Ji bo azadiya Rêber Apo li qada navneteweyî kampanya û kar dewam dikin. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku 9’ê Hezîranê li hev kom bû û civîna wê heta 12’ê Hezîranê wê dewam bike, tê payin ku mijara ‘mafê hêviyê’ jinûve binirxîne. Akademîsyen û Endamê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê Hişyar Ozsoy li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.
Ozsoy bi bîr xist ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo bicihanîna biryarên konseya Ewropayê xwedî wezîfeyê ye û got, “Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) têkildarî rewşa Birêz Abdullah Ocalan sala 2014’an biryar da. Biryara têkildarî ‘mafê hêviyê’. Lê belê li gel 12 salên di ser re derbas bûne, Tirkiye bi israr vê biryarê bi cih nîne. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê herî dawî di sala 2025’an de ji Tirkiyeyê xwestibû ku ji bo bicihanîna vê biryarê plana çalakiyê pêşkêş bike. Mixabin ji aliyê Tirkiyeyê ve heta niha planeke çalakiyê ya ji bo bicihanîna mafê hêviyê pêşkêş nekiriye.”
Ozsoy daxuyaniya siyasetmedar û hilbijartiyên Kurd a 9’ê Hezîranê ya li pêşiya Konseya Ewropayê bi bîr xist û got, “Di daxuyaniyê de me xwestibû ku mafê hêviyê tavilê bi cih bê anîn. Weke ku me di daxuyaniyê de jî got, meseleya mafê hêviyê ne meseleyeke ku bi azadiya şexsî ya Birêz Abdullah Ocalan tenê ve girêdayî ye. Ti carî jî bi vî rengî nebû. Dawiya dawî Birêz Abdullah Ocalan yek ji aktorên herî girîng ê pêvajoya li Tirkiyeyê ye. Li aliyekî Devlet Bahçelî û Erdogan hebe, li aliyê Kurdan jî Birêz Abdullah Ocalan heye.
Hem tevger hem jî Kurd wî weke muzakerevanê sereke yê aştiyê dibîne. Lê belê ew bi xwe hîn jî dîlgirtî ye. Li gel ku mafê hêviyê heye jî bi cih nayê anîn. Weke ku tê zanîn, Devlet Bahçelî di destpêka vê pêvajoyê de gotibû, di rewşeke ku çek bêdeng bibe wê siyaset bê meşandin û Birêz Abdullah Ocalan jî sûdê ji mafê hêviyê werbigire.
Eger li holê cidiyeteke dewletê hebe, divê ev yek weke sozeke dewletê bê dîtin. Aliyê Kurd ji wê rojê û vir ve ji bo hêsankirina pêvajoyê biryara fesixkirina PKK’ê da, çek şewitand û xwe ji Tirkiyeyê vekişand. Li gel vê yekê jî mixabin dewlet di bicihneanîna sozên xwe de israr dike.”
Ozsoy bi dewamî anî ziman ku welat û saziyên Yekîtiya Ewropayê ji aliyê çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd ve wezîfeya xwe bi cih neanîne û got, “Îro ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya meseleya Kurd li Tirkiyeyê îhtimal, firsendek heye. Qet nebe di demekê de ku hevdîtinên fermî di navbera dewletê û Ocalan de dewam dikin, divê bi berprisyariya xwe rabin û bikin ku mafê hêviyê bi cih bê anîn.”
Ozsoy destnîşan kir ku teşwîq û israra Yekîtiya Ewropayê ya di vê mijarê de wê çareseriya meseleya Kurd a li Tirkiyeyê hêsan bike û pêvajoyê bêhtir bi pêş ve bibe.

