Şemî, 26 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Bila girtiyên nexweş Elçe û Oral bên berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Hasan Biçakçi merasîma bîranînê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Pêşmergeyan: Alîkariya darayî ya Koalîsyona Navneteweyî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li 5 bajaran daxwaza edaletê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edîp Çelîk hat pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Têkoşîna Riza Altun dê her dem rê nîşanî me bide

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rojnamevan Necîp Çarpaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 6 mehan 13 kolber hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Riza Altun û 10 şoreşgerên ku li Amedê hatin qetilkirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Yek ji pêşengên artêşbûna jinê: Dr. Jiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinekan xwest jiyana wê diyar bike, lê wê bi xwe rêya xwe diyar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê yê Erxewan Felahî hat rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Emanetgirê antîka yê Hesekê
Çand û Hûner

Emanetgirê antîka yê Hesekê

Mezintirîn xeyala Mihemed Hac Xidir ew e ku muzexaneyekê veke û li binê hemû alavên kevnar navê xwediyê wan binivîse.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Li ser cadeya sereke ya bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dikaneke ku dema mirov çawa ji deriyê wê dikeve hundirê wê bêhna rabirdûyê xwe li nava rûyê mirovî dide, heye. Li serrefikan, dîwaran û li erdî bi sedan alavên li ser hev hatine rêzkirin… Berikên Kurdan li gel sîniyên paxir ên Ermeniyan, dîzikên Ereban li gel sembolên Êzidiyan, hawinên Suryanî û Aşûriyan li gel destkariya Çerkezan li rex hev disekinin.

Mihemed Hac Xidirê ji civaka Ereban û xwediyê vê dikana ku ev 8 sal in vekiriye, bi demê re mereqa zarokatiya xwe veguherandiye koleksiyoneke berfireh û piştre jî veguherandiye mekaneke taybet. Dikan, di bin siya şerî de weke perçeyekî zindî yê mîrateya çandî ya rengîn a Sûriyeyê ye  ku hewl dide hebûna xwe bidomîne.

Her çend dema ku mirov ji der ve lê dinêre weke dikaneke jirêzê xuya bike jî lê belê dema ku mirov dikeve hundirê wê xwe di mala xwe ya 100 heya 120 salan beriya niha de hîs dike. Cerên ji axê hatine çêkirin, mesînên paxir, cezwe, sindoqên kevnar, berikên bi destan hatine çêkirin, şûrên dekoratîf, lalîkên li ser portreya Nefertîtî heyî û hê gelek perçeyên têkildarî rabirdûya çanda rengîn a herêmê li vir li ba hev tên nîşandan.

‘RIHÊ HER EŞYAYEKÎ HEYE’

Hac Xidir dibêje ku ev ji 10-12 saliya xwe ve ye alavên kevnar berhev dike û bi van gotinan kurteya çîroka xwe vedibêje: ‘’Min tiştên biçûk berhev dikirin. Rojekê hevalênmin ji min re gotin ku ‘Te ev qas tiştên xweşik berhev kirine, tu çima dikanekê venakî?’ Li gel vê pêşniyara hevalên min, min pêşiyê cihekî biçûk vekir û piştre min ev der mezin kir.’’

Li dikanê alavên aîdî gelên weke Aşûrî, Ermenî, Suryanî, Kurd, Ereb, Êzidî û Çerkez ên 50, 80, 100 û heta 120 salî hene. Hac Xidir anî ziman ku wî koleksiyona xwe, ne li gorî komeke diyar berovajî wê li gorî çanda jiyana hevpar a herêmê çêkiriye û ev yek anîn ziman: ‘’Ruh û çîroka her alavekê heye. Berê gel bi hev re jiyan, bi hev re dawet dikirin û bi hev re şîna xwe digirtin. Ev alav jî wî ruhê hevpar hildigirin. Mirov nikare ferq û cudahiyê bixe navbera wan.’’

Piraniya koleksiyonê ji gund û herêmên bejahî tên.  Hin ji wan xwediyên wan dixwazin wan bifiroşin û hin ji wan xwediyê wan dibêjin ku ‘’Min dil neda ez biavêjim, bila winda nebin’’ û weke emanet dihêlin. Hac Xidir jî ji bazirganekî wêdetir xwe weke parêzgerê mîrateya çandî dibîne û dibêje: ‘’Ez di çarçoveyeke bazirganiyê de lê nanêrim, ev hobiya min e. Min ji Helebê, Şamê, Qamişlo, Reqa, Idlib û heya Başûrê Kurdistanê perçe anîn.’’

Yek ji kevintirîn alava li dikanê hawineke Aşûriyan a ji sed salan beriya niha ye. Hac Xidir bi van gotinan çîroka hawina berbehs tîne ziman: ‘’Aşûriyeke ku wê biçûna seferê, xwestibû bifiroşe. Buhayê wê nedizanî. Min jî ji bo ku winda nebe, jê kirî. Gelek kesan xwest wê bikirin lê belê ez nafiroşim.’’

‘DI SERDEMA BAASÊ DE NEPÊKAN BÛ’

Hac Xidir piştre anî ziman ku ne pêkan bû ku di serdema rejîma BAAS’ê dikaneke bi vî rengî were vekirin û bi van gotinan wan rojan bi bîr dixe: ‘’Me alav dibirin malê. Tirs hebû. Rejîmê bac distand, êzên ewlehiyê her tiştê ku dixwestin, dibirin û mirovan nedikarî tiştekî bibêje.’’ Hac Xidir di dewama axaftina xwe de diyar kir ku wî li gel aramiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeyala xwe pêk aniye û biryardariya xwe ya di pêkanîna xeyala xwe de bi van gotinan eşkere kir: ‘’Dema şer qediya ezê cihekî mezintir vekim. Mezintirîn xeyala min ew e u ez muzaxaneykê vekim; vê mîrateyê ji zarokên zarokên me re bihêlim.

‘BILA DÎROKA ME WINDA NEBE’

Hac Xidir di dawiya axaftina xwe de vê bangê dike: ‘’Bila dîroka me winda nebe. Bila saziyên meyên çandî zêdetir xwedî li vî karî derkevin. Bila tu kes alavên xwe yên kevnar neavêje, bila winda nebin. Bila jimin re bînin. Ez ê wan nefiroşim, ez ê wan veşêrim. Roja ku em muzaxaneyê vedikin, ez ê navê wê malbatê li binê wê perçeyê binivîsim.’’

Di kêliya ku mirov gava xwe diavêje hundirê dikanê de mirov xwe di nava mozaîkekê de dibîne: Alavên kevnar ên aîdî gelên weke Kurd, Ereb, Êzidî, Ermenî, Aşûrî, Suryanî û Çerkez li rex hev û li ser hevûdu disekinin. Qapûtên ji hiriya miyan hatine çêkirin, berikên bi destan hatine çêkirin, fîncanên bi paxirê hatine xemilandin ên ji Heleb û Şamê hatine anîn,  cerên nayên şikestin ên ji Qamişloyê… laliyên portreya Nefertîtî li ser, xemlên dîwaramn ên şûrê Zulfîqar, radyo û kasetjenên kevn, telefonên berê û hê gelekên din.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Lacanê rewşa dawî
Nûçeya Pişt re Trump hefteyek da Maduro ji bo Venezuelayê biterikîne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyê 2 şehîdan li Hesekê hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Azad Dêrazor û endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Xelefî li Hesekê hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Azadiya jinê azadiya mirovahiyê ye

Gerîlayê HPG'ê Çalak Mazlûm û gerîlaya YJA Starê Eylem Goksû Gabar destnîşan kirin ku têkoşîna…

Ji aliyê Stêrk TV

Leyla Guven: Pêwîstiya me bi geşkirina ruhê serhildanê heye

Siyasetmedara girtî Leyla Guven anî ziman ku bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan têrê nake, divê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şehîd Axîn Koçber hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyên Şehîd Sema û Silav Ocalan bi merasîmekê hatin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?