Di rojên dawîn de li ser xeta Rojava-Şamê liv û tevgereke mezin heye. Ji aliyekê ve hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser û rêveberiya Şamê de berdewam dikin ji aliyê din ve jî rageşiya li qadê bilind dibe. Êrîşên li ser koma ku piştî heft salan vegeriya Serêkaniyê û li Qamişloyê şehîdkirina du şervanan pirsa ku di pêvajoyê de xitimîn heye yan na anî rojevê.
Di peymana ku 29’ê Çileyê navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û rêveberiya Heyet Tehrir El Şam (HTŞ) a li Şamê hate îmzekirin de mijarên weke parastina avaniyên Rêveberiya Xweser a daxilkirina wan a pergala navendî, dabînkirina vegera bi ewle ya kesên ji cih û warên xwe bûne, naskirina mafên Kurdan ên ziman û nasnameyê û jinûvesererastkirina avaniya ewlehiyê di nava xalên sereke de cih digirtin.
Lê belê bi taybetî mijarên weke perwerdeya bi zimanê dayîkê, vegera kesên bi darê zorê hatine koçberkirin û statuya YPJ’ê li pêşiya pêşketina peymanê weke pirsgirêkên sereke derdikevin pêş. Rêveberiya Şamê tevî derbasbûna zêdetirî şeş mehan jî li şûna ku daxwazên Kurdan qebûl bike ferzkirina helwesta xwe ya yekperestiyê didomîne.
Di hevdîtina navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Karên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Serokkomarê Demkî Ahmed Şara ya 4’ê Tebaxê li Şamê de jî ev mijar hatin gotûbêjkirin.
DI PERWERDEYA BI KURDÎ DE ‘NERMBÛN’
Perwerdeya bi Kurdî û statuya zimanê Kurdî sernavên girîng ên civînê bûn. Rêveberiya Şamê careke din dayîna dersa Kurdî ya bijarde bes ya du saetan ferz kir û heyeta Rojava ev yek qebûl nekir. Tê diyarkirin hevdîtinên têkildarî mijarê wê li gel Wezareta Perwerdeyê werin domandin û Şam li gorî hevdîtinên din di vê mijarê de hinekî din ‘’nerm’’ bûye.
DIXWAZE HÊZÊN XWE LI KOBANÊ BI CIH BIKIN
Xaleke din a lihevkirinê ew e ku bê ka wê kî ewlehiya Kobanê dabîn bike. Li Kobanê niha ewlehî ji aliyê hêzên Kurdan ve tê dabînkirin, li Şêxler, Çelebiyê û Sirînê hêzên Şamê hene. Hate zanîn ku rêveberiya Şamê xwestiye hêzên xwe li Kobanê bi cih bike lê belê QSD’ê ev yek qebûl nekiriye.
LÎSTIKA ‘’SÎNORDARKIRINA’’ HEJMARA ŞERVANAN
Her wiha rewşa şervanên QSD’ê ku weke hejmara wan ‘’zêde ye’’ tê nirxandin jî yek ji sernavê binîqaş ê pêvajoya entegrasyonê ye. A rastî rêveberiya Şamê ya dixwaze şervanan di bin siya çar tûgayan de bike yek û hejmara wan sînordar bike, bi vî rengî armanc dike hêzên parastina Kurdan lawaz bike.
A niha li Herêma Cizîrê sê û li Kobanê jî tûgayeke QSD’ê heye. Şam dixwaze hejmara her tûgayekê bi hezar û 300’an sînordar bike û şervanên din jî weke ku zêde ne dinirxîne û dixwaze wan belav bike. Lê belê ji ber nelihevkirina têkildarî hejmara şervanan em nikarin bibêjin ku QSD’ê pêvajoya entegrasyonê temam kiriye. QSD, di mijara daxilkirina pêvajoyê ya hemû şervanên xwe de israrên xwe didomîne.
YPJ WÊ WEKE ‘HÊZA ANTÎ TEROR’ BIMÎNE
Bêguman statuya YPJ’ê yek ji sernavê girîng ê pêvajoya entegrasyonê ye. HTŞ ji Kanûna 2024’an ku desthilatdarî bi dest xist û heya roja îroyîn şervanên jin weke îradeyê nas nake û ji bo belavbûna wan serî li hemû riyan da. YPJ’ê jî li hemberî vê yekê peyama ku ew ê weke artêşa jinan berpirsiyariya xwe ya parastina gel bi cih bîne, da.
Li gorî agahiyên ku me ji Hevserokê Ofîsa Têkiliyên Giştî yê MSD’ê Hassan Mohamed Ali standine, di hevdîtina dawîn a li Şamê de ev mijar jî hatiye nîqaşkirin. Pêşniyara ku YPJ ne weke hêzeke di nava artêşa Sûriyeyê de weke ‘’hêzeke antî teror’’ a girêdayî Wezareta Karên Hundirîn derketiye pêş. Lê belê biryara vê yekê wê di civîna ku tê payîn navbera YPJ’ê û Wezareta Karên Hundirîn were lidarxistin de were standin.
JI BO NÛNERTIYÊN NAVNETEWEYÎ LÎSTEYA NAVAN
Di mijara nûnertiya Sûriyeyê ya qada navneteweyî de Kurd jî dixwazin bibin xwedî gotin. Hate zanîn ku heyeta Rojava di hevdîtina dawîn de ji konsolxane û balyozxaneyan re ragihandiye ku ev yek bikeve meriyetê.
Di rewşa heyî de ji bilî Alîkarê Wezîrê Parastina Sûriyeyê, Alîkarê Fermandariya Tumena 60’emîn, Walîtiya Hesekê û hin gerînendeyan Kurd di karên pilebilind de tune ne. Hate diyarkirin Kurd yek ji wan gelan e ku divê di mijara pêşeroja Sûriyeyê de xwedî gotin bin û di erkên pilebilind ên dewletê de jî were temsîlkirin. Tê diyarkirin ku Şamê jî di çarçoveya vê daxwazê de ji Kurdan daxwaza lîsteya navan kiriye.
VEGERÊN JI BO EFRÎNÊ
Vegera koçberan, hê jî yek ji pirsgirêka herî mezin a entegrasyonê ye. Di xala 14’emîn a lihevkirinê de ‘’dabînkirina vegera kesên ji Efrîn, Şêxmeqsûd û Serêkaniyê hatine koçberkirin û li van herêman tayînkirina rêveberên sivîl’’ derdiketin pêş.
Di vê çarçoveyê de pêngava yekem, ji bo Efrîna ku di sala 2018’an de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ve hatibû dagirkirin, hate avêtin. Yekem konwoya ku nêzîkî ji 400 malbatan û 2 hezar kesan pêk dihat, di 9’ê Adarê de bi rê ket û derbasî malên xwe yên li Mabeta, Şiyê û Cindirêsê bûn. Konwoya dawîn jî di 21’ê Gulanê de ji Qamişloyê bi rê ket.
Li gel temamkirina pêvajoya vegerê nêzîkî 11 hezar malbat piştî heşt salan vegeriyan malên xwe. Lê belê malbatên ku vegeriyan Efrînê, bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû man.
5 HEZAR KESAN MAL Û MILK XESP KIRIN
Pirgirêkeke din ew e ku kesên ku di bin kontrola komên çekdarî yên weke Emzat, Hamzat û Sultan Mûrad ên girêdayî dewleta Tirk de, ji xaniyên kesên ku ji cih û warên xwe hatine koçberkirin, dernakevin.
Li navenda Efrînê û navçeyên Mabeta, Şiyê, Cindirês û Bilbilê 5 hezar çeteyên Ereb ên ji derve hatine, hatine bicihkirin. Tê diyarkirin ku beşeke kesên berbehs derketina ji xaniyan red kirine û yên ji xaniyan derketine jî xanî hilweşandine û tiştên wan bi xwe re birine.
BES JI SÊ BAREGEHAN VEKIŞIYAN
Bi heman awayî dewleta Tirk jî hê jî li hin herêm û gundên Efrînê di pozîsyona dagirkeriyê de ye. Dewleta Tirk a ku hê li Girê Parsê, Girê Guzê, herêmên Bîlelko û Kefir Cenê û gundên Şêxûrzê, Raco û Dewrîşê yên girêdayî navçeya Bilbilê baregehên wê yên leşkerî hene, bes ji sê gundan vekişiyaye. Ewlehiya Efrînê jî di bin kontrola hikûmeta Şamê ya demkî de ye.
NIKARIN ERD Û ZEVIYÊN XWE RAKIN
Şert û mercên aborî ên kesên vegeriyane jî hê nehatine sererastkirin. Her çend bes çend mehan piştevaniya maddî hate pêşkêşkirin jî piraniya gel nikare erd û zeviyên xwe rakin yan jî ekîpmanên wan tune ne. Çete di vê rewşê de jî weke pirsgirêkeke mezin derdikevin pêşiya gel. Bo nimûne meha borî pênc kes û du hefteyan beriya niha jî du welatî dema ku diçûn nava erd û zeviyên xwe ji aliyê kesên ku nasnameya wan nayê zanîn ve hatin qetilkirin.
Dema ku em van yekan hemûyan li ber çavan digirin, em dibînin ku li Efrînê hê jî ewlehî nehatiye dabînkirin. Li rex vê yekê zarok jî bi zimanê dayîka xwe yanî bi Kurdî perwerdeyê nabînin.
ÊRÎŞA LI SER KOMA YEKEM
Gelê ku vegeriya Serêkaniyê jî weke Efrîniyan hê roja ewil bi pirsgirêkan re rû bi rû man. Lê belê dema ku di partîkê de êrîş jî li vê astengiyê zêde bûn, veger bi demkî hatin sekinandin. Di 10’ê Tebaxê de yekem koma ji 410 malbatên Kurd, Ereb û Xiristiyan pêk dihat, bi rê ket. Di nava koma malbatan de nêzîkî 2 hezar û 500 kesan cih digirt. Koma yekem çawa gihîşt navenda bajêr bi êrîşa çekdarî re rû bi rû ma.
Li gorî agahiyên me bi dest xistine, kesên bi êrîşê re rû bi rû mane, çil malbatên Kurd bûn. Welatiyên ku ji ber ewlehiya jiyana xwe bi fikar in, piştî êrîşan vegeriyan Qamişlo û Hesekê.
‘BERPIRSIYARIYA XWE BI CIH BÎNIN’
Têkildarî mijarê em bi Parêzer Ciwan Îso yê Berpirsiyarê Komîteya Koçberên Serêkaniyê re axivîn û Ciwan Îso diyar kir ku nêzîkî 100 hezar koçber hene. Îso da zanîn ku li gorî lihevkirinê, divê çete ji xaniyan derkevin û piştî dabînkirina ewlehiyê gel vegere ser mal û milkên xwe.
Ciwan Îso îfade kir ku lê belê tiştên ku di demên dawîn de rû dane nîşan didin ku ev şert û merc nehatine dabînkirin û diyar kir ku êrîş bûye sedema tirseke mezin û ji ber vê yekê heya şert û merc tên dabînkirin veger hatine sekinandin.
Ciwan Îso got: ‘’Divê hikûmeta demkî ya li Şamê, Rêveberiya Şamê û Walîtiya Hesekê ewlehiyê dabîn bikin û berpirsiyariya xwe bi cih bînin.’’

