Xwendekaran ji bo fermîkirina zimanê Kurdî di destûrê de û redkirina biryara sînordarkirina zimanê Kurdî, li pêşiya çerxerêya Kevokê ya li bajarê Hesekê çalakiyeke protestokirinê li dar xist.
Xwendekaran daxwaza mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê û parastina nasnameya çandî kirin, sloganên “Em zimanê xwe dixwazin” û “Bê ziman jiyan nabe” berz kirin.
Şêwirmendê Êla El Cibûr Ekrem Mehşûş beşdarî çalakiyê bû û piştgiriya xwe ji bo daxwazên xwendekaran nîşan da, da zanîn ku mafê zimanî daxwazeke rewa ye û divê bê bersiv nemîne.
Mehşûş li pêşberî beşdaran ev yek anî ziman: “Em îro ji bo daxwaza mafê we yê rewa li virin, ev daxwazeke ji wijdanê mirovane, em daxwaza mafê xwe û mafê hemû xwendekaran dikin.”
Ekrem Mehşûş bal kişandin ser jiyana hevbeş a li herêmê û wiha got: “Ev 13 sal in em bi hev re ne, em ê bi hev re jî bimînin.”
Ekrem Mehşûş got: “Ez wekî şêniyeke Ereb ji mafê min e ku ez daxwaza zimanê xwe bikim, ji mafê Kurdan e jî daxwaza mafê xwe yê ziman bikin, daxwaza me ya ji bo ziman, daxwazeke aştiyane û şaristanî ye.”
KOBANÊ
Li bajarê Kobanê bi sedan xwendekar li Qada Şehîd Egîd kom bûn û bi daxuyaniyekê bal kişandin ser girîngiya parastina ziman û perwerdeya Kurdî.
Daxuyanî ji aliyê xwendekara bi navê Hêlîn Omer Hisên ve hate dayîn.
Di daxuyaniyê de hate xwestin ku mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî were nasîn û parastin û ti ziman li ser zimanekî din neyê ferzkirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku mafê hemû gelên Sûriyeyê ye ku perwerdeya xwe bi zimanê dayikê bibînin û wiha hat domandin: “Em ne li dijî zimanekî ne, em li dijî ferzkirinê ne. Em ne li dijî gelên din in, lê em mafê xwe dixwazin. Zimanê Kurdî nasname, dîroka me û hebûna me ye.”
GIRKÊ LEGÊ Û RIMÊLAN
Xwendekarên ji bajarên Girkê Legê û Rimêlan ên herêma Cizîrê jî, îro li Girkê Legê xwepêşandan lidar xist û daxwaza parastina perwerdeya bi zimanê dayikê kirin.

