Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê banga berdana girtiyê nexweş Celal Yildirim kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîş bir ser navçeya Koye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya navneteweyî li Mîçûrînskê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Fetî Yildiz pêvajo dê heta dawiya Mijdarê bi encam be!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Esreen Ghadri: Ji bo Kurdan dema yekîtiya stratejîk e
Rojane

Esreen Ghadri: Ji bo Kurdan dema yekîtiya stratejîk e

Endama Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) a Emerîkayê Esreen Ghadri got, dewleta Îranê hatiye qonaxa xwe ya dawî û ev rewş ne ji ber xwe ve, encama planeke ku ji aliyê hêzên Rojavayî ve gav bi gav tê meşandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Esreen Ghadri diyar kir ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Trump di dema ku şer herî dijwar de ji nişka ve lûtkeya G7 terikand, derbasî navenda krîzê ya li Qesra Spî bû, ev yek bi eşkere diyar dike ku di amadekariyê de bû ku Emerîka li dijî Îranê gaveke leşkerî û dîplomatîk a tund bavêje. Esreen Ghadri destnîşan kir ku piştî vê gavê hate ragihandin ku wê li herêmê balafirên bombebaranê yên B-52 bên bicihkirin û vê yekê nîşan da ku DYE, Fransa û Îngilistan ji bo teslîmgirtina Îranê li qadê û li ser maseyê amadekariyên xwe bi rengekî zelal bi lez kirin.

Esreen Ghadri ragihand ku ev hêz naxwazin dewleta Îranê bi temamî hilweşe û got, “Hêzên Rojavayî Îraneke demokratîk naxwazin. Rojava wê kontrol bike; Îraneke di aliyê leşkerî de bêbandor, di aliyê siyasî de serbixwe û ji bo razemeniyên derve yên ekonomiyê, bi taybetî ji bo sektorên enerjî û binesaziyê vekirî dixwaze.

‘RÛSYA Û ÇÎN WÊ TEVLÎ NEBIN, WÊ LI PIŞT PERDEYÊ BI RÊ VE BIBIN’

Esreen Ghadri pêşbînî dike ku Rûsya û Çîn wê weke leşkerî rasterast tevlî vê pêvajoyê nebin û anî ziman ku her du welêt ne alîgirê kaosa heyî ne, alîgirê avakirineke jinûve ya birêkûpêk û hatî rêvebirin in. Esreen Ghadri wiha dewam kir:

“Ew edaletê naxwazin, nifûzê dixwazin. Peymanên jinûve avakirinê, çek û enerjiya li Îranê; nîşan dide ku Rûsya û Çîn naxwazin ev rejîm bi temamî hilweşe, difikirin ku wê ji çêkereke lewaz lê li ser piyan mayî sûd bigirin.”

Esreen Ghadri îdîa kir ku ev her du aktor bi hin peymanên veşartî nerasterast tevlî pêvajoyê bûne û ev şîrove kir: “Daşkandina gumrukê ya li ser Çînê, sernavên mîna bazariyên Ukrayna û Rûsyayê, parçeyekî hevkariya bêdeng a di dosyaya Îranê de ye. Wê rasterast tevlî şerê Îsraîl-Îranê nebin; lê belê wê li pişt deriyên girtî tevlî vê pêvajoyê bibin.”

‘ŞERÊN ENERJIYÊ WÊ DIYARKER BIN’

Esreen Ghadri diyar kir ku geşedanên diqewimin ne tenê li Îranê, di asta kûreyî de guhertineke paradîgmayê ye û got, “Rewşa niha diqewime, ne hilweşîna dîplomasiyê, hilweşîna asta navneteweyî ye ya ku piştî Şerê Cîhanê ya Duyemîn hate avakirin û xizmetê ji berjewendiyên gelên herêmê re nake. Şerekî Sar ê Nû destpê dike lê vê carê ne îdeolojî; wê xwe gihandina çavkaniyên enerjiyê, rêyên bazirganiyê û kontrola herêmî diyarker be.”

Esreen Ghadri destnîşan kir ku hiqûqa navneteweyî êdî tenê bûye ‘qilifikek’ û axaftina xwe wiha domand: “Emperyalîzmên roja îro cil û bergên taxim li xwe dikin. Sînoran jinûve xêz dikin, tifaqên nû çêdikin û rejîmên siberojê bi taslakên NY’ê diyar dikin. Sykes-Pîcot car din li ser dikê ye; tenê rêbaz û tiştên sereke hatin guhertin.”

‘PJAK WÊ XWEDÎ LI GELÊ ME DERBIKEVE’

Esreen Ghadri bilêv kir ku ev pêvajo ji bo Kurdên li Îranê demeke girîng e û diyar kir ku bi hilweşîna rejîma Îranê re wê siyaseta Kurd rû bi rûyê berpirsyariyeke dîrokî bimîne. Esreen Ghadri ev tişt gotin: “PJAK ji bo parastina gelê Rojhilat pêdivî bi destûra ti kesê nabîne. PJAK weke siyasî, leşkerî û îdeolojîk amade ye siberojeke azad û demokratîk ava bike. Em dizanin ku PJAK wê bi her awayî xwedî li gelê me yê li wir derbikeve.”

Esreen Ghadri destnîşan kir ku çêkerên din ên siyasî yên Kurd ji bo vê berpirsyariya dîrokî bi cih bînin, divê di nava hewldanê de bin û bang li Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDK-Î) û tevgera Komala ya di bin serokatiya Abdullah Mohtada de kir û wiha dewam kir:

“Hilweşîna rejîmê yan jî jinûve avakirina wê, kêlî bi kêlî pêk tê. Ev, ji bo Kurdan ne sembolîk, dema yekîtiyeke stratejîk e. Eger PDK-Î û Komala liv û tevgera xwe ya ji hêzên Kurd qut dewam bike –yan jî hîn xirabtir, ji bo xwe bi hêzên derve bide qebûlkirin pozîsyon diyar bike- xiyanetên dîrokî yên li hemberî gelê Kurd wê car din xwe dubare bikin. Ev, ne tenê windahiyên dîrokî, xeteriyek e ku wê azadiya me ya siberojê jî asteng bike.”

‘GELÊ KURD SIYASETEKE KU NE BERJEWENDIYÊN PARTIYÊ, RÛMETA GEL DIKE PLANA XWE YA SEREKE DIXWAZE’

Esreen Ghadri bal kişand ku gelê Kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê, pêvajoyê ji nêz ve dişopîne û ev tişt ragihand:

“Êdî ti hincet nayê qebûlkirin. Ji bo derengmayînê ti sedem nîne. Di parçebûnê de siberoj nîne. Gelê Kurd siyaseteke ku ne berjewendiyên partiyê, jiyan, rûmet û mafê gel a diyarkirina qedera xwe dike plana xwe ya sereke dixwaze.”

Esreen Ghadri siyaseta ku gelê Kurd ê li Îranê nîşan bide jî wiha pênase kir:

“Ne bi lihevkirina bi rejîmê re, ne jî bi qebûlkirina senaryoya Rojava re azadî pêk tê. Azadiya Kurd li dijî rejîmê û hêzên derve yên ku hewl didin Kurdistanê bêyî me dîzayn bikin, bi sekneke yekgirtî dibe.” 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Aykan Sever: Şer dikare demeke dirêj dewam bike
Nûçeya Pişt re KONGRA-GEL ji ber wefata Rehan Bayik sersaxî xwest
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Cizîrê meşa ji bo zimanê dayikê: Statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî

Li navçeya Cizîrê bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî meşek hate lidarxistin.…

Ji aliyê Stêrk TV

Kongra Star: Hikûmeta Şamê dixwaze tevilheviyê çêbike

Kongra Star diyar kir ku hikûmeta Şamê hewl dide li herêma bi aram, tevilheviyê çêbike…

Ji aliyê Stêrk TV

Li nava gerîla yên jin bi Manîfestoyê re kelecana guherînê dewam dike

Gerîla yên jin xwendin û nîqaşa li ser guherîna ku Manîfestoya Civaka Demokratîk û Aştiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Îtiraza ji bo Saît Yildirim a li dijî taloqkirina tehliyeyê hate redkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan li Dêrikê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji DBP’ê û DEM Partiyê civînên gel: ‘Em ê bi hev re sedsala nû ava bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?