Duşem, 12 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Egîtîm Sen û komeleyên ziman, asîmîlasyon protesto kirin
Rojane

Egîtîm Sen û komeleyên ziman, asîmîlasyon protesto kirin

Egîtîm Sen û komeleyên ziman polîtîkayên asîmîlasyonê protesto kirin û gotin: “Îro ji bo zarokên Kurd destpêka asîmîlasyon û travmayê ye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Îlon 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Îro sala nû ya ango heyama nû ya perwerdehiyê û hîndekariyê li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê destpê kir. Dîsa wek her sal bi milyonan zarokên kurd û neteweyên din ji perwerdehiya zimanê xwe yê zikmakî bêpar man. Bi vê minasebetê sazî û dezgehên xebatên ziman û sendîkayên perwerdehiyê li gelek bajaran daxuyanî dan û daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî yê kurdî û zimanên neteweyên din kirin.

CIZÎR

Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek bi boneya serdema nû ya perwerdehiyê li ber deriyê avahiya xwe daxuyanî da. Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, rêxistinên DEM Partiyê yên navend û navçeyan, aktîvîstên TJA’yê, endamên Şaxa Egîtîm-Senê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafê her mirovî ye, em perwerdehiya bi zimanê dayikê dixwazin” û dovîzên “Divê kurdî bibe zimanê fermî” û ” Ez kurd im perwerdehiya bi ziman dixwazim” hatin hilgirtin.

Parlamenter Îrmez di daxuyaniyê de bal kişand ser polîtîkayên pişaftinê û wiha got: “Pergala Tirkiyeyê ya ku sed salan didome, li ser faşîzmê hatiye avakirin. Esasê avabûna wê li ser tirkbûyinê bû.  Ji bo ku zimanê kurdî tune bikin gelek caran gelê kurd qirkirinê re derbas kirin. Em di sedsala 21’emîn de ne lêbelê hê em bi zimanê dayikê perwerdehiyê nabînin. Ev rûreşiyeke mezine. Li her deverên cîhanê her zarokek, her gelek bi zimanê dayikê perwerdehiyê dibînin. Ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê em ê li berxwe bidin û ji bo vê jî em ê tekoşîna xwe mezintir bikin.”

Piştre jî Hevseroka Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek Fatma Gîzleyîcî metna daxuyaniyê xwend. Gizleyîcî, got ku dewletê ji bo ku kurdî tune bike li ser zimanê kurdî her şêwazên qirkirinê ceribandiye û ev tişt anî ziman: “Bangawaziya me ya sereke ya ji bo dewletê ev e; em dibêjin çand û zimanê kurdî ji aliyê dewletê ve di çarçoveyeke teng de nehêlin. Pêşiya çand û zimanê kurdî vekin. Bila kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê û hîndekariyê yê duyemîn. Her tişt li ser esasên wekheviyê çareser dibe. Ev jî bi pergalên demokratîk pêkan e.”

Bi domdarî Gizleyîcî bal kişand ser siyaseta kurd û ev bang li siyasetmedarên kurd kir: “Herwiha bangawaziya me ji bo gelê kurd û siyasetmedarên kurd jî ev e; bila siyaseta kurd, kurdî paşguh nekin. Bila kurdî bi kar bînin. Bi vê şêwazê qada xwe ya rewa firehtir bikin. Bila xwedîderketina îdarî û siyasî ya çand û zimanê kurdî êdî bibe peywîra bingehîn a siyaseta kurd. Bangawaziya me ya ji bo malbatên kurd jî ev e; pirsgirêka gelê kurd a herî xemgîn, xwepişaftin e. Xwe ji çand û zimanê xwe dûr nexin. Ziman û çanda me bingeha hiş, bîr û baweriya me ye. Em zimanê xwe di nasandina dinyayê, nasandina çand û dîroka xwe de bi kar tînin. Sînorê zimanê me sînorê cîhana me ye. Em zimanê xwe bikin zimanê axaftina rojane. Pêşketina ziman bi asta xwendin, nivîsandin û axaftina wî ve girêdayî ye. Zimanê kurdî jî dê di nava zimanên cîhanê de cihê xwe yê heq dike bigire.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.

AMED

Şaxên Egîtîm Senê yên Amedê jî li avahiya şaxa 2’yan a Amedê têkildarî perwerdehiya bi zimanê zikmakî daxuyanî da. Hevseroka Şaxa 2’yan a Egîtîm Senê Duygu Ozbay daxuyanî da û bal kişand ser girîngiya perwerdehiya zimanê zikmakî û got: “Cih nedayîna dîrok û çanda komên etnîk ên din a di mufredatê de, tê wê maneyê ku mafê nasname û pêşketin û parastina xwendekaran ji destê wan hatiye girtin. Ev yek jî rê li ber newekheviya civakê vedike.”

ENQERE

Navenda Çand û Ziman a Ankayê (ANKA-DER) ya li Enqereyê bi daxwaza ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê li avahiya komeleyê daxuyanî da. Rêveber û endamên komeleyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya bi zaravayê kirmanckî Gonul Gul û metna bi zaravayê kurmancî jî Emîne Ogûz xwend.

Daxuyanî wiha ye: Li Tirkiyeyê serdema hîndekarî û perwerdehiyê ya 2024-2025’an dîsa wek her sal di bin siya polîtikayên bişavtinê ya hovane de dest pê dike. Ji bo ku zarokên Kurdan bi zimanê dayîkê perwerde nebînin pergala perwerdehiya Tirkiyê bi hemû teknolojiya xwe li ser esasên politîkayên pişavtin û tunekirina zimanê kurdî  di 9ê îlonê de careke din dest pê dike. Zimanê ku zarokên Kurd li malê hîn dibin û yê li dibîstanê hîn dibin li hev cuda ne. Ji bo vê jî zarok di navbera du zimanan de bê ziman dimînin.

Li Tirkiyê politikaya bişavtinê bi avakirina Komarê re dest pê dike. Komara Tirkiyê pergala xwe, zimanê xwe û çanda xwe li ser tunekirina zimanên din, li ser înkara komên etnîkî, gel û netewên din, li gorî netewedewletê, ango li gorî yek ziman, yek mîlet û yek çandê, li ser esasên nijadperestiyê ava kiriye. Ji bona wê di dibistanên fermî de jî kar û barên xwe li gorî vê hişmendiyê didin meşandin.

Divê pêşiya zimanê Kurdî bi tevahî were vekirin. Em wek ANKA-DER û hemû sazî û dezgehên Kurdîstanî dibêjin bila zimanê Kurdî bibe Zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê. Perwerdehiya bi Kurdî daxwaza sereke ya gelê Kurd e. Perwerdehiya bi zimanê dayikê pir girîng e. Ji bo Kurdan pîvana welathezî û neteweperweriyê ya sereke axaftina bi Kurdî ye. Ziman di serî de li dibistanan û di hemû sazî û dezgeyên civakî de  neyê bikaranîn ev ziman bi pêş nakeve.”

Em her derê bikin dibistan û zanîngehên kurdî, her kêliyê û li her derê, bi kurdî biaxivin! Bi kurdî binivîsin! Bi kurdî bifikirin! Bi kurdî bijîn! Kurdî hebûn û xwebûna me ye… Bijî zimanê kurdî! Bijî têkoşîna parastin û pêşxistina kurdî!”

Sendîkaya Kedkarên Perwerdehiyê û Zanistê (Egîtîm Sen) jî li navenda xwe ya giştî civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Giştî yê Egîtîm Senê Kemal Irmak di civînê de axivî û bal kişand ser astengî û zextên li ser ziman û çandan û got ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî zîhna zarokan li pêş dixe û ev perwerde dike ku zarok nasnameya xwe bi awayek rêk û pêk bi dest bixin. Irmak bal kişand ser tayînkirina mamosteyên kurdî jî û got ku hejmara mamosteyên kurdî hatine tayînkirin 132 kes û ev hejmar jî têrê nake.

EDENE

Meclisa Jinan a DEM Partiya Deneyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber dibistanekê daxuyanî dan çapemeniyê. Beriya daxuyaniyê belavokên daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî û belaş cih digirtin hatin belavkirin. Hevseroka DEM Partiya Edeneyê Hêlîn Kaya daxuyanî da û daxwaza perwerdehiya bi zimanê zikmakî kir.

MÊRSÎN

Li Mêrsînê jî Meclisa Jinan a DEM Partiyê û TJA’yê li ber dibistanekê daxuyanî dan û belavokan belav kirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca jî beşdarî daxuyaniyê bû. Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kûş daxuyanî da û destnîşan kir ku ew dixwazin ku perwerdehiya zimanê zikmakî were temînkirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dewleta Tirk bombe li Şêrawayê barand: Kesek bi giranî birîndar bû
Nûçeya Pişt re Tulay Hatîmogûllari: Werin em li dijî desthilata ku butçeyê ji şer re xerc dike têbikoşin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 29’Ê KANÛNA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Nîna Karapetyan: Divê neheqiya li Ocalan tê kirin bi ti awayî neyê qebûlkirin

Parêzera Ermen Nîna Karapetyan nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da…

Ji aliyê Stêrk TV

Parêzer Menzione: Sucê herî giran a serdema modern tê kirin

Parêzer Ezio Menzione anî ziman ku bi piştgiriya dewleta Tirk ve çeteyên girêdayî hikûmeta Şamê,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?