Li gorî agahiyan, şeva borî li gundê Melhe yê ser bi navçeya Dûzxurmatûyê ya li ser sînorê parêzgeha Kerkûkê, jineke 45 salî ji ber ketina guleyek hewanê bi giranî birîndar bû. Ev jin piştî ku rakirin Nexweşxaneya Hewîceyê, ji ber giraniya birînên xwe jiyana xwe ji dest da.
Tê gotin niha lêkolîna hêzên ewlekariyê ya li ser çavkaniya avêtina guleya hawanê berdewam dike.
Her wiha, Şîlan Feizî ya 20 salî li bajarê Mehabadê, 15 roj piştî pêkanîna jiyana hevjîniyê (zewacê), bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest da. Heta niha sedema sereke ya vê bûyerê nehatiye diyarkirin.
Li aliyê din, Şermîn Xefarî ya 16 salî ku keça cîgirê şaredarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê ye, bi awayek bi guman guman jiyana xwe ji dest da. Hate zanîn ku berê dibin zexta malbatê de bû.
Hêjayî gotinê ye ku li gorî rapora mehane ya rêxistineke mafên mirovan, tenê di vê meha borî de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 22 jin û du zarok di dosyayên kuştin û mirinên bi guman de hatine tomarkirin.

