Çarşem, 12 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Karasû: Kêmasî ye ku rewşa Rêber Apo di qanûnê de nehatiye destnîşankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê li diî projeyên JES’ê çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiya Kedê: Divê dest ji gotina ‘Tirkiyeya bê teror’ bê berdan, gav bê avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Êrişa li ser Kurdên Serêkaniyê êrişeke plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolombiyayê ‘serweriya’ Îsraîlê ya li ser girên Golanê nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Berxwedanek ji Mexmûrê: Yadê Xanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiyê: 15’ê Tebaxê navê meşa heqîqetê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê fuze avêt baregeha Komele

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê ragihand ku cehşekî destê wî di xwîna şehîdan de hebû hate cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê bang li Iraqê kir: Hêzên leşkerî vekişîne, dest ji kiryarên nedostane berde

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Dr. Nelly Jazra: Jinên Kurd ne tenê rahiştine çekan, her wiha civakê diguherînin!
Jin

Dr. Nelly Jazra: Jinên Kurd ne tenê rahiştine çekan, her wiha civakê diguherînin!

Dr. Nelly Jazra anî ziman ku lêgerîna jinên Kurd a li mafên xwe bi têkoşîna li dijî mêtingeriyê tê meşandin û got, "Jinên Kurd ne tenê rahiştine çekê, her wiha civakê jî diguherînin. Li ber pîvanên zayendîperestiya civakî radibin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li Rojhilata Navîn jin ne tenê li hemberî newekheviya zayendî ya civakî, her wiha li dijî zextên siyasî, zordariya çandî û polîtîkayên mêtingeriyê têkoşîneke piralî dimeşînin.

Ji Cezayîrê heta bi Fîlîstînê, ji Îranê heta bi Kurdistanê li erdnîgariyeke berfireh ji perwerdeyê heta bi temsîliyeta siyasî, ji azadiya lixwekirinê heta bi berxwedana çekdarî li gelek qadan lêgerîna jinan a li mafên xwe dewam dike. Jin di heman demê de daxwaza azadiyê dikin ku bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ şênber bûye. Yek ji lêkolînerên ku van têkoşînan di asta akademîk de lêkolîn dikin Dr. Nelly Jazra ye.

Akademîsyena ji Lubnanê ku di bin sîwana Komîsyona Ewropayê de dixebite, beriya niha bi demekê pirtûka xwe ya bi navê ‘Têkoşîna Jinan’ weşand. Bi vê pirtûkê re bal kişand ser berxwedana jinana  li Rojhilata Navîn bi taybetî jî rola jinên kurd a li Rojava.

Dr. Nelly Jazra ku ji ANF’ê re axivî, di pirtûka xwe de diyar kir ku jinên Kurd ji bo parastina mafên xwe rahiştine çekê.

Di vê der barê de got, “Belê, bi taybetî têkoşîna jinên Kurd ne têkoşîneke tenê vê sedemê ye, xwe dispêre demên berê, ji ber ku Kurd weke gel ti carî nehatin qebûlkirin. Di dema parçebûna Rojhilata Navîn a ji aliyê rêveberiyê ve Kurd li nava gelek welatan belav bûn: Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriye.

Ji ber vê yekê weke gelekî nekarî bibe yek û dewleteke serbixwe ava bikin. Mînak; Ermenan piştî qirkirinê Ermenistan ava kirin û bûn xwedî dewlet. Lê belê Kurd nehatin naskirin. Ev yek jî bi taybetî ji ber bûyerên piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn li Tirkiyeyê qewimîn.

Lewma têkoşîna gelê Kurd gelekî dirêj dewam kir û jin jî tevlî nava vê têkoşînê bûn. Jin bi mêran re di asta wekhev de hatin naskirin; vê yekê jî derfet da wan ku perwerdeyê werbigirin, çekê bi kar bînin û bi mêran re di nava heman şert û mercan de têbikoşin. Lê belê piştî ku li herêmên Kurdan komên olperest ên tundrew rû dan ku qanûnên xwe ferz kirin, ev têkoşîna jinan hîn xurt bû.

Ev pêvajo hîn giran derbas bû. Ez jî di pirtûka xwe de bi taybetî qala vê beşê dikim. Jinan xwe bi rêxistin kirin û ji bo mafên xwe têkoşiyan.”

Dr. Nelly Jazra anî ziman ku jinên Kurd bûn mînakek, ji ber ku têkoşîna wan ne tenê rahiştina çekê ya ji bo parastina gelê xwe bû ûg ot, “Di heman demê de dixwestin weke jin hebûna xwe bidin qebûlkirin. Bêguman ji bo hemû jinan rewş bi vî rengî nîne – Em hîn jî di nava sîstema baviksalariyê de ne û serweriya mêr gelekî xurt e – lê belê bi rêya vê serhildanê jinan xwestin ne tenê weke şervan, lê weke jin bêne naskirin. Xwesetin tevlî nava civakê bibin û bibin hevparê desthilatdariyê.”

Têkildarî berxwedana jinan a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê jî Dr. Nelly Jazra got, “Belê rewşa jinên Îranî gelekî zehmet e, lê belê ew gelekî wêrek in. Di demekê de ku zextên gelekî giran dihate kirin daketin qadan.

Qetilkirina Jîna Emînî bû sedem ku tevgereke gelekî xurt destpê bike û beşeke mezin a gel piştgirî da vê tevgerê. Ev raperîn di heman demê de encamek jki helwesta rejîmê bû ku jin bêdeng dikir, nedihişt bi rengekî azad biaxvin û serê xwe binixumînin. Li vê derê, yanî li Îranê serînuxmandin sembolek e: Sembola serîtewandin û zextê ye.

Gava ku jin serê xwe nanixumîne, ev yek dibe rêbazeke serhildanê. Weke di destpêka sedsala 20’î de li Rojhilata Navîn, Sûriye, Iraq, Misir an jî dema Osmanî. Derxistina paçika li ser serî rêyek ji serîrakirinê û şermezarkirina zextê bû.

Li gel ku serînixumandin mecbûrî ye, jinan serê xwe nenixumandin, lê belê li zexteke giran rast hatin. Vê zextê çalakî hinekî lawaz kir lê nekarî bi temamî tine bike. Têkoşîna jinan dewam dike û guhertinê dike. Lê belê ev hêsan nîne, ji ber ku rejîma heyî di nav salên dûr û dirêj de ava bûye û hîmekî xwe yê xurt heye. Lewma têkoşîna jinan hêsan nîne û wêrekiyê ji wan re hêvî dikim.”

Di dawiya axaftina xwe de jî Dr. Nelly Jazra destnîşan kir ku mafên jinan ên li Rojavayê Kurdistanê hatine bidestxistin li dijî zext û serîtewandinê dikare ji bo paşeroja jinên Sûriyeyî bibe mînak.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BRUKSEL 

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bîlançoya êrîşa li Keşmîrê giran bû
Nûçeya Pişt re Şehîd Ezîz Ereb li Şedadê hate bîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rageşiya Hindistan-Pakistan mezin dibe: Bi dehan mirî hene, 3 balafir ketin

Rageşiya navbera Pakistan û Hindistanê car din destpê kir. Di navbera her du welatan de…

Ji aliyê Stêrk TV

Dîmenê çalakiya li Metînayê hate weşandin

Gerîla TV dîmenê çalakiya li Metînayê weşand, ku li dijî artêşa Tirk a dagirker hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Mîtînga 8’ê Adarê li Hesekê

Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li bajarê Hesekê yê Rojava mîtîng…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Jinên ciwan ên Mexmûrê: Bîrodoziya Rêbertî ji bo me vejîn û azadî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?