Sêşem, 14 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 5 kesan cezayê darvekirinê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Aştî û civaka demokratîk xala me ya bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên siyasî yên li Îranê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê 3 girtiyên di greva birçîbûnê de rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û DAKB’ê ji bo ‘Çarşema Sor’ peyamek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Çevîren ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Dêrikê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qurbaniyên Enfalê li Germiyanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê êrişa çekdarî ya li dibistanê: Herî kêm 13 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên komkujiyên Enfalê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Cejna Çarşema Sor pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA ber bi Gemlîkê ve dimeşe: Divê aliyê civakî yê hevdîtinan bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Qetilkirina Rojîn Kabaîş ronî bikin, dawî li gefên ser malbatê bînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJA’yê peyama sersaxiyê: Em ê dilsozê mîrateya Zeynep Cansiz bimînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê ji bo Zeynep Cansiz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Em bang li gelê xwe dikin ku li her derê stran û govenda azadiyê bigerînin’
Rojane

‘Em bang li gelê xwe dikin ku li her derê stran û govenda azadiyê bigerînin’

Li gelek bajarên Kurdistanê û Stenbolê girtina kesên li ber stranên Kurdî govend gerandin bi daxuyaniyan hate şermezarkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Bertekên li dijî girtina kesên li ber stranên Kurdî govend gerandin didomin. Li bajarê Riha, Êlih, Şirnex, Wan, Agirî û Mûşê ên Kurdistanê û Stenbolê daxuyanî hatin dayîn û girtin hatin şermezarkirin.

RIHA

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) a Eyubiyeyê li avahiya partiyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, endamên Meclîsa Şaredariyê yên Partiyê yên Eyyûbiyeyê û her wiha gelek kes amade bûn.

Di daxuyaniyê de endamê Meclîsa Şaredariya Eyyubiyeyê Celal Altûn axivî û wiha got: “Rêzikên Destûra Bingehîn bi awayekî zelal hatine binpêkirin. Pratîka binpêkirina Destûra Bingehîn a tifaqa AKP’ê û MHP’ê bi rengekî vekirî li dijî Kurdan hatiye domandin. Em feraseta neyarê Kurdan ku ji ber dayik û sê keçên wê stran gotin û cilên Kurdî li xwe kirin hatin girtin şermezar dikin. Tu hêz nikarin govenda me ya azadiyê rawestînin. Gerandina govendê ne sûc e lê hemû hewldanên li dijî vê sûc û nijadperestî ne.”

Piştî daxuyaniyê li gel stranên Kurdî govend hate gerandin. Daxuyanî bi dirûşmeyên “zext nikarin me têk bibin” bi dawî bûn. 

ÊLIH

Li Êlihê jî Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arî (ARÎ-DER) bi daxuyaniya ku li ber Parka Yilmaz Guney li dar xist girtin şermezar kirin. Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê, rêxistinên DBP’ê û DEM Partiyê yên Bajêr tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniya ku pankarta “Em êrîşên li dijî ziman û çanda Kurdî şermezar dikin” hate vekirin de Hevserokê ARÎ-DER’ê Mazlûm Tenha axivî.

Tenha da zanîn ku li dijî çand û zimanê Kurdî êrîşeke sîstematîk heye û bang kir ku li dijî êrîşan her qada jiyanê veguherînin zimanê Kurdî û govenda azadiyê bigerînin. 

ŞIRNEX 

Li Şirnexê Tevgera Jinên Azad (TJA) êrîşên li dijî çand û zimanê Kurdî bi gerandina govendê şermezar kir. Dayikên Aştiyê û aktîvîstên TJA’yê yên li baxçeyê Şaredariya Hezexê hatin bahev bi Kurdî kilam gotin û govend gerandin.

Aktîvîsta TJA’yê Adalet Fîdan a li ser navê jinan daxuyanî da, anî ziman ku înkarkirina Kurdan di asteke bilind de ye û wiha got: “Niha jî kesên cilên herêmî li xwe dikin, govendê digerînin, stranên Kurdî dibêjin an tên binçavkirin an jî tên girtin. Me jî weke TJA’yê kampanyayek da destpêkirin. Em ê li malên xwe, li kolanan, li meydanan an ku li hemû qadên jiyanê em ê bi kurdî axivin û bi Kurdî bijîn. Em ê stranên xwe bêjin û govenda xwe bigerînin. Ji ber ku çand û ziman hebûna gelekî ye û em jî dê xwedî li vî zimanî derkevin.”

Bername, bi govendên hatin gerandin û berzkirina dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bêçand jiyan nabe” bi dawî bû.

WAN

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê li ber avahiya xwe ya navçeya Rêya Armûşê daxuyanî da û bertek nîşanî girtina kesên ku li ber stranan govenda Kurdî digerandin da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em bernadin vê dîlanê” hat vekirin û dirûşmeya “Zimanê me rûmeta me ye” hat berzkirin. Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevserokên DEM Partiyê yên Bajêr, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, Parlamenterê DEM Partiyê Mahmût Dîndar, Komeleya Çand û Ziman a ARSÎSA’yê, saziyên demokratîk û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn.

‘ZIMANÊ KURDÎ NIRXEKÎ BINGEHÎN E’

Hevberdevkê Lijneya Çand û Ziman yê DEM Partiyê Heval Dilbihar di daxuyaniyê de axivî û da zanîn ku ziman û çanda Kurdî nirxên bingehîn ên mirovahiyê ne. Dilbihar, destnîşan kir ku ziman û çanda Kurdî ji gelek kom, netewe û gelan re bûye çavkaniyeke bingehîn. Dilbihar diyar kir ku ziman û çanda Kurdî rûmeta gelê Kurd e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di gelek serdemên dîrokê de gelek serdest ji bo berjewendiyên xwe êrîşên hovane anîne ser ziman û çanda Kurdî. Ji ber ku ziman û çanda Kurdî parastine gelek kes hatine kuştin, girtin û êşkencekirin. Lê van serdest û desthilatan tiştek ji bîr kiribûn. Ziman û çanda Kurdî çiqas ruhê xwe berdabin dîrokê, di hest û ramanên berxwedana gelê Kurd de jî ruhê xwe berdane. Gelê Kurd ji bo parastin û pêşxistina ziman û çanda xwe serî netewandiye.”

Piştî daxuyaniyê girseyê li ber avahiya DEM Partiyê govend gerand û bertek nîşanê êrîşên li ser ziman û govenda Kurdî dan.

AGIRÎ

Rêxistina DEM Partiyê ya Bazîdê li Parka Şaredariyê li hev civiya û govend gerand. Hevşaredarê Bazîdê Kenan Alkan û gelek welatî beşdar bûn.

Hevseroka DEM Partiyê ya Bazîdê Hadîme Temel a li vir axaftineke kurt kir, wiha got: “Dema dewlet nebû jî govend hebûn. Beriya 14 salan ji ber li dawetekê govend gerandibûn jin hatin girtin. Li Karadenîzê çawa horon hebe govenda me jî heye.”

Pişt re li ber stranên Kurdî govend hate gerandin. 

MÛŞ

Di pêşengtiya Rêxistina DEM Partiyê ya Mûşê de parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz, Rêxistina DBP’ê ya Bajêr, TJA, hevşaredar, endamên meclîsa şaredariyê, endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê û gelek kes li Parka Ataturk hatin bahev û govenda azadiyê gerandin.

STENBOL 

Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) jî daxuyaniyeke nivîskî da.  NÇM’ê bi bîr xist ku di salên 90’î de ji ber dişibîn rengên netewî yên Kurdan hate xwestin ku lambeyên trafîkê yên kesk û sor û zer bên guhertin û wiha got: “Îro tabelayên hişyariyê yên Kurdî yên li ser rêyan hatine nivîsandin bi rengekî rêxistinbûyî tên jêbirin û zimanê kurdî bi nivîsbariya nîjadperest û faşîst re hedef tê girtin. Ev êrîşên nîjadperestî yên li dijî zimanê me li Wanê dest pê kirin û li Amedê hatin domandin, bi rengekî organîzeyî di bin çavdêriya polîsan de tên kirin. Çanda Kurd navê berxwedana li dijî qirkirinê û têkoşîna li dijî faşîzmê ye. Weke xebatkarên Navenda Çanda Mezopotamyayê em van êrîşên nîjadperest û faşîst ên li hemberî hebûn, nasname û nirxên me yên civakî qebûl nakin û bang li tevahiya gelê xwe dikin ku li her qada lê ne tevlî govendên berxwedanê bibin û bi dengekî bilind stranên xwe bêjin.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nivîsên hişyariyê yên Kurdî li ser fermana walî hatine jêbirin!
Nûçeya Pişt re Di çalakiya nobetê de êrîşên li dijî çand û zimanê Kurdî hate şermezarkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji Nêçîrvan Barzanî daxuyanî: Aştî wê bibe serketina her kesî

Serokê Herêma Federa ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî ku komeke PKK’î çekên xwe îmha kirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Pekînê li Derya Çînê ya Başûr dest bi ‘tetbîqatên şer’ kir

Li Derya Çînê ya Başûr a bi nakokî ku wê Fîlîpîn, DYE, Japonya û Awûstralya…

Ji aliyê Stêrk TV

Serokatiya Meclisê: Şande çû Îmraliyê, encamên erênî hatin bidestxistin

Serokatiya Meclisê li ser vegera Komîsyona Meclisê daxuyanî da û got, "Di warê yekparebûna civakî,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Azad Hesen ji bo Komeleya Îdarî ya Qamişloyê hat erkdarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Êrişên bi dronan li ser Hewlêr û Silêmaniyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî bertek nîşanî êrîşa çekdarî ya li Sêweregê da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?