya destpêkê ji derdorên neteweperest hat ku dibêjin qanûn PKK’ê rewa dike û Tirkiyeyê parçe dike, nêzîkatiya duyemîn jî wan derdoran hat ku Tevgera Azadiyê ya Kurd û DEM Partiyê bi teslîmbûna li dewletê sûcdar dike. Korkmaz anî ziman ku nêzîkatiya sêyemîn jî Qanûna Çarçoveyê weke zemîneke hiqûqî ji bo çareseriya li ser bingeha aştî, demokrasî û wekheviyê ya pirsgirêka Kurd dinirxîne.

Korkmaz diyar kir ku di nava van nêzîkatiyan de ya herî rasteqîn nêzîkatiya sêyemîn e û destnîşan kir ku sedema bingehîn a vê jî guherîna dîrokî ya dewletê di nêzîkatiya li pirsgirêka Kurd e.

Dr. Korkmaz destnîşan kir ku dewleta Tirk a ku ji damezrandina komarê û vir ve hebûn û nasnameya Kurdan red û înkar dike, di dîroka xwe de yekemcar neçar ma ku Tevgera Azadiyê ya Kurd muxatab bibîne û got, “Her çend di xalên Qanûna Çaçroveyê de têgeha ‘Tirkiyeya bê teror’ tê bikaranîn û rêxistiniyên PKK/KCK weke rêxistinên terorê tê pênasekirin û zimanê dewletê yê ewlekarîperest ê klasîk tê bikaranîn jî xalên heman qanûnê ferz dike ku di pratîka şênber de bi hezaran mehkûmên siyasî yên ji doza PKK û KCK’ê hikum li wan hatiye birîn, bi hezaran aktîvîst û siyasetmedarên ji mecbûriyetê çûne Ewropayê û bi hezaran kadroyên PKK’ê yên li Qendîlê dikarin bên Tirkiyeyê û siyasetê bikin.

Aliyê herî bi pirsgirêk ê metnê ew e ku beriya guherînên hiqûqî yên ku kadro vegerin û karibin siyasetê bikin, bi şertê fesixkirina PKK’ê û radestkirina çekan ve hatiye girêdan. Bi dîtina min ji bo pêkhatina vî şertî û herdu rewşan di heman demê de pêwîstî bi sererastkirineke qanûnî heye.

Di heman demê de metna Qanûna Çarçoveyê li ser statuya hiqûqî ya rêberê damezrîner ê PKK’ê û siyaseta li mercên azad tiştek nayê gotin. Divê ev jî bê guhertin.

Li gel van hemûyan, sererastkirina Qanûna Çarçoveyê ku pêşketina herî girîng a siyasî ya siyaseta Tirkiyeyê ye, ji dînamîkên polîtîk ên navneteweyî cuda nikare bê nirxandin. Şerê Rûsya-Ûkraynayê, Îsraîl-DYE û Îranê ku hêzên emperyalîst têkoşîna hegemon lê dimeşînin, weke ku di civîna dawî ya NATO’yê de ya li Tirkiyeyê meha Tîrmehê hate lidarxistin derkete holê, qîmetê jeopolîtîk ê Tirkiyeyê zêdetir kiriye û bûye sedem ku piştgiriya Serokê DYE’yê Donald Trump a li rejîma Tirkiyeyê ya antîdemokratîk zêde bibe.

Lewma di çarçoveya polîtîkaya navneteweyî de ya ku dewleta Tirk û rejîma Erdogan xurt dike, mayina li ser piyan a Tevgera Azadiyê ya Kurd serketineke ne biçûk e.”

Dr. Korkmaz destnîşan kir ku bicihanîna qanûna çarçoveyê û afirandina atmosfera aştî, azadî û wekheviyê bi hêza têkoşînê ve girêdayî ye.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Li gel kêmasiyên qanûnê jî divê em ji bo gavên demokratîkbûnê israr bikin’
Nûçeya Pişt re Bekir Hec Îs: Êrişa li ser xelkê Serêkaniyê ewlehiya Sûriyeyê dixe metirsiyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cebhet El Ekrad li Minbicê droneke kamîkaze xist xwarê

Tûgaya Siwar Idlib a Hêzên Cebhet El Ekrad li gundê Boyêhic ê Minbicê droneke kamîkaze…

Ji aliyê Stêrk TV

Amnesty: Iraq nikare jinan li hemberî gefên mirinê biparêze

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî nameyeke vekirî ji Serokwezîrê Iraqê re şand û xwest ku tundiya…

Ji aliyê Stêrk TV

QSD’ê xwe ji Kampa Holê vekişand: Koalîsyon berpirsyariyên xwe bi cih nîne

Ji ber gefên zêde û bicihneanîna berpirsyariyên xwe yên koalîsyona navneteweyî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD)…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Amûdê 60 şehîd bi merasîmekî hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şêniyên Zirganê ji bo perwerdehiya bi zimanê Kurdî meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Şerîeya Rojava zêdetirî 100 şêniyên Îsraîlî êrîşî gund kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mezlûm Ebdî peyama perwerdehiya Kurdî da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?