Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogûllari: Serê me wê timî bilind be!
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Serê me wê timî bilind be!

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser cezayên ku di Doza Kobanê de hatin birîn û got, "Mîna we, serê me jî wê timî bilind be."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Gulan 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Meclisê di komcivîna partiya xwe de geşedanên di rojevê de nirxandin. Nûnerên rêxistinên siyasî, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kesayet beşdarî komcivînê bûn. Her wiha malbatên siyasetmedarên ku di Doza Kobanê de ceza li wan hat birîn jî beşdarî civînê bûn. 
 
Hatîmogûllari komkujiya ku 160 sal berê li dijî çerkezan pêk hat şermezar kir û got: “Me qirkirina ku li ser çerkezan pêk hat û sirgûna wan qet ji bîra nekiriye û em ê ji bîra nekin. Ez carek din di hizûra we de hemû cangoriyên çerkez bi bîr tînim.” 

Hatîmogûllari diyar kir ku cezayê li siyasetmedarên di Doza Kobanê de hat birîn li “mafê îtîraza civakî hat birîn” û wiha got: “Di Doza Kumpasê ya Kobanê de 24 hevalên me siyaset dikin, ji ber ku li ber komkujiya DAIŞ’ê rabûn, ji ber ku serê xwe li ber vê rejîmê netewandin û zilma Erdogan û AKP’ê qebûl nekirin, bi 407 sal û 7 mehan hatin cezakirin. Di heman demê de ev ceza li îradeya gel hatiye birîn. Di şexsê siyasetmedaran de civak hatiye cezakirin. Hevalên me ji ber ku ji hovîtiya DAIŞ’ê re gotin na, hatin darizandin. Ji ber ku hevalên me xwedî li ax û rûmeta Kobanê derketin hatin darizandin û cezakirin. Ya ku hat darizandin û cezakirin rûmeta gelê kurd û gelên Tirkiyeyê ye.

Ev dozek kumpasê ye û bi her awayê xwe dozek siyasî ye. Ji ber ku xeyala yên digotin, ‘Kobanê ket wa dikeve’ di qirika wan de ma, vê dozê wek tolhilanînê derxistin. AKP-MHP û yên ji bo ku tola xwe hilînin bi salane îdia dikin ku Yasîn Boru ji aliyê hevalên me ve hatiye kuştin. Ji kuştina zarokekî tola siyasî ji hevalên me destinin. Ev senaryo ya îktidarê bi xwe ye. Wîjdanê wan nemaye û em bi ferasetek wiha re rû bi rû ne. Erdogan hê duh jî derewên ku li ser kuştina Yasîn Boru dîsa kir. Dixwaze bi meseleya Yasîn Boru xelkê bixapîne. Tu hevalek me ji mirin û kuştinan ne berpirsiyar e. Bila hemû raya giştî ya Tirkiyeyê bibîne ku Erdogan çawa derewan dike û li ser hevalên me dezenformasyonê dike. Bila hemû raya giştî guhê xwe veke û baş li van derewên wan guhdar bike.

Qet şerm jî nekirin bi salan hevalên me bi cînayetê sûcdar kirin. Li meydanan bi awayekî bêheya ferman dan darazê. Lê we di nava rûpelên qirêj ên dîrokê de cih girt. Niha çi bû? Hevalên me ku bi salane ji kuştinan dihatin darizandin û sûcdarkirin, niha hemû beraet bûn. Cezayên li wan hatine birîn hemû ji ber axaftinên wan in. Kampanya û senaryoya derewan, îftira û kumpasê têk çû. Desthilatdarî û şirîkên xwe di bin vê têkçûnê de mane. Ev cezayên ku li hevalên me hatine birîn di çavê me û gelê me de tune ye û em ceza û biryarên we nas nakin.

Roja ku hevalên me hatin cezakirin, darbekarên 28’ê Sibatê jî hatin berdan. Em gelek di wê ferqê de ne ku hûn vê peyamê didin kî. Me jî peyama xwe bi van biryaran re girt. Qaşo qala asayîbûnê dikin lê asayîbûnek bê kurdan dikin.

Ez û hêja Tuncer Bakirhan duh û pêr me serdana Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag kir. Moralê wan gelek zêde bû û biryara derbarên xwe de bi metanetî pêşwazî kirine. Me qala têkoşîna xwe ji hev re kir û me biryardariya berdewamiya têkoşîna xwe ya azadiyê û demokrasiyê da. Her duyan jî silav û hezkirinên xwe ji gelê me re şandin.”

Tulay Hatîmogûllari di dawiya axaftina xwe de got, “Ew kesên ku pênûsa Denîzan şikandin nayê bîra kesî, lê belê her kesî ew paşayên darbe kirin, şermezar kirin. Mîna ew paşayên ku ew biryar dan, yên ku ev biryar dan jî wê bêne şermezarkirin. Bila soza me be, serê me wê timî bilind be.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Besê Hozat: Divê teqez em azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin
Nûçeya Pişt re Polîsan avêtin ser sendika.org
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ebadî ji bo Pexşan Ezîzî bang kir

Çalakvanê mafên mirovan Şîrîn Ebadî ku xelata aştiyê ya Nobelê wergirtiye, erêkirina cezayê darvekirinê yê…

Ji aliyê Stêrk TV

Desthilatdariya pênc meha a HTŞ’ê ya li Sûriyeyê: Zilm, komkujî û zext

HTŞ rejîmeke şerîatê li Sûriyeyê ferz dike, bi polîtîkayên mezhebperestiyê gel ditepisîne; zextê li jinan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Konferansa Jinan a Rêveberiyên Xwecihî 10 biryar

Civata Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a Jinê, encamnameya konferansa ku du roj berdewam kir eşkere…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?