Şemî, 26 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Aqûbeta Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edîp Çelîk hat pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Têkoşîna Riza Altun dê her dem rê nîşanî me bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nava civaka Kurd de kolektîfbûna teziyeyê û piştevanî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Avakirina Aştî û Civaka Demokratîk têkoşîn û berxwedanê dixwaze’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 38 rêxistinên mafên mirovan nerazîbûna hevpar a li dijî pêkanînên DYE’yê yên li ser UCM’yê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulbeyaz: Mayîndebûna aştiyê, bi hevsengiya dewletê ya bi civakê re gengaz e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 6 mehan 13 kolber hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Riza Altun û 10 şoreşgerên ku li Amedê hatin qetilkirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa bîranînê û rêwîtiya Besê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Yek ji pêşengên artêşbûna jinê: Dr. Jiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinekan xwest jiyana wê diyar bike, lê wê bi xwe rêya xwe diyar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê yê Erxewan Felahî hat rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Efrîniyên ku cara duyemîn koçber bûn: Em ê ti carî teslîmî dewleta Tirk nebin
Rojava

Efrîniyên ku cara duyemîn koçber bûn: Em ê ti carî teslîmî dewleta Tirk nebin

Xelkê Efrînê yê ji Şehbayê gihîşt Reqayê, ji ber êrîşên dewlet û çeteyên dewleta Tirk neçar ma careke din koç bike. Efrîniyan gotin, ew bi hêvî ne û wê ti carî teslîmî dewleta Tirk nebin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê sala 2018’an Efrîn dagir kirin, zêdeyî 200 hezar Efrînî neçar mabûn koçî Şehbayê bikin. Koçberên li Şehbayê ku sê aliyên wan ji aliyê çeteyan, aliyekî wan jî ji aliyê hikumeta Şamê ve hatibû dorpêçkirin, hem ji bo jiyanê têkoşiyan hem jî li hemberî êrîşên çeteyên dagirker li ber xwe dan. Piştî ku 27’ê Mijdarê Heleb û Idlib ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatin dagirkirin, Şehba vê carê ji çar aliyan ve dorpêç bû. Di encama vê yekê de 2’ê Kanûnê êrîşên li ser Til Rifet û Şehbayê giran bûn û herêm hate dagirkirin. Ji ber vê dagirkeriyê jî xelkê Efrînê cara duyemîn neçar ma ku koç bike.

Şêniyên ku ji Şehbayê gihîştin Reqayê ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku ew ji têkoşîna azadî û nasnameyê bi hêvî ne û wê ti carî teslîm nebin.

‘ÇEKEK NEMA KU LI DIJÎ GEL BI KAR NEANÎN’

Ji Efrîniyên ku neçar man ji Şehbayê koç bikin Mistefa Mihemed got, “Dewleta Tirk sala 2018’an piştî ku Efrîn dagir kir em neçar man koçî Şehbayê bikin. Li Şehbayê heta ku jiyana xwe bidin rûniştandin demeke dirêj me li ber xwe dan û dawiya dawî şert û mercên jiyanê afirand. Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şehbayê her tim dewam kir, lê belê me li gel vê yekê jî şert û mercên xwe yên jiyanê afirand. Ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên dawî cara duyemîn em neçar man koç bikin. Êrîşên li ser Şehbayê gelekî giran bûn û çekek nema ku li dijî gel bi kar neanîn. Li pêşiya çavên me sivîl hatin qetilkirin. Du rojan em di rê de bûn. Heta ku em gihîştin Reqayê me gelek zor û zehmetî dît.”

‘TI ELEQEYA DEWLETA TIRK BI ÎSLAMIYETÊ RE NÎNE’

Mistefa Mihemed anî ziman ku li Reqayê ew bi rengekî baş ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatin pêşwazîkirin û bi dewamî got, “Ya ku xwedî li gelê Efrînê derket Rêveberiya Xweser e. Rêveberiya Xweser hemû derfetên xwe seferber kiriye. Bersiv ji hemû pêwîstiyên gel re tê dayin û ji bo şert û mercên jiyanê yên gel baş bikin seferber bûne. Dewleta Tirk û çeteyên wê qet eleqeya xwe bi Îslamê re nîne. Li dijî Îslamê ne û ji bo zilmê li gelan bikin hene. Me xaka kesî dagir nekir, zilm li kesî nekir, mafê kesî nexwar. Em gelekî welê ne ku bi rûmeta xwe dijîn. Bi sedan sal in zilm li gelê Kurd tê kirin. Tenê daxwazeke gelê Kurd heye, ew jî xwedîderketina li nasname û zimanê xwe ye. Yanî daxwaza mafê xwe dike. Hêzên navneteweyî li şûna ku di çarçoveya berjewendiyên xwe de biaxivin bila bên rewşa gel bibînin. Bila li kêleka dewleta Tirk nesekinin û vê zilmê bibînin.”

‘ÊRÎŞEKE GIRAN BIRIN SER GEL’

Îbrahîm Kose jî got, “Cara duyemîn e em koçber bûne. Me êşên giran kişand, zor û zehmetî dît. Ji sala 2018’an û vir ve em li Şehbayê bûn. Di nava vê demê de êrîşên dewleta Tirk nesekinîn. Zêdeyî 6 salan di bin bombardûmanê de me jiyana xwe dewam kir. Li Şehbayê me careke din xwe li jiyanê girtibûn, lê belê careke din êrîş kirin. Êrîşeke giran li gel hate kirin. Ji ber êrîşan gelek zarok birîndar bûn. Mirovên me yên extiyar hin ji wan krîza dil derbas kirin û jiyana xwe ji dest dan. Doh bi şev di nava karwan de mirovekî me yê extiyar jiyana xwe ji dest da.”

‘EFRÎN WÊ JI DEWLETA TIRK RE NEMÎNE’

Mihemed Henan jî ragihand ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd zilmeke mezin e û got, “Dewleta Tirk a dagirker bi 72 balafirên şer bi hezaran mirovên me qetil kir. Xaka me dagir kir, mala me talan kir, darên me yên zeytûnê ji kokê rakirin, şewitandin. Ji bajarekî mîna bihuştê tiştek nehiştin. 6 sal in li Şehbayê em bi hêviya vegera li Efrînê diman; me hêviya xwe ji dest nedane. Efrîn wê ji dewleta Tirk re nemîne. Bêguman em ê rojekê vegerin Efrînê. Em venegerin jî wê rojekê zarokên me vegerin Efrînê. Dagirkirina Efrînê têrê nekir, Şehba jî dagir kirin. Hêzên me yên xweparastinê ji bo ewlehiya me em gihandin qadên ewle.”

Mihemed Henan diyar kir ku dema mijar dibe gelê Kurd dewletên dijmin jî dibin yek û got, “Zilma li Efrînê têrê nekir, em ji Şehbayê jî koçber kirin. di rê de çeteyan heqaret li me kirin. Efrîn û Şehba xaka gelê Kurd e û wê weke xaka gelê Kurd bimîne. Cihê dewleta Tirk û çeteyên wê ne tenê li Efrînê li Sûriyeyê jî nîne. Heta ku ji Şehbayê hat Reqayê pitika 3 mehî ji sermayê jiyana xwe ji dest da. Erdogan kujer e, destê wî di xwîna mirovên bê guneh de heye. Me hêviya xwe ji dest nedane. Kê maye ku em bigihêjin Efrînê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN REQA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Eniya Piştgiriya Gel ya Başûrê Kurdistanê berxwedana Rojava silav kir
Nûçeya Pişt re ROJEVA 4’Ê KANÛNA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Firotina çekan a cîhanê zêde bû

Li gorî rapora SIPRI, şerên Xeze û Ukranyayê û rakêşeyên gerdûnî û jeopolîtîk, dahata 100…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Amedê 15 kes hatin binçavkirin

Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî ya hêzên dewleta Tirk de li Amedê herî kêm 15…

Ji aliyê Stêrk TV

Aykol bi axa ji Kobanê hate veşartin

Rojnamevan Huseyîn Aykol piştî mreasîma li Dika Yilmaz Guney a Çankayayê, li Goristana Karşiyaka ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Komîteya Koçberên Serêkaniyê banga vegerê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîd Axîn Koçber hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyên Şehîd Sema û Silav Ocalan bi merasîmekê hatin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Qamişlo û Girkê Legê çalakiyên ji bo zimanê dayikê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?