Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li navçeya Rezan a Amedê ji bo balê bikişînin ser zêdebûna kuştina jinan daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên jinan û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn.
Di axaftinan de hat, diyar kirin ku jin piraniya caran ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve tên kuştin û kuştina jinan ne bûyerên ferdî ne, pirsgirêkeke pergalî ye.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, bala kişand ser kuştina Ayfer Çakmak û diyar kir ku divê mekanîzmayên dadweriyê û qanûna hejmar 6284 bi bandor bên sepandin.
Her wiha behsa dosyayên Rojîn Kabaîş û Gulîstan Doku hat kirin û hat gotin ku divê lêgerîna edaletê ya jinan û malbatan bê destekkirin.
Halîde Turkoglû, jî anî ziman ku têkoşîna jinan a li dijî tundiyê berdewam dike û bang li beşên cuda yên civakê kir ku li dijî tundiyê helwesteke hevpar nîşan bidin.
Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

