În, 9 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji girtiyên Apoyî daxuyaniya ji bo ‘9’ê Cotmehê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi AKP’ê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG’ê Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Li pêşiya azadiya Rêber Apo ti astengî nemaye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Divê em ji bo têkoşîna sala 29’an armancên mezin deynin pêşiya xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê li dijî komploya 9’ê Cotmehê banga tevlîbûna çalakiyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi dronan êrîşî baregeha Sazman-i Xebat a li Hewlêrê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê 28’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana taziyeya Şehîd Zozan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa gel a Şengalê: Bi sekn û helwesta Rêber Apo hemû komplo hatin têkbirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bêdengiya li hemberî talankirina xwezayê sûcekî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Fermandarê YRK’ê: Em ji bo avakirina artêş û fermandariya hevpar a Kurdî amade ne
Kurdistan

Fermandarê YRK’ê: Em ji bo avakirina artêş û fermandariya hevpar a Kurdî amade ne

Ji fermandarê YRK'ê Şiyar Şevger diyar kir ku hevpeymana partiyên Kurdî gaveke erênî ye, lê belê li gorî pêwîstiya demê divê hîn bêhtir bê xurtkirin û berfirehkirin. Şiyar Şevger got, "Em ji bo avakirina şartêş û fermandariya hevpar a Kurdî amade ne."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Endamê Fermandariya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Şiyar Şevger ji ANF’ê re axivî kir û di şexsê Fuat (Alî Haydar Kaytan) û şehîdên 14 Tîrmehê de, hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî.

Şiyar Şevger anî ziman ku ew ê ji bo şehîdan têkoşîna xwe xurttir bikin û bal kişand ser girîngî û hestiyariya demê. Şiyar Şevger diyar kir ku ev rewşa ku ew niha pê re rû bi rû ne, encama planeke demdirêj a hêzên hegemon û hevalbendên wan e ku bi salan li ser dixebitin.

Şevger diyar kir ku kuştina Qasim Silêmanî bû destpêka şerê germ ê navbera Îran û Îsraîl-Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û destnîşan kir ku armanca plana hêzên hegemon, guhertina herêmê ye. Şevger ragihand ku her çiqas Îran dixwaze di vî şerî de xwe serketî nîşan bide jî di rastiyê de têk çûye.

Fermandarê YRK’ê xalên ku binketina Îran nîşan didin wisa pênase dike: 

“- Mirina fermandar û rayedarên Îranê
– Mirina rêberên Îranê
– Derbên mezin ên aborî.”

Fermandarê YRK’ê bilêv kir ku hêzên girêdayî Îranê li herêmê hatine tasfiyekirin yan jî bêhêzkirin.

Şiyar Şevger anî ziman ku Îran dixwaze şer belavî hemû herêmê bike û got, “Xuya dibe ku Îran dixwaze bibe hêza desthilatdar a herêmê. Lê DYE û Îsraîl dixwazin Îraneke li gorî berjewendiyên xwe ava bikin. Ji bo vê yekê jî hewl didin ku Îranê teslîm bigirin. Her wiha ev şer şerekî demdirêj e û dibe ku bi salan jî dirêj bibe.

Weke gelê Kurd em ne Kurdên berê ne. Ji bo şerkirin an şernekirin, em berjewendiyên gelan didin berçav. Ji bo şer kirinê jî em hêza xwe ji xwe digrin. Biryara şerkirin û dema wê, berjewendiyên gelê me diyar dike, ne daxwaz an jî plana hêzên derve.

Di dema niha de divê her kes hesabê gelê Kurd bike û fêm bike ku bêyî me nikarin gavên cidî bavêjin. Gelê Kurd alîgirê şer nîn e, lê ji bo parastina keramet û rûmeta xwe her dem amade ye. Em evîndarê gel û axa xwe ne. Piştî sekinîna şer, rejîma Îranê zexta ser gel zêde kiriye û di heman demê de îdam û binçavkirinên xwe jî di asteke herî jor de dide meşandin. Ev yek weke sedema zêdebûna nakokî û dûbendiyê ya di navbera gel û rejîmê de tê pênasekirin. Bi van kiryaran nikare gel bitirsîne an bitepisîne; berevajî wê, gel yekdengtir û bi hêrstir dibe. Eger Îran dixwaze bi aramî bijî, divê bi gel û hêzên gel re bikeve nav diyaloga çareseriyê. Tevî hemû kîn û aciziya gel a li hemberî rejîmê jî gel di dema şer de destek neda hêzên derve. Sedema vê yekê ew bû ku dizanî ev şer ne di berjewendiya gelan de ye, lê berjewendiya vî şerî ya DYE û Îsraîlê ye; ji ber vê yekê nexwest bibe pêlîstoka wan hêzan.”

Fermandarê YRK’ê ragihand ku pêdiviya gel bi xurtkirina yekrêzî û yekdengiyê heye û got, “Di heman demê de gel divê xwe bi rêxistin bike, da bikaribe bi hêza xwe pirsgirêkên xwe çareser bike. Îran li hin herêman operasyonên leşkerî li dijî gerîla dimeşîne. Weke PJAK em her tim dibêjin ku em ne alîgirê şer in, lê em ti êrîşan jî bê bersiv nahêlin û li ku derê pêdivî hebe em ê xwe biparêzin. Hêzên PJAK ji bo her rewşê amade ne û hêza wan a bersivdanê heye, lê heya niha nexwestine ku bi hemû hêza xwe bersiva erîşên Îranê bidin. Ji bo bikaranîna teknîka serdemê em hêzeke nûjen in û xwedî pisporiya pêwîst in.

Di êrîşa dawiyê de, hêzên Îranê nekarîn li ser erdê bi gerîla re bikevin nava şer, lewma bi balafir û çekên giran êrîş anîn ser wan. Di encamê de Heval Arjîn, Cîhan, Bawer û Şahan şehîd bûn. Di wî şerî de jî ziyaneke mezin gihişte hêzên Îranê jî. Gerîla di ax û welatê xwe de bi gelê xwe re di nava jiyan û xebatê de ye û ti carî êrîşî ti hêzê nekiriye. Lê hêzên rejîma Îranê êrîşî wan kiriye.”

Şiyar Şevger bang li gel kir ku li her çar şehîdan xwedî derkevin û ev tişt got, “Fermandar Arjîn ji bo avakirina yekîtiya gel, berê xwe da Rojhilat û di xebatan de cih girt. Her çar şehîd qehremanên serdemê ne. Divê rêya wan şehîdan heta serketinê were domandin. Di heman demê de di navbera Şino û Pîranşar de şeş pêşmergeyên Demokratê jî şehîd bûn. Ez wan jî bi bîr tînim û ji malbatên wan re sersaxî dixwazim. Hem hevalên me û hem jî pêşmergeyên ku şehîd bûne, di encama sîxuriyê de şehîd bûne. Yên ku destê wan di xwîna şehîdan de hene, tu carî nayên efûkirin. Yên ku sîxuriyê dikin, hîn nebûye dereng bila dest ji wan kiryaran berdin.

Heya derfet heye, bila yên ku xeletî kirine werin, xwe bidin efûkirin û di nav gel de cih bigrin. Bi rûmet xebat bikin. Di dîrokê de dijmin her tim Kurd bi destê Kurd daye kuştin. Bila hişê xwe bînin serê xwe. Eger îxaneta xwe berdewam bikin, zarokên Kurdan wê nehêlin ew jiyan bikin.”

Fermandarê YRK’ê Şiyar Şevger bal kişand ser hevpeymana partiyên Kurdî û ev weke gaveke erênî nirxand û got, “Divê yekîtiya neteweyî bêhtir ava bibe û firehtir bibe. PJAK û YRK li gel yekîtiya gelê Kurd hatine avakirin. Em di ferqa girîngiya demê de ne û em li gorî vê tevdigerin. Ji bo avakirina artêş û fermandariya hevpar a Kurdî em xwe amade dibînin.”

Şiyar Şevger di dawiya axaftina de xwe de destnîşan kir ku ji bo gihîştina azadî, jiyaneke wekhev û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, divê ciwan û gel berê xwe bidin refên têkoşînê û beşdarî xebatên tevgerê bibin û anî ziman ku ji bo serketinê pêdivî bi parastinê, yekbûna gel a civakî û vala derxistina lîstikên dagirkeran heye.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Brukselê di êvareke sirgûnê de Bahoza Dersimê
Nûçeya Pişt re Li Şengalê hewldaneke girîng: Konferansa ‘Entegrasyona Demokratîk’ tê lidarxistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Înan: Li erdnîgariya Kurdistanê talaneke cidî heye

Parêzer Ahmet Înan diyar kir ku êrişên li ser xwezaya Kurdistanê ne tenê pirsgirêkeke hawirdorî…

Ji aliyê Stêrk TV

Parêzerên Rêber Apo ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin muwekîlên xwe yên li Îmraliyê tecrîdkirî Rêber…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Kurd wê bi serkevin û hevkarên xayîn jî wê têk biçin’

Hesîna Ehmed diyar kir ku li dijî gelê Kurd polîtîkayên qirkirinê tê pêkanîn û li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bi dronan êrîşî baregeha Sazman-i Xebat a li Hewlêrê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şandeya jinan a ji Bakurê Kurdistanê çû Rojava serdana Pakrewangehê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Binarê Qendîlê 28’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi girseyî serdana taziyeya Şehîd Zozan hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?