Çarşem, 28 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Lîga Mafên Mirovan a Arjantînê ji bo Rêber Apo nameyek ji FIDH’ê re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan êriş birin ser karkerên madenê ku dimeşiyan Enqereyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nazan Ustundag: Entegrasyona demokratîk nayê wateya yekbûna bi dewletê re

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 28’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 sal û 1 meh ceza dane derhênerê Îranî Cafer Penahî 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê dixwaze hevkariya bi DEM Partiyê re xurt bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê li dijî entegrasyona li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi biryar in: Em ê xaka xwe nekin qurbanê GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xeta fermandar Bêrîtan ji bo me manîfestoyek e

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 ciwanên ku DEDAŞ’ê protesto kirin hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîd Şoreş Qelat bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê statuya Rêber Apo fermî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Halîde Turkoglû: Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza Îpek Er de biryara nû: Mûsa Orhan ji sûcê ‘teşwîqkirina xwekuştin’ beraat kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li ser şopa fermandar Bêrîtan niha bi hezaran jinên şoreşger hene’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogullari: Armanca me jiyana hevpar e
Rojane

Tulay Hatîmogullari: Armanca me jiyana hevpar e

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di Newroza Edeneyê de axivî û got, “Rêya me demokrasî ye. Armanca me ew e ku em li Tirkiyeyeke demokratîk bi hev re bijîn. Ji bo vê yekê têkoşîn maf e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Adar 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Pîrozbahiya Newrozê ya ku li Şanoya Servekirî ya Mîmar Sînan a Edeneyê bi beşdariya deh hezaran pêk hat, bi axaftina Hevseroka Giştî ya Partiya Maf, Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tulay Hatimogullari berdewam kir.

Tulay Hatîmogullari bi pîrozkirina Newroza gel dest bi axaftina xwe kir û bertek nîşanî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu da. Tulay Hatîmouullarî bal kişand ser polîtîkayên zextê yên hikûmetê û wiha got: “Operasyona darazê ya ku bi rojan e li dijî Baroya Stenbolê berdewam dike li gorî xwe bi dawî kirin û mamoste Îbrahîm Kaboglu ji Serokatiya Baroya Stenbolê derxistin. İbrahim Kaboglu di warê hiqûqî de wijdana vê civakê ye.”

Tulay Hatîmogullari li ser banga Rêber Apo a dîrokî ya 27ê Sibatê wiha axivî: “Di 27’ê Sibatê de em çûn Îmraliyê û me bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Birêz Ocalan ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê banga aştî û civaka demokratîk kir. Banga xwe ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li ser bingeheke demokratîk, siyasî û hiqûqî ya dûrî pevçûnê kir. Ev bang li Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê baş hat pêşwazîkirin. Belê, em li ser vê bangê sekinînin. Birêz Abdullah Ocalan li Îmraliyê bi zelalî ji me re got; ‘Ev bang ne tenê ji bo gelê Kurd e, ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd e. Ev bang bangeke ji bo pêkanîna aştiya Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Ev bangek ji bo civaka demokratîk e. Ev bang banga têkoşîna azadî û mafê jiyanê ya jinên li Tirkiyeyê dijîn e. Ev bang ji bo karker, kedkar û xizanên li Tirkiyeyê banga rêxistinbûnê ye.’ Banga birêz Abdullah Ocalan bangewaziyek e ji bo ciwanên ku ji aliyê çeteyên narkotîkê ve dîl hatine girtin li dijî vê yekê têbikoşin û rêxistina xwe xûrt bikin. Ev bang, banga nûjenkirina tifaqa Tirk-Kurdan e. Ev bang banga têkoşîna kedkaran a di dest û eniyên wan de ye. Ev bang bang ew e ku hemû beşên ji gel û baweriyên cuda xwe bi rêxistin bikin.

Dewlet çima li hemberî vê bangê bêdeng e, ku her kes qebûl dike? Çima hikûmet ji bo vê bangê zemîna pêwîst naafirîne? Em ji vir careke din wiha tînin ziman. Li Rojhilata Navîn her roj komkujî pêk tên, her roj qatlîam pêk tên. Di demên dawî de li Lazkiye, Hama, Hûmûs, Banyasê birayên me yên Elewî hatin qetilkirin û komkujî hê jî dewam dike. Birêz Ocalan bal kişand ku divê her gel û bawerî li Sûriyeyê bê temsîlkirin û ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk peyameke gelekî xurt da. Dema ku piştî vê bangê em li benda demokratîkbûnê ne, mixabin feraseta heyî ya desthilatdariyê û dewletê zextên xwe yên li ser civakê zêde kiriye. Em careke din ji Çukurovayê îfade dikin; ey îktîdar, were ser hişê xwe. Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê têkoşîna ji bo aştî û civaka demokratîk bidomînin.

Di pirtûka Yaşar Kemal ya Înce Memed de li Çiyayê Torosê Mehmet wiha dibêje; Têkoşîn maf e. Belê, têkoşîn maf e. Têkoşîna nan, xwêdan, mafên mirovan, zimanê dayikê, baweriya Elewî û Xiristiyaniyê teqez rast e. Em hêza xwe ji mafdariya xwe digirin. Rêya me rêya aştî û çareseriyê ye. Rêya me demokrasî ye. Armanca me ew e ku em li Tirkiyeyeke demokratîk bi hev re bijîn. Ji bo vê yekê têkoşîn maf e.”

Şahî bi gotina stranên hunermend Nûray Balîk û Diljen Ronî û bi govendan bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN EDENE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê Newroz bi coş hat pîrozkirin
Nûçeya Pişt re Tuncer Bakirhan û Ozgur Ozel daxuyaniyeke hevpar dan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Silêmaniyeyê 6 êrişên nû hatin kirin

Li hemberî navenda bajarê Silêmaniyeyê û Fermandariya Hêzên 70'emîn bi şev bombardûman hate kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Berxwedana Êlihê: Bila zemîneke siyasî û hiqûqî were pêxsitin

Gelê Êlihê li dijî desteserkirina şaredariyan meşiya. Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan bal kişand ser…

Ji aliyê Stêrk TV

2 şervanên QSD’ê li Minbicê şehîd bûn

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê ragihand ku şervanên QSD’ê Ciwan Qasimiyê û Dozvan Kobanê di 25’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Lîga Mafên Mirovan a Arjantînê ji bo Rêber Apo nameyek ji FIDH’ê re şand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Polîsan êriş birin ser karkerên madenê ku dimeşiyan Enqereyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nazan Ustundag: Entegrasyona demokratîk nayê wateya yekbûna bi dewletê re

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 28’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?