Yekşem, 29 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nobeta li ber Wezareta Edaletê di roja 13’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê ji bo girtiyên nexweş pêşniyara çareseriyê ya 7 xalî pêşkêş kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pakistanê leşker şand Erebistana Siûdî, Husiyan gef xwar!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 14 sendîkayên ser bi DÎSK’ê li Kartalê mîtînga karkeran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz Uysal Aslan: Azadiya girtiyan dikin mijara bazarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çelik: Meseleya Kurd bi gihîştina hev a herdu aliyan çareser dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Dayika her şoreşê jinek e, ku ronahiyê diafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û Tevgera Nifşê Nû daxuyaniyek hevpar dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    CÎK: Destkeftiyên Başûrê Kurdistanê nirxê hevpar a tevahiya gelê Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û PDK komîteyeke hevpar ava dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna YNK û PDK’ê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di civîna rûspiyan de banga ‘yekîtiya neteweyî’ hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tulay Hatîmogullari: Em nikarin bêyî ku jin li ser maseya biryardanê bin pêş ve biçin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hingî ku jin xurt bibe desthilatdarî jê ditirse

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê rapora xwe ya têkildarî tundiyê û mirinên bi guman eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star: Salvegera damezrandina PKK’ê pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Kuştina jinan li Rojhilatê Kurdistanê diyardeyeke civakî ya kûr e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Felsefeya Rêber Apo cesareteke mezin da jinan’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera Mîrza: Çîroka bawerî, hêvî û berxwedanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Xwedîderketina li destkeftiyên Başûrê Kurdistanê erka me hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Saliha Ayata: Huner ji bo jinên Kurd qada herî mezin a têkoşîn û berxwedanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zurihê Festîvala Fîlmên Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > FEDA’yê li dijî êrîşên li ser Elewiyan bang kir
Rojane

FEDA’yê li dijî êrîşên li ser Elewiyan bang kir

FEDA'yê êrîşên li hemberî Elewiyên li Sûriyeyê şermezar kir û got, "Em bang li civaka neteweyî û raya giştî dikin ku bikevin nava tevgerê.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA), têkildarê êrîşên li ser Elewiyên li Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

FEDA’yê got, “Di nava şert û mercên heyî ku HTŞ’ê lê serdest e, komkujiya ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’yî ve li hember Elewiyan hatiye kirin, wîjdanê mirovan diêşîne û sûceke mirovahiyê ye ku li pêşberî çavên tevahiya cîhanê hatiye kirine. Ev êrîşên ku bi giştî li ser Elewiyên Ereb, rêwiyên Reya Haq û bi giştî li dijî Elewiyan tên kirin, ne tenê li dijî komeke baweriyê ye, di heman demê de dîrok, çand û hebûna gelekî hedef digire. Ev komkujî bi awayekî eşkere binpêkirina nirxên bingehîn ên mirovahiyê ne, her wiha binpêkirina hemû peymanên mafên mirovan ên navneteweyî ne.”

FEDA’yê, destnîşan kir ku civaka navneteweyî û medya li pêşberî van hovîtiyan helwesteke têrker raber nekirine û got, “Ev bêdengî zemîna berdewamiya komkujiyan ava dike û gav bi gav rê li ber qirkirina Elewiyên Ereb vedike. Em êrîşên komkujiyê yê li dijî Elewiyan şermezar dikin û bang li civaka navneteweyî û raya giştî ya navneteweyî dikin ku bikevin nava tevgerê. Her wiha ne tenê li hember komkujiyên li ser Elewiyan, ji bo êrîşên li ser Kobanê jî bêdeng mayîn tê wateya pişta xwe dayîna rûmeta mirovahiyê ye.

Em bang li her kesî dikin ku li dijî van sûcên li hemberî mirovahiyê hişyar bin, hevgirtinê mezin bikin û bibin dengê aştiyê. Em bang li NY, Konseya Ewropa û hêzên Koalîsyonê dikin ku bi berpirsyariyên xwe rabin.”

‘DIVÊ ARAMIYA SIYASÎ Û CIVAKÎ BÊ AVAKIRIN’

FEDA’yê, anî ziman ku divê aktorên navneteweyî yên weke Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê, ji bo li Sûriyeyê aramiya siyasî û civakî pêk were bibin garantorê pêvajoyê û wiha domand, “Divê mafê jiyan û azadiya îbadetê ya hemû ol û komên baweriyê yên li Sûriyeyê dijîn û bi taybet Elewî bên mîsogerkirin. Divê sîstemeke laîk û hiqûqê ya demokratîk, civakî, azadîparêz a ku hurmetê nîşanî bawerî û cudahiyan dide bê avakirin û hemû etnîsîte, ol û bawerî di bin parastina destûra bingehîn de bin. Elewiyên Ereb, Kurd, Tirkmen, Asûrî, Ermenî, Durzî û hemû pêkhateyên din ên etnîkî divê bi awayekî azad nasnameya xwe îfade bikin, bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibin û xwe bi rêveberiyên xweser ên xwecihî bi rê ve bibin.

Weke saziyên Elewiyan ên li Ewropa û Tirkiyeyê, pêwîste em di sala nû de nexşerêya têkoşînê bi hev re diyar bikin û li dijî qirkirinê bi gel û baweriyan re di nava jiyaneke azad û demokratîk de bibin yek.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DFG’ê rapora hiqûqî ya sala 2024’an eşkere kir
Nûçeya Pişt re Bikaranîna sotemeniya fosîlan germbûna gerstêrkê zêdetir dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YPG: Li Hesekê serçeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku li Hesekê di operasyoneke li djî…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî: Di mercên Birêz Ocalan de ti guhertin nîne

Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî bi nûçegihanên parlamentê re civînek…

Ji aliyê Stêrk TV

Partiya Sor: Xurtkitina têkoşîna aştiyê ya di qada civakî de erka şoreşgerî ye

Partiya Sor têkildarî pêvajoya bi boneya çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin, li Navenda Kongreyan a…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Nobeta li ber Wezareta Edaletê di roja 13’an de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD’ê ji bo girtiyên nexweş pêşniyara çareseriyê ya 7 xalî pêşkêş kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Pakistanê leşker şand Erebistana Siûdî, Husiyan gef xwar!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji 14 sendîkayên ser bi DÎSK’ê li Kartalê mîtînga karkeran

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?