Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Êrîşên li ser çapemeniya azad hatin şermezarkirin
Rojane

Êrîşên li ser çapemeniya azad hatin şermezarkirin

Zext û binçavkirina li dijî xebatkarên çapemeniya azad hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de işaret bi polîtîkayên şer hate kirin û hate ragihandin ku desthilatdarî êrîşî rastiyê dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Gulan 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Di encama serdegirtinên malan ên li Stenbol, Enqere û Rihayê de 9 xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin û li Belçîkayê jî polîsan bi ser studyoyên Stêrtk TV û Medya Haber TV’yê de girtin. Binçavkirin û zextên li ser Çapemeniya Azad li gelek bajaran hatin protestokirin.

STENBOL

DÎSK Basin-Îş’ê li avahiya sendîkayê ya li Beyoglû ya Stenbolê daxuyanî da. Gelek rojnamevan tev li daxuyaniyê bûn. Rojnamevan Nezahat Dogan di daxuyaniyê de anî ziman ku îktîdara siyasî hewl dide çapemeniyê îllegalîze bike. Dogan, diyar kir ku îktîdarê piştî operasyonên derveyî sînor zextên xwe giran kiriye û got: “Li vir li dijî weşangerî, rojnamevan û heqîqetê êriş hatiye kirin. Di serî de jî xebatkarên Çapemeniya Azad û çapemeniya kurd hedef tê girtin. Rojnamevanî sûc nîne. Çapeeniya Azad dê her hebe.”

Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Ozgul Sakî jî got ku êrişa dawî girêdana xwe bi serdana Iraqê û polîtîkayên şer heye. Sakî, anî ziman ku îktîdar ji bo qutkirina dengê rastiyê van operasyonan dike.  Sekreterê Giştî yê Dev Yapi-Îş’ê Nîhat Demîr jî got ku îktîdar her tim “dijminatiyê” li rojnamevanan dike.

Ji rêveberên DÎSK Basin-Îş’ê Îzel Sezer jî bi bîr xist ku rojnamevan ji ber lêpirsîneke 2 sal berê hatine binçavkirin. Ji bo serdegirtina stûdyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV’yê jî Sezer anî ziman ku eleqeya xwe bi amadekariyên şer re heye. Sezer, wiha bi dawî kir: “Ev yek jî rastiya ‘di şer de ji ewil rastî tên kuştin e.’ Hedefgirtina saziyên çapemeniyê yên kurd ên li Ewropayê, bi xwe re talûkeyê tîne. Ewropa bi xwe normên azadiya çapemeniyê û xweîfadekirinê binpê dike. Astengkirina rojnamevaniyê sûc e. Rojnamevanî sûc nîne. Divê rojnamevanên binçavkirî tavilê bên berdan.”

ŞIRNEX

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê jî bi heman boneyê daxuyanî da û binçavkirina rojnamevanan protesto kir. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û û gelek kes tev li bûn. Di daxuyaniyê de ji ewil rêveberê DEM Partiyê yê Bajar Cîhat Basan axivî û wiha got: “Em îktîdara ku polîtîkaya înkar û şer dimeşîne hişyar dikin; ji ber dijminatiya li kurdan,  çavkaniyên Tirkiyeyê pêşkeşî hêzên herêmî û navneteweyî nekin. Rê û rêbazên we îflas kirine. Divê ev êriş tavilê bên sekinandin. Dê piştevaniya me ya bi çapemeniya azad û muxalîf re bidome.”

Parlamenter Aslan jî daxuyand ku kedkarên Çapemeniya Azad deng û rengê civakê nîşan didin. Aslan, wiha domand: “Bi êrişên ser çapemeniyê re dixwazin dengê civakê qut bikin. Çapemeniya Azad bi bedelên giran xwe gihand îro. Êrişa li dijî çapemeniyê, êrişa li dijî jiyana demokratîk e. Weke gelê kurd em tenê êrişeke li ser çapemeniyê nabînin. Li dijî her kesên dijî dagirkeriyê derdikevin hate kirin.”

ÎZMÎR

Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li Îzmîrê jî li pêşiya avahiya DEM Partiyê hatin gel hev û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Çapemeniya Azad rûmeta me ye, bila polîtîkayên şerê taybet bi dawî bibin” hate vekirin. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Çapemeniya Azad bêdeng namîne” û “Zext nikarin me têk bibin” hatin berzkirin.

Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Vezan Karabulut di daxuyaniyê de got ku îktîdar hewl dide çapemeniyeke li gorî daxwaza xwe ava bike. Karabulut, xwest ku rojnamevanên binçavkirî tavilê bên berdan.

EDENE

Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê jî li Parka Înonuyê daxuyanî da û bertek nîşanî êrişan da. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajar jî tev li daxuyaniyê bûn. Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Helîn Kaya di daxuyaniyê de got ku êrişa li dijî Çapemeniya Azad, destpêka konsepteke nû ye. Kaya, binçavkirina rojnamevanan û serdegirtina stûdyoyên TV’an şermezar kir û got: “Hemû rê û rêbazên we têk çûne. Dê polîtîkayên we yên şer, amadekariyên we yên şer û hewldanên we yên ji bo bêdengkirina çapemeniya kurd tenê bi Tirkiyeyê bidin windakirin. Tavilê dev ji vê êrişkariyê berdin. Dê aqûbeta we jî ya yên din cuda nebe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Efrînê kesek din hat revandin
Nûçeya Pişt re Li dijî Kormorê êrîş: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Kanîreşê civîna gel: Rêbertî çav û guhê me ye

Civînên bi sernavê ‘Em peyama aştiyê bi gel re ava dikin’ ku bi pêşengiya DBP’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

TEV-DEM: Dewleta Tirk plana qirkirinê dike

TEV-DEM'ê li ser êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê daxuyaniyek weşand û ragihand ku dixwaze…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Xezeyê di rojekê de 76 kes hatin qetilkirin û êrîşên li ser Lubnanê zêde bûn

Hat ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê di nava 24 saetan de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?