Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan têkildarî ‘Qanûna Çarçoveyî’ ya ji meclisê derbas bûye, li avahiyê Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat ya li navçeya Bajarê Nû ya Amedê, daxuyaniyê çapemeniyê li dar xist.
Seyît Aslan da zanîn ku bi dawîbûna pêvajoya pevçûnê ya 50 salan a pirsgirêka Kurd re, qanûneke nû pêşkêşî Meclisê hate kirin û ji parlamentoyê derbas bû û wiha got: “Em hemû dizanin ku pêvajoya amadekirina vê qanûnê bi awayekî antîdemokratîk hate amadekirin, hema hema wekî ku mal ji agir birevînin hate amadekirin. Di vê mijarê de di serî de partiya me, hêzên din ên çep û sosyalîst, DEM Partî, parlamenter û nûnerên cuda yên tevgera siyasî ya Kurd jî rexneyên xwe yên li ser vê qanûnê anîn ziman. Bêguman kesên ku bi awayekî cuda qanûnê rexne dikin jî hene. An ku dema em dibêjin rexne, ev rexne dibin du tişt. Ya yekem nêzîkatiyek heye ku dibêje ‘Pirsgirêka Kurd tune ye, siyaseta red û înkarê bidomînin.’ Ev fêmkirinek e ku li Tirkiyeyê ev salên dirêj in berdewam dike, di her şert û mercî de xwe ava dike û derdikeve holê. Lê ji aliyê din, divê em destnîşan bikin ku ev rexne û yên din ne yek in. Yên din rexneyên ku daxwaza çareseriya demokratîk û gelêrî ya pirsgirêka Kurd dikin. Mafên gelê Kurd di mercên wekhev de dixwazin bixin bin ewlehiya Destûra Bingehîn, mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê, rawestandina operasyonan, valakirina girtîgehan, vegera ewle ya gerîlayên ku bi salan e di têkoşîna gelê Kurd de çek bikar anîne bo vegerin malên xwe, berdana kesên ku bi sedemên siyasî di girtîgehê de ne û her wiha hevşaredarên ku desthilatdariyê di her serdemê de bi polîtikaya qeyim ew ji kar dûr xistine û yên ku nasîna îradeya gelê Kurd dixwazin û ji bo pêkanîna vê têdikoşin. Ev herdu nêzîkatî ne yek in.”
Seyît Aslan diyar kir ku aliyek li gorî berjewendiyê xwe dixwaze vê pêvajoyê heta ku dikare dirêj bike û ev tişt gotin: “Bêguman der barê pirsgirêkek sed salî de ku 45 sal, 50 salên wê bi pevçûnê derbas bûne, dê pêşniyar, rexne û tevkarî hebin. Di vê pêvajoyê de rapora ku berê ji aliyê komîsyona li Meclisê hate avakirin ve hatibû amadekirin hebû. Di wê serdemê de partiya me dengê ‘na’ dabû wê raporê. Der barê vê dengê ‘na’ de gelek nîqaş jî çêbûn. Ji ber ku rapor bi xwe peyvek tekane ya ‘Kurd’ jî di nav de tune bû. An ku ji ber daxwazên bi milyonan Kurdan nehatibûn dîtin, me ji vê raporê re got ‘na’ û li ser vê yekê nîqaşan destpêkirin. Der barê qanûna ku îro hat derxistin de, tevî parlamenterên me û bi tevahî 468 parlamenteran re me ji bo derketina vê qanûnê dengê ‘erê’ da. Niha bêguman pirsên wiha ji me re tên kirin, ‘Hûn qanûnê rexne dikin, hûn dibêjin qanûn kêm e, hûn dibêjin qanûn mafekî herî biçûk ê demokratîk jî nagire nav xwe, lê hûn ji vê qanûnê re dibêjin ‘erê’, çima?’ Bi taybetî me îro jî got, me duh jî got û em ê sibê jî bibêjin ku ev qanûn antîdemokratîk e. Em dizanin ku ev qanûn di nav xwe de bi awayekî demokratîk nehatiye amadekirin, bi muxalefetê re nehatiye parvekirin û zanyariyên tevgera siyasî ya Kurd di pêvajoya îmzeyê de der barê qanûnê de hebûn. Lê em dixwazin vê yekê bînin ziman û dibêjin, eger îro deriyekî hêviyê bê vekirin, eger hêviyek derkeve holê û eger şert û mercên ku em bikaribin hemû argumanan ji destê Desthilatdariyê, ji destê rejîma qesrê û ji destê nizamê qesrê bistînin, em dikarin îro ji vê qanûnê re bibêjin ‘erê’ û me ev ‘erê’ bi vî rengî da.”
Seyît Aslan anî ziman ku ji bo ku hêviya aştiyê ya gelê Kurd mezin bibe, ji bo ku girtiyên di girtîgehan de derkevin derve û endamên tevgera azadiyê bi awayekî ewle bigihin malên xwe, ji bo ku dawî li siyaseta qeyiman bê anîn, kesên hatine hilbijartin ji nû ve bibin hevşaredar vegerin ser karê xwe û eger ev yek bibe zemînek ji bo nîqaşkirina çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li ser bingehê mafên wekhev ew dikarin ji vê qanûnê re bibêjin “erê” û wiha pê de çû: “Ji bo wê jî me ji qanûnê bi xwe re dengê ‘erê’ bikar anî. Ev dengê me yê ‘erê’ ne dengek e ku ji desthilatdariyê re, ji Serayê re û ji nizamê wan re hatiye danîn, ev ‘erê’ ji bo ku bibe zemîn û rêyekê ji têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê ya gelê Kurd re veke hat danîn. Divê bi taybetî bê diyarkirin ku ji aliyê partiya me ve jî helwesta bingehîn a muxalefetê divê bi vî rengî bê fêmkirin. Tiştekî din jî, em hemû dişopînin ku nîqaşên cuda têne kirin. Gelo Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Selçûk Mizrakli dê ji vê qanûnê sûd werbigirin? Bi rastî ev qanûn derneketibûya jî, nehatibûya Meclisê jî, di encamê de biryarên DMME’yê hene, biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn hene, berê jî diviyabû derketibûyana. An ku divê Selahattîn Demîrtaş û hevalên wî bêyî ku bi vê qanûnê ve girêdayî bin werin berdan. Divê girtiyên doza Kobanê werin berdan. Divê kesên ku çek danîn û dema ku vegeriyan, mafê wan ê siyasetkirinê ji destê wan neyê stendin. Divê di girtîgehan de bi hezaran girtiyên siyasî, mehkûmên siyasî werin berdan. Wekî partî em daxwaza derxistina efuyek giştî ya siyasî jî dikin.”
Seyît Aslan di di berdewama axaftina xwe de bi lêv kir ku pêwîst e Tirkiye dest ji gotina “Tirkiye ya bê teror” û “herêma bê teror” berde û wiha got: “Madem ku sedemên hem pêvajoya damezrandina PKK’ê û hem jî pêvajoya destpêkirina têkoşîna çekdarî ya tevgera siyasî ya Kurd derxistine holê ji holê ranebin, heta ku pirsgirêka Kurd negihe çareseriyê û li ser bingehê mafên wekhev û demokratîk nekeve bin ewlehiya Destûra Bingehîn, ev nîqaş dê hemû demê hebe. Ji ber wê êdî hemû pêvajo û top di destê desthilatê de ye. Divê ew gav biavêje. Bi gavên ku ew dê bavêje ve girêdayî jî têkoşîna gelê Kurd a wekhevî, azadî, demokrasî û aştiyê dikare pêk bê. Em vê yekê ne tenê bi gavên wan ve, di heman demê de bi meşandina têkoşînek hevpar re dibînin da ku em gelê Kurd û Tirk, çîna karker û kedkarên Tirk û Kurd di pêvajoya paşîn de mecbûr bikin ku desthilatdarî van gavan biavêje. Kesên ku xem û derdê wan aştî ye, kesên ku xem û derdê wan têkoşîna wekhevî û azadiyê ya gelê Kurd e divê werin cem hev. Di pêvajoya şer û pevçûnê ya 45-50 salan de çarenûsa kuştinên kiryarên wan nediyar dê çi bibe? Gundên ku hatine şewitandin û wêrankirin dê çi bibin? Bîrên asîdê dê çi bibin, ne wekî hev e? Divê hesabê van tiştan bê pirsîn û rastî derkevin holê. Dê hesabê hezar operasyonan çi bibe? Di vî welatî de serokwezîrên wê serdemê gotin: ‘Kesên ku ji bo vî welatî fîşekê diavêjin û fîşekê dixwin rûmeta me ne’ û xwedî li wan kesên ku ew kuştinên kiryar-nediyar kiribûn derketin. Em di serdemên wiha re derbas bûn. Ji ber wê em qebûl nakin û em ê tu carî qebûl nekin ku ev mesele wekî meseleyeke aliyekî bê destgirtin û hemû berpirsiyariya pêvajoyê li ser milê kesên ku wekhevî û azadiyê dixwazin bê barkirin.”
Herî dawî Seyît Aslan da zanîn ku bi hezaran girtiyên siyasî hene ku ji ber raman û fikren xwe di hundir de ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dixwazin hemû rastî derkevin holê, komîsyonên serbixwe werin avakirin, komîsyonên rastiyê werin avakirin û divê herkes berpirsiyariya ku dikeve ser milê wan bigire ser xwe. Dibêjin ku di nav vê pêvajoya şer û pevçûnê ya 45 salan de 3 trîlyon dolar, 5 trîlyon dolar ji bo şer û çekdarkirinê hate xerckirin. Eger ev şer bi dawî bibe, eger ev pêvajoya pevçûnê bi dawî bibe wê hem ji bo herêmê hem jî ji bo Tirkiyeyê qada refahê ya karker û kedkaran zêde bibe, mercên jiyan û xebatê yên mirovan çêbibin. Binêrin TÛPRAŞê di nav saleke dawî de sedî 1006 kar kiriye. Şer tune ye, pevçûn tune ye. Lê serê her karkerî salane 7 milyon karê wê yê zelal heye, karkerên TÛPRAŞê mûçeyek di bin sînorê birçîbûnê de digirin. Em dizanin ku mercên li herêmê girantir in. An ku em dizanin ku siyaseta mêtingeriyê girantir e. Em dizanin ku li vir hejmara karkerên ku ji mûçeya herî kêm zêdetir mûçe digirin gelek kêm e. Kesên ku mûçeya herî kêm didin jî piştre nîvê mûçeyê paşve distînin, em vê jî dizanin. Em dizanin ku bêkarî zêde ye. Em dizanin ku xizanî bêtir e. An ku li gorî rojavayê Tirkiyeyê em dizanin ku xizanî, bêkarî û belengazî di bajarên Kurdan yên li herêmê de, di Kurdistanê de bêtir e. Ji ber wê em li Tirkiyeyê û li herêmê aştiyê dixwazin. Em li Tirkiyeyê demokrasiyê dixwazin, li herêmê jî demokrasiyê dixwazin. Em ê meşandina têkoşîna ku gelê Kurd bi gelê Tirk re di mercên wekhev de û bi hev re berdewam bike û ligel hêzên demokrasiyê bilindkirina vê têkoşînê berdewam bikin.”

