Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Giştî (KESK) encamnameya Konferansa Jinan a 3’yemîn ku bi dirûşmeya “Mîrateya me berxwedan e, peyva me têkoşîn e” lidar xistibû, eşkere kir. Di encamnameyê de, hat diyar kirin ku li dijî newekhevî û zilm/destilatdariya li ser ked, laş, nasname, çand, xwezayê û mafê jiyanê yê jinan dê têkoşîn berdewam bike. Bang hat kirin ku lênihêrîna zarok, kal û pîr, nexweş û astengdaran ji berpirsiyariya taybet a jin û malbatan bê derxistin û wekî xizmeteke giştî ya bêpere û biwesf bê rêxistinkirin.
DÊ BEŞDARBÛNA JINAN A DI SENDÎKAYAN DE BÊ XURTKIRIN
KESK’ê, diyar kir ku ji bo ku jin di cihên kar û sendîkayan de bibin xwedî peyv û biryardanê, divê meclîs û komîsyonên jinan bên xurtkirin. Hat gotin ku ji bo ku barê lênihêrînê û tengbûna demê ya jinan nebe asteng li ber beşdarbûna xebatên sendîkayî, divê civîn û çalakî li gorî vê yekê bên plankirin.
Her wiha di encamnameyê de hat teqezkirin ku divê perwerdehî ji bo hemû kesan bi têgihîştineke wekhev, bêpere, laîk, demokratîk, zanistî, bi zimanê dayikê û li ber çav girtina wekheviya zayenda civakî bê rêxistinkirin.
LI DIJÎ TUNDIYIYÊ BANGA TÊKOŞÎNÊ HAT KIRIN
Di encamnameyê de, hat destnîşankirin ku tundiya li ser jinan pirsgirêkeke binyadî ye û daxwaz hat kirin ku biryarên Peymana Stenbolê bên bicihanîn, Qanûna hejmar 6284 bi awayekî çalak bê sepandin û Peymana ILO’yê ya hejmar 190 bê pejirandin.
Her wiha hat gotin ku, divê mafê jinan a gihîştina edaletê ya bi zimanê dayikê bê misogerkirin û ji bo qurbaniyên tundiyê piştgiriya hiqûqî û psîkososyal bê peydakirin.
DAXWAZA XIZMETÊN TENDURISTIYÊ YÊN BÊPERE
Di encamnameyê de, mafê biryardayîna jinan a li ser laş û welidînê hat bibîr xistin. Hat gotin ku divê kurtaj, derziya HPV’yê, rêbazên parastina ji ducaniyê û xizmetên tenduristiya zayendî û welidînê wekî xizmeteke giştî ya bêpere bên pêşkêşkirin.
DIVÊ JIN BIBIN KIRDEYÊN AVAKER ÊN AŞTIYÊ
Di encamnameya Konferansa Jinan a KESK’ê de, hat diyar kirin ku aştî tenê ji bêdengbûna çekan pêk nayê; ji bo aştiyeke domdar divê newekhevîbûn û têkiliyên zilmê ji holê rabin, beşdarbûna demokratîk, wekheviya civakî, rastî û edalet bê peydakirin.
Di encamnameyê de, hat ragihandin ku jin xwedî roleke girînge û divê di pêvajoyên sazîbûn û civakîbûna aştiyê de bi peyv û biryarên xwe wekî kirdeyên avaker cîh bigirin.
KESK’ê, diyar kir ku ji cihên kar heta sendîkayan, ji rêveberiyên herêmî heta pêvajoyên aştiyê, ji çand û huner heta siyasetên ekolojî û karesatan, divê jin di hemû qadên jiyanê de wekhevî, azadî û têkoşîna rêxistinbûyî bihêz bikin.

