Li seranserê Rojavayê Kurdistanê nerazîbûnên li dijî biryara dawî ya Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê her ku diçe zêdetir dibin. Li bajarê Kobanê jî xwendekar û malbatên wan ji ANF’ê re axivîn û daxuyandin ku ew li dijî fêrbûna zimanên din nîn in, lê belê mafê wan ê herî bingehîn e ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibînin.
‘EM NE EREB IN KU BI EREBÎ BIXWÎNIN’
Xwendekarê bi navê Mihemed Şêxo, bal kişand ser nasnameya xwe ya Kurdî û wiha got: “Dayika min, bavê min û hemû hevalên min Kurd in. Ez di nav malbateke Kurd de mezin bûm û ez ne Ereb im ku bi Erebî bixwînim. Ji ber wê jî divê ez perwerdehiya xwe bi Kurdî bibînim.”
Xwendekarekî din ê bi navê Îbrahîm Şêxo, jî nerazîbûna xwe anî ziman û destnîşan kir ku ew naçe dibistanê heta perwerde bibe bi zimanê wî û got: “Ez hatim dibistanê, lê heta ku ders bi Kurdî nebin ez naxwînim. Ez û hevrêyên xwe di jiyana rojane de bi Kurdî diaxivin, çima em ê bi zimanekî din bixwînin?”
‘SÊ DERS DI HEFTIYÊ DE PIR KÊM E’
Mamoste û bavê zarokan Rêdûr Ebdo, jî destnîşan kir ku fêrbûn û xwendina bi zimanê dayikê ji bo her gelî mafekî rewa û gerdûnî ye. Ebdo, biryara hikûmetê rexne kir û wiha axivî: “Em ne li dijî ti zimanî ne, lê di heftiyê de tenê sê dersên Kurdî ji bo zarokên me pir kêm e. Zarokên me ji biçûkatiya xwe ve bi zimanê Kurdî mezin bûne û xwendine. Wekî bavê zarokan, ez vê biryara Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê napejirînim û divê ev biryarname tavilê di ber çavan re bê derbas kirin.”

